Xelkê Amedê: Bila kesên wêneyên wan bi DAIŞ’iyan re heyî bên darizandin

img
AMED - Xelkê Amedê diyar kir ku ew bi parlamentera xwe Semra Guzel re ne û gotin ku ne Guzel lê bila ew kesên wêneyên wan bi DAIŞ’iyan re derketin holê bên darizandin. 
 
Çapemeniya nêzî AKP’ê, wêneyên parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ên di sala 2014’an de kişandibûn kiribûn rojev û Guzel hedef nîşan dabûn. Bi parvekirina wêneyan re, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” derheqê Guzel de fezleke amade kir. Piştre jî ji bo rakirina destnedayîna Guzel li meclisê Komîsyona Amadekar a Meclisê hat avakirin û di civîna 3’yê sibatê de endamên AKP û CHP’iyan ji bo “Rakirina destnedayînê” dengê “erê” dan. Li ser vê yekê, komîsyonê jî rapora xwe amade kir û duh ev rapor ji Komîsyona Têkel re şand.
 
Xelkê Amedê derheqê hewldana rakirina destnedayîna Guzel û darizandina wê dan. Li gel desthilatdariyê, her wiha xelk bertekan nîşanî partiyên muxalefetê jî didin û dibêjin ku her du jî xwedî heman ferasetê ne. Xelkê Amedê têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. 
 
JI KOLANAN BERTEK HENE
 
Ji welatiyan Mehmet Baran diyar kir ku biryara rakirina destnedayînê biryareke şaş e. Baran, helwesta CHP’ê ya di mijara Guzel de bi bîr xist û bal kişand ser piştgiriya gelê kurd a di hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya sala 2019’an. Baran got ku CHP dixwaze “Kurdan bi kar bîne” û wiha domand: “Heke CHP bibe desthilatdar, dê HDP’ê ji bîr bike. Bi vê zîhniyeta heyî re kesek dê CHP’ê neke desthilatdar.” 
 
‘HETA NIHA LI KU BÛN?’
 
Ramazan Karakupa jî got ku AKP nikare welêt birêve bibe û wiha dom kir: “Li Amedê hejmara kesên ku dê deng nedin AKP’ê her roj zêdetir dibe. Bi rakirina destnedayînê re çav berdane mafê hilbijartinê. Ev, ne çareserî ye. Xelk, roj bi roj xizantir dibe.” Ahmet Şahîn jî bal kişand ser wêneyên Guzel û ev pirs kirin “Gelo ev 5 sal in li ku bûn? Çima ne wê rojê lê îro xistin rojevê?” Şahîn di heman demê de bertek nîşanî helwesta muxalefetê da. 
 
‘NE DESTHILATDARÎ Û NE JÎ MUXALEFET JIDIL NÎNIN’
 
Têkildarî mijarê Velat Îpek jî anî ziman ku ji wêneyên Guzel mebest ew e ku bibin rojev û wiha pê de çû: “Ne desthilatdarî û ne jî partiyên muxalefetê li dijî kurdan ne jidil in. Di serî de Erdogan digot; ‘pirsgirêka kurd, pirsgirêka min e.’ Niha jî CHP heman tiştan dibêje. Lê beriya kurdan nikarin tu tiştekî bikin. Ez ê dengê xwe dîsa bidim kurdan. Heke em bêpartî bimînin jî em ê dengê xwe nedin wan.”
 
‘KÎ DEVÊ XWE VEKE TÊ DARIZANDIN’
 
Welatiyê bi navê Salih Kizil jî nerazîbûna xwe nîşanî rakirina destnedayîna Guzel da û wiha got: “Gelo ev wêne kengî hatine kişandin? Ya ku dikin ev e; dipijînin û diavêjin pêşiya me. Jixwe tiştek ji aboriya Tirkyeyê nemaye. Hebûna xwe li ser kurdan dimeşînin. Nabe ku destnedayîna kesên ji hêla gel ve hatine hilbijartin bên rakirin. Kî devê xwe veke tê darizandin. Ji ber pergala serokomariyê êdî pir bi hêsanî parlamenteran didarizînin.” 
 
‘CHP HER WEKÎ XWE YE’
 
Osman Taşkin jî helwesta CHP’ê rexne kir û sepanên heyî wekî zilmê pênase kir. Taşkin anî ziman ku dê di hilbijartinê de piştgiriyê nedin wan. Welatî Ahmet Çakil jî ji nêzikatiya desthilatdariyê zêdetir li hemberî helwesta muxalefetê nerazî bû û ev tişt anî ziman: “CHP her wekî xwe ye. Hilbijartin nêz e. Heke CHP bixwaze bixwaze mafên kurdan bide, wê demê neçare ku Amedê bibîne.” 
 
‘DÊ EW BIÇIN LÊ KURD DÊ HER BIMÎNIN’ 
 
Derheqê mijarê de welatiyê bi navê Bakî Çam jî nêrîna xwe wiha tîne ziman: “Dema mijar dibe kurd, tu sînorek ji bêhiqûqiyê re nîne. Ev biryar, biryareke siyasî ye. Guzel, ev wêne di pêvajoya çareseriyê de kişandibûn. AKP’ê xwest di demên berê de kurdan bixapîne û pêvajoya çareseriyê derket holê. Lê dît ku bi Îmrali û HDP’ê nikare lewma dîsa ev pêvajo da destpêkirin. Heke Semra biçe, Bakî heye. Bakî biçe, Elî heye. Rêya çareseriyê demokrasî û biratiya gelan e. Ew ê biçin lê dê gelê kurd her li ser pêyan be.” 
 
‘DIXWAZIN KURDAN BÊDENG BIKIN’
 
Welatî Fatîh Sîpçîk jî hevdîtinên di dema “pêvajoya çareseriyê” de bi bîr xist û wiha debirî: “Kurd bi vê polîtîkaya erzan nexapiyan û dê nexapin jî. Gelo ew ji bo wêneyên parlamenterên AKP’î yên bi endamên cemaeta Gulen re çi dibêjin? Ji ewil bila li parlamenterên xwe binêrin. Armanca wan ji vê hewldanê ew e ku HDP’ê bigirin û gelê kurd bêdeng bihêlin. Lê kurd dê tu carî bêdeng nebin. Em piştgiriyê didin parlamentera xwe Guzel. Her wiha li gorî min hişmendiya CHP’ê ji ya AKP’ê cudatir nîne.” 
 
WÊNEYÊN BI DAIŞ’IYAN RE
 
Îlyas Baran jî bi bîr xist ku wêneyên kesên nêzî Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bi DAIŞ’iyan re hene û wiha got: “Heke niyeta wan darizandina rabûrdiya mirovan be, wê demê bila ji ewil rabûrdiya xwe bidarizînin. Wêneyê kurê wî (Bîlal Erdogan) bi serokê DAIŞ’ê re hene. Gelo çima wî nadarizîne? Dema kurdek tiştekî dike, demildest dikin hedef. Erê baş e lê pergal ka ne ye? Pereyên hatine dizîn li ku ne? 128 milyar dolar ki ku ne? Ji ewil tu hesabê van kiryarên xwe bide. Li vî welatî edalet nîne.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî - Mehmet Guleş
 

Sernavên din

12/02/2022
11:30 HDK forma ‘Kedkar li ber xwe didin, xwe bi rêxistin dikin bi serdikevin’ li dar dixe
10:25 Çalakiya greva birçîbûnê ku 140 girtiyan daye destpêkirin didome
10:03 Li Mêrsînê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Li Girtîgeha Rihayê pêkanînên dijmirovî!
09:07 Li seranserê cîhanê girtîgeheke bêmîsal: Îmrali!
09:06 Çalakgera nobeda edaletê: Ez ê heya dawiyê têbikoşim
09:05 Sefar ji ber krîzê nikarin hilberînin
09:04 Xelk bi tirs li benda hatina fatûreyên xwe ne!
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2022'YAN
11/02/2022
23:13 Di şewata li Gungorenê de 4 karker jiyana xwe ji dest dan
21:43 Şandeya HDP'ê serdana nûnertiya Rêvebiriya Xweser kir
20:50 Derhêner Selamo hat berdan
19:47 HDP'ê li Nisêbînê ji bo kongreyê bang kir
19:41 Îpek Ateş jiyana xwe ji dest da
19:32 Tûncel: Hûn nikarin meseleya kurdî li hêwanên dadgehan çareser bikin
18:28 Li Licê operasyona eskerî
18:22 Yuksekdag: We edaletê li çarmixê da, hûn ê bi ser nekevin
17:43 DBP, dê li 4 deverên cuda yên Çûkûrovayê hevdîtinê bi gel re bike
17:25 Komîsyona Mafên Zarokan a Wanê hat avakirin
17:16 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
17:05 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 63'yan de ye
16:42 Li Cizîrê zem bi meşeke girseyî hatin protestokirin
16:16 140 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin: Bila mirina Tûran bê zelalkirin
15:57 Derheqê midûrê ajansa me Çelîk de lêpirsîn dan destpêkirin
15:10 'Berpirsyarên gotinên li dijî elewiyan serkarê desthilatê ne'
15:07 Beştaş: Divê em malbatên di Nobeta Edaletê de bi tenê nehêlin
14:23 Başaran: Dê jin dawiya vê desthilatdariyê bînin
14:20 Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye
14:19 Îfadeya yekane şahidê êrişa Dedeogûllari piştî meh û nîvan hat wergirtin
14:03 Şandeya HDP’ê serdana Dêra Surp Giragosê kir
13:51 Doza Kobanê: Ji bo ku me gotiye bila kes nemire em hatine girtin
13:29 25 parêzer û rojnamevanek hatin beraetkirin
13:18 Ji bo hevşaredar Esmez 15 sal cezayê girtîgehê xwestin
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda
15:36 Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê