TÛHAY-DER: Deemildest dawî li îşkenceyê bînin

img
AMED - TÛAY-DER'ê bertek nîşanî îşkence û binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tekîrdag û Qeyseriyê da û banga bi dawîkirina polîtîkayên îşkenceyê kir. 
 
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAY-DER), bi malbatên girtiyan ku li Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirin re derbarê rewşa girtiyên ku li Girtîgeha Tekîrdagê û Girtîgeha Bunyanê îşkence li wan tê kirin û mafên wan tên binpêkirin de daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya Baroya Amedê pêk hat. Rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçe û navenda Amedê, Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên gelek rêxistinên sîvîl tevlî daxuyaniyê bûn.
 
'GIRTÎGEH BÛNE MALÊN MIRINÊ'
 
Xizma girtî Berîtan Nergîz daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku girtîgeh veguherîne malên mirinê û ev tişt got: "Ji ber polîtîkayên tecrîda mutleq û polîtîqayên hikûmeta AKP-MHP’ê girtîgeh veguherî malên mirinê. Berdewamkirina binpêkirinê mafan, cezayên yekkesî, şewitandina  înfazan, êrîşên fizîkî-psîkolojîk û nedermankirina girtiyên nexweş û gelek tiştên din dibe sedema îşkenceyê. Li girtîgehên bi navê Tîpa F, Tîpa T, Ewlekariya Bilind û herî dawî jî Tîpa S, hedefa sereke polîtîkayên tirsandin-zext û tundiyê ye. Em bi vê rastiyê re rû bi rû ne ku rêgezên mirovahî yên herî derbasdar jî, qanûnên navneteweyî jî têne rawestandin û binpêkirin.”
 
ÎŞKENCEYA LI GIRTÎGEHÊ
 
Dewama daxuyaniyê wiha ye:
 
"Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Hejmara 2. F a Tekîrdagê, li dijî mirina bi guman a Vedat Erkmen, di 17.01.2022’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat kirin. Di hevdîtinên ku bi girtî û hikumxwaran re hatin kirin de daxwazên wan; dawî li zêdebûna îşkence û muameleya xerab a li girtîgehê û rakirina tecrîdê ye. Li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê ku di salên dawî de bi îşkence û muameleya xerab di rojevê de ye, binpêkirinên mafan ên giran û eşkere hatin tespîtkirin. Rêveberiya saziyê ji ber pêkanînên keyfî û nehiqûqî yên li girtîgehê, li dijî qanûn û rêziknameyê tev digere. Di vî warî de divê gavên pêwîst bên avêtin ku demildest van binpêkirinên li girtîgehê bi dawî bibin û der barê van îdia û binpêkirinan de demildest lêpirsînên bi bandor bên destpêkirin.
 
HER ROJ ÊRIŞ PÊK TÊN
 
Dîsa li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Kayserî Bûnyan jimartina li ser piyan demeke dirêj hate meşandin û girtî û mehkûman jimartina li ser piyan qebûl nekirin. Ji ber vê yekê bi darê zorê bi destên xwe hatin girtin. Ji aliyê girtî û mehkûman ve hat diyarkirin ku di meha dawî de her roj êrîşên fizîkî pêk tên û armanca êrîşan jî kuştinê ye. Bi taybetî Veysel Zengîn ji ber lêdanê ji serê xwe lerz û vereşî jî sewqî nexweşxaneyê nehat kirin. Her ku berdewam heqaret û tehdîdên kuştinê berdewam dikin, kiryarên derqanûnî bi cezayên dîsîplînê tên jiyîn.
 
TECRÎD BELAVÎ HEMÛ GIRTÎGEHAN BÛYE
 
Îro em di pêvajoyeke ku li girtîgehan bi taybet li girava Îmraliyê di asta herî jor de tecrîd û binpêkirina mafan tê jiyîn derbas dibin. Sîstema tecrîdê ya yek kesî ya Îmraliyê ku bi taybetî ji bo girava Îmraliyê hatiye pêşxistin, parçeyek ji pergala ku li ser gelên Tirkiyeyê bi taybetî gelê kurd tê ferzkirin û hewl tê dayîn di bin serweriya civakê de bê serdestkirin e. Tecrîd îro hebûna xwe bi piranî li ser girtîgehan nîşan dide. Zexta polîtîkaya tecrîdê ya li ser girtîgehan wisa bûye ku tabûtên girtiyên nexweş yek bi yek ji girtîgehan derdikevin.
 
BANGA BIDAWÎKIRINA ÎŞKENCEYÊ
 
Bi vê wesîleyê em hikûmetê vedixwînin ku di demeke zûtirîn de ji bo pêşî li îşkence û muameleya xerab a li girtîgehan bigire, dest ji qedexeyên kêfî berde. Girtiyên nexweşên giran hene û em ê heta dawiyê van pirsgirêkan bişopînin. Em careke din diyar dikin. Her wiha em bang li saziyên sivîl, saziyên pêwendîdar û gelê xwe dikin ku li hemberî pêkutiyên li girtîgehê hestiyar bin. Li cem xizmên girtiyên nexweş ên 'Nobeda Edaletê' digirin bin."
 
Polîsan xwest daxuyaniyê asteng bikin lê girseyê guh neda wan û bi biryardarî daxuyaniya xwe bi dawî kir. 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.
 
 
 

Sernavên din

09/02/2022
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin
13:17 Êrişa li dijî endamên meclisê şaredariyê hat şermezarkirin
12:59 Li Hezexê gundiyan şerê erd kir û 8 kes birîndar bûn
12:54 Surucu cezaya ku li Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê
12:41 Wê derbarê jinên siyasetmedar de mutalaa bê amadekirin
12:28 Rewşa Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e giran e
12:27 Ji bo Guzel şerha destnedayînê: Em siyaseta jiyanê diparêzin
12:22 Emîne Şenyaşar bangî jinan kir
12:03 Derbarê Gergerlîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn
11:24 Derbarê Leyla Guven de doznameyeke nû hat amadekirin
10:57 Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
10:47 Karkerên depoyê yên Mîgrosê banga boykotê kirin
10:35 Qeyûmê Nisêbînê 5 qadên xizmetê ji rantê re vekirin
10:31 Yannis Vasilis Yaylali: Ji bo sergirtina têkçûnê yek bi yek dîlan înfaz kirin
10:23 Ajokar: Tişta em qezenc dikin jî didin sotemeniyê
10:16 Xelkê Amedê: Bila kesên wêneyên wan bi DAIŞ’iyan re heyî bên darizandin
09:04 Ji ber bihabûna mazotê êdî nikarin bixebitin
09:02 Berteka herî mezin a li dijî komployê: Hûn nikarin Roja me tarî bikin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2022'YAN
08/02/2022
20:48 Eleqeyeke mezin ji 'Rojên Ma Muzîkê'
19:21 Li Şirnexê zem hatin protestokirin
17:24 Malbatên Pirsûsê: Ne heyeta dadgehê, divê feraset biguhere
17:07 Li Feleknas Uca cezayê pere birîn
16:47 Li Wanê 2 kes hatin binçavkirin
16:45 Kedkarên tenduristiyê ketin grevê: Em mafê xwe dixwazin
16:42 Li Leyla Guvenê 11 roja cezayê hucreyê hat birîn
16:29 Di Doza Komkujiya Konyayê de serokê dadgehê şahid beralî kirin
16:29 Nivîskar Omer Agin ji doza xwe beraet kir
15:56 Malbatên girtiyan ji ber zarokên xwe bifikar in
15:52 Gunay a HDP’î ji bo jinên girtî bang kir
15:44 Li Wanê bangî Wezareta Edaletê kirin: Guh bidin dengê malbatan
15:29 Şandeya ku di Doza Pirsûsê de biryar dabû xwe ji dozê vekişand
15:21 Doza Komkujîya Konyayê: Gazînker û parêzeran eywan terk kirin
14:49 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:48 Doza Kobanê: Kurd biçin li Çînê jî tiştekî bikin Tirkiye xwe aciz dike
14:07 Danişîna doza Seda Kurt hat taloqkirin
14:06 Polîsan êrişî kedkarên tenduristiyê kirin
13:49 ‘Tirkiye krîza li Iraqê kûrtir dike’
13:46 Li hevjînê Remziye Yoldaş cezayê hefsê yê muebbetê hat birîn
13:41 Xelkê Amedê zem protesto kirin
13:00 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:53 Li rojnamevan Mandûzê salek û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
12:52 Xwestin dadgerê Doza Komkujiya Konyayê bê guherandin
12:50 Li rojnamevan Mandûzê salek û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
12:44 Derbarê pankarta komkujiyê de doz vekirin
12:13 Xebatkarên Gur Tekstîl û Aras Kargoyê dest ji kar berdan
12:10 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin
11:53 Hevdîtina kujer a bi polîsan re ji dosyaya Komkujiya Konyayê derxistin
11:47 Rojnamevan Bogatekîn: Em nikarin ji ber dozan karê xwe bikin
11:21 Li çiyayên Spîrêzê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:13 Sozerî: Peyvên kurd û Kurdistanê bi zanebûn tên sansûrkirin
10:39 Ji Girtîgeha Panosê ku vîrûsa koronayê lê zêde dibe bang kirin
10:22 Îdianameya Şîmon Dîrîl: Heta ku kuştîn lê xistine
09:59 Strana kurdî weke ‘propagandaya rêxistinê’ hat hesibandin
09:15 Çîroka dayikekê: Bi têkoşînê li ser pêyan ma
09:13 Eyşe Efendî: Wê jin nehêlin komplo bigihê armanca xwe
09:09 Nava Sûrê kirin herêma rantê
09:09 Qeyûm dixwaze bi betonê bêhna bajêr biçikîne!
09:08 Ji ber krîzê êdî nikare heywanên xwe xwedî bike
09:08 Nikarin nan bikirin: Wextê çûna AKP'ê hatiye
09:07 Maçîn: Hatina Barzanî wekî ku kêrê li hestên netewî xistibe
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2022'YAN
07/02/2022
21:05 'Rojên Muzîkê' yên Ma Musicê didomin
20:12 Rojnamevan Yalçin hat berdan
18:22 Îstinafê cezayê ku li derhênerên fîlmê Bakur hatibû birîn xera kir
16:57 Dayikên Aştiyê çûn serdana dayikên di Nobeta Edaletê de
16:30 Dadgehê îdianameya malbata Dîrîl qebûl kir
15:58 Li Efrînê 5 kes hatin revandin
15:40 Meşa ji bo Ocalan a li Fransayê di roja duyemîn de ye
15:39 Hilbijartina serokomariyê ya Iraqê hat taloqkirin
15:21 Meclisa Jinan a HDP’ê: Armanca ji êrişa li dijî Guzel dê hasil nebe
15:20 Dema binçavkirina endamê ÎHD’ê Berkpinar hat dirêjkirin
15:15 Xelkê Hezexê û Qilebanê jî rabû ser piya: Ne Covid-19, DEDAŞ me dikuje
14:53 Rojnamevan Yalçin sewqî edliyeyê hat kirin
14:35 HDP: Bila tiştên li jêrzemînên Cizîrê qewimîn derhî bikin
14:27 Rêxistinên maf û hiqûqê: Li Girtîgeha Bunyanê îşkenceya sîstematîk heye
13:59 Karkerên Bendergeha Hopa’yê daxwazên xwe dan qebûlkirin
13:48 Bijîşk sibê dest ji kar berdidin
13:41 Doza Kobanê: Em dijminatiya li dijî gelên din qebûl nakin
13:29 Kesên li jêrzemînên Cizîrê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn
13:28 HDP’ê ji bo kedkarên tenduristiyê banga piştevaniyê kir
13:11 Ferît Şenyaşar: Navên rayedaran wê bi komkujiyê bên bîranîn
13:10 Ji ber zeman li 30 navçeyên Îzmîrê protesto hatin kirin
12:13 Ajansa ku nûçeya qetilkirina Mona Hayderî dabû li Îranê hat girtin
12:13 Karkerên Karinca Lojîstîk’ê dev ji kar berdan
11:18 Tevî ku cezayê Peldek û Ozerk xelas bûye jî nayên berdan
11:13 Kars a ji Komkujiya 19’ê Kanûnê bi birîndarî xelas bûbû jiyana xwe ji dest da
10:51 Eren Keskîn: Ji ber ku me parêzertiya Ocalan dikir, xwestin me bikujin
09:34 Salvegera 10'emîn a GKSM’ê bi coş hat pîrozkirin
09:25 Polîsan bi ser malên HDP’iyan de girtin