Li Girtîgeha Bunyanê îşkence: Rewşa girtiyekî giran e

img
MÊRSÎN - Girtiyên li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ji parêzeran diyar kirin ku girtî Fethullah Hazar ji ber îşkenceya lê hatiye kirin ranê wî şeq bûye, girtî Veysel Zengîn jî ji ber derbê li serê wî ketine laşê wî dilerize. 
 
Parêzerên endamên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER), Komeleya Mafê Mirovan (OHD) a Şaxa Mêrsînê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Mêrsînê îro çûn serdana girtiyên li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Tîpa T’yê. 
 
Parêzerên ku bi girtiyan re hevdîtin pêk anîn diyar kirin ku jimartina li ser piyan li girtiyan tê ferzkirin, girtiyên qebûl nakin gefa kuştinê li wan tê xwarin û li hin girtiyan hatiye xistin. 
 
REWŞA GIRTIYEKÎ GIRAN E 
 
Parêzerên li gel Şaban Kaygusuz ê ji sedî 90 astengdar e, destek û lingekî wî nîne û 6 meh berê ji Girtîgeha Amedê sewqî Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Tîpa T’yê hatiye kirin hevdîtin kirin. Parêzeran tiştê ku Kaygusuz ji wan re qal kiriye, wiha vegotin: “Girtî jimartina li ser piyan qebûl nakin. Deh girtî li qawişê hene. Girtiyan bi darê zorê radikin ser piyan. Di mehek dawî de her roj êrişî girtiyan dikin û êrişek ku wan tîne asta kuştinê. Wî da zanîn ku îro danê sibê saet di 09:00’an de êrişek pêk hatiye. Girtiyê bi navê Veysel Zengîn ji serê xwe derban xwariye û ji ber vê laşê wî dilerize. Her wiha diyar kir ku Zengîn vedireşiye, rewşa wî gelekî giran û lezgîn e û sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin. Da zanîn ku di dema êrîşan de gefên 'em dewlet in', 'ev der Kayserî ye, naşibe cihek din’, ‘em ê we li vir bikujin' hatin xwarin û ji gardiyanan jî ji wan xwestiye ku dirûşma ‘Xwezî bi kesê ku dibêje ez tirk im’ berz bikin.” 
 
BANG LI PARLAMENTERAN KIRIN 
 
Parêzeran diyar kirin ku girtiyên din ên ku bi wan re hevdîtin kirine jî heman tişt gazin û gilî parve kirine û wiha got: “Di T-1 de du ode hene. Li ser girtiyan di her du odeyan de jî jimartina li ser piya tê ferzkirin. Ji bo ku jimartina li ser piyan qebûl nekin, rojê du caran cezayên dîsîplînê tê dayîn. Heta niha zêdetirî 50 cezayên dîsîplînê hatine dayîn. Her wiha diyar kirin ku gardiyanan bi hemû hêza xwe hewl dane ku di jimartinê de provokasyonan derdixin, gardiyanan di jimartinê de heqaret li girtiyan kirine, pêl li girtiyan kirine, destên wan hatine xwarkirin, serlêdanên ku ji wezaretê re nivîsandine jî nehatine kirin. Girtî daxwaz dikin mijar were rojevê, were rojeva Meclisê û heyeteke ji parlamenteran pêk tê bi wezaret û rêveberiyê re hevdîtinê bike.” 
 
ROVIYÊN WÎ LI DERVE NE 
 
Parêzeran diyar kirin ku herî zêde êriş li ber kamerayan pêk hatine û hin agahî hene ku heta midûrê girtîgehê jî êrişî girtiyan kiriye û wiha gotin: “Girtiyan diyar kir ku di ranê girtî Fetullah Hazar de fitiq heye. Ji ber ku îşkence li Hazar hatiye kirin, ranê wî şeq bûye. Her wiha dan zanîn ku roviyên Hazar li derve ne.” 
 
Parêzeran hewl da bi îdareya girtîgehê re jî hevdîtin pêk bîne lê tevî hemû hewldanan jî îdare bi wan re hevdîtin nekiriye û di vê navberê de gardiyan li hemberî wan tevgerên bêhrumet nîşan dane. 
 
Derbarê van îdiayên de em li îdareya girtîgehê geriyan lê belê bersiva telefona me nedan. 
 

Sernavên din

07/02/2022
11:13 Kars a ji Komkujiya 19’ê Kanûnê bi birîndarî xelas bûbû jiyana xwe ji dest da
10:51 Eren Keskîn: Ji ber ku me parêzertiya Ocalan dikir, xwestin me bikujin
09:34 Salvegera 10'emîn a GKSM’ê bi coş hat pîrozkirin
09:25 Polîsan bi ser malên HDP’iyan de girtin
09:03 Avên koçeran qut kirin: 16 hezar serî pez tî maye
09:03 Nûnertiya DBP'a Çûkûrovayê: Çareserî bi Ocalan re pêkan e
09:02 'Hiqûqa dijminatiyê li Aysel Tugluk tê sepandin’
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2022'YAN
06/02/2022
22:58 Li Qoserê şahiya helbestên pirzimanî hat lidarxistin
22:12 Ji bo Ocalan meşa dirêj ya li Frankfûrtê dest pê kir
19:06 Li Şemrexê jî xelk li dijî fatûreyên ceyranê rabû
17:56 Aydenîz: Yê ku çareseriyê pêşkêş dike birêz Ocalan e
16:41 Li Qoserê bi hezaran kes li dijî zeman daket qadan: Tayyîp îstîfa, dewlet îstîfa
16:18 Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî da sekinandin
15:59 Farqînê zema ceyranê hat şermezarkirin
15:49 TÛHAY-DER: Deemildest dawî li îşkenceyê bînin
15:13 Mêrdiniyan zema ceyranê şermezar kirin
14:25 Yek ji jin 2 kes bi çeka cerdevanan hatin kuştin
14:18 Li Semsûrê bi hezaran kes tevlî kongreya HDP'ê bûn
13:02 Jina ku hatibû Tirkiyeyê û careke din wê biribûn Îranê hat kuştin
12:46 Li kongreya Dersimê HDP'î li eywanê bi cih nebûn
12:28 Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Keskîn serdana malbata Şenyaşar kir
10:36 Esnafên Geverê li şûna ceyranê find pêxistin!
10:36 Li gorî JINNEWS’ê di meha çileyê de 32 jin hatine kuştin
10:35 Bijîjkan tedawiya girtiyê siyasî sekinandin û emeliyata wî betal kirin
09:01 Ji Mexmûrê bang li NY'yê kirin: Helwesta xwe zelal bike
09:01 Zîkrî Zebarî yê YNK'î: PDK, li gor daxwaza Tirkiyeyê namzet danî
09:00 Projeya Mezin rûxiya: Dixwazin kurdan di navbera Tirkiye û PDK'ê de asê bikin
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Raporên çekên kîmyewî ji 40 welatan re hatin şandin
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2022'YAN
05/02/2022
22:49 Piştî kuştina emîrê DAIŞ'ê bi 2 rojan Soylû çû Îdlîbê
22:07 Ji bo rojnamevan Yalçin kampanyaya #NurcanYalçınGazetecidir
21:20 Daxuyaniya Mazlûm Ebdî ya têkildarî el-Qureyşî
21:08 Sancar: Ger em li Dersimê bi ser bikevin, em ê li Tirkiyeyê jî bi ser bikevin
19:19 Aysel Tûglûkê cardin birin Girtîgeha Kandirayê
18:27 Nameyên birayê Garîbe Gezerê nadin wî
18:14 Panela di wêjeyê de zayendiya civakî hat lidarxistin
17:23 Li Rihayê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:06 DBP bi gel re civiya: Em ê Ocalan azad bikin
17:06 Li Geverê bi hezaran kes bi dirûşma “Me dişêlînin” daketin qadan
16:45 'Em ê bi têkoşîna xwe edaletê bînin vî welatî’
16:36 DOP: Pêdiviya civakê bi pêşerojeke azad heye
16:26 Ji bo berdana Tugluk bang kirin
16:02 Erdogan bi koronayê ket
15:57 ÎHD’ê li aqûbeta Tepelî pirsî
15:56 'Xetereya mirinê li ser jiyana girtiyê nexweş Abdûrrahîm Demîr heye’
15:49 Aydenîz: Komployê bi tecrîdê didomînin
15:05 Bi îşkenceyê perdeya guhê Karakaş teqandin û bi qayişê xwestin bixeniqînin
14:34 KESK: Xala 35’emîn rakin, dawî li sepanên dijdemokratîk bînin
14:30 ÎHD: Bila Ferhat Berkpinar were berdan
14:08 Dayikên Şemiyê piştgirî dan malbatên Doku û Şenyaşar
13:45 Ji bo dosyaya rojnameger Yalçin biryara nepeniyê hat dayîn
13:23 Xizmên windayan aqûbeta Çelîk pirsîn
12:41 Cîhazê hilmijê yê girtiyê nexweşê kezebê nadinê
12:30 Kesê ku destdirêjî li zarokekî kirî hat binçavkirin
12:29 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin
12:09 Kovara Philosophia bi hejmara taybet derket
12:02 Li Geverê 26 jin bi gefa parvekirina wêneyên wan hatin tacîzkirin
11:46 Rojnameger Sarya: Xeta îxanetê dê têk biçe
11:16 Tevî biryara beraetê jî nahêlin li karê xwe vegere
10:28 Notirvanan li Mereşê kesek birîndar kir
10:24 Tîryakî: AKP’ê ji bo Guzel hêj zû de biryar da bû
10:16 Şaredarî bêyî ku cih ji dikandaran veqetîne pasaja wan hildiweşîne
09:04 Dayikên cizîrî 15'ê Sibatê şermezar kirin: Em deyndarê Ocalan in
09:04 'Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in'
09:04 Fatûreya wî ya ceryanê 17 hezar hat: Karê xwe li ber mûmikê dike
09:04 Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2022'YAN
04/02/2022
22:16 Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin
20:47 Li Xîzanê serbanê qada sporê hilweşiya: 2 zarok birîndar bûn
20:39 Polîsan daxuyaniya ji bo astengkirina muzîka kurdî asteng kir
20:13 Erdogan: Mala Barzanî wan helwestên xwe yên cuda îspat dikin
19:56 CFWIJ: Demildest Yalçin berdin
17:26 Hevşaredarê Amedê Mizrakli sewqî Edîrneyê hat kirin
17:22 Li Girtîgeha Amedê îşkence
16:47 Bavê girtî: Di 75 salên emrê xwe de min yek carê jî edalet nedît
16:41 Bi hezaran kes li dijî zeman derketin kolanan
16:36 Rojnamevanê ku hatibû binçavkirin hat berdan
16:27 Girtîgehê ava girtiyan kêm kir
16:25 Li Girtîgeha Bunyanê îşkence: Rewşa girtiyekî giran e
16:06 Bijîjk li pêş Meclisê ne: Heke vesazkirin neyên kirin em ê biçin grevê
15:38 Xwekujên DAIŞ'ê berdan
15:24 Ji Nobeta Edaletê: Em naxwazin darbestên zarokên me bên
14:42 Malbatên girtiyan ên hatin binçavkirin: Bila girtî nemirin
14:31 Rêxistinên civaka sivîl bang kir: Peymanên dersînorkirinê betal bikin
14:27 Aydenîz: Rêya aştî û demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:04 PFDK’ê ceza li Amedsporê birî
14:03 Doza Kobanê: Netew dewlet di eslê xwe de qirêj in
13:38 Ji 4 binçavkiriyên Hezexê yek jê hat girtin
13:28 Ji bo penaberê bi îşkenceyê hatiye kuştin gilî hat kirin
13:02 Rêxistinên sivîl: Deriyê ÎHD deriyê me hemûyan e
12:36 Çalakiyên ‘dişêlînin' belav dibin
12:33 Girtî Altug tevî biryara dadgehê jî nayê berdan
12:26 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8 kesan
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi şev û roj li edaletê digerin
10:40 Aykol: Li dijî faşîzmê tekane rêya serkeftinê, têkoşîna hevpar e
10:20 Rojnamevan Nurcan Yalçin kirin binçavan
10:17 Rojnamevan Kaya: PDK’ê jî di êrişên Tirkiyê de cih girt
09:59 ‘Girtîgehê dizanî ku birayê min dê bimre lewma berdan’