Li Şengalê êriş bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê bi sedan kes bi meşekê êrişên hewayî yên Tirkiyeyê şermezar kirin û li dijî êrişan îşaret bi yekîtiyê kirin.

Bertekên li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengal, Mexmûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li Şengalê êrişa hewayî yê di 1'ê Sibatê de hat kirin bi meşeke girseyî hat şermezarkirin. Di meşa bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) de bi sedan êzidî û ereb êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin. 
 
Meş bi Pêşengiya Meclisa xweseriya Demokartîk a Şengalê pêk hat. Di serî de gel li ber Seytereya Şehîd Selam a Asayîşa Êzdîxanê ya Xanesorê li hev kom bû û ber bi  Seytereya Mişterk ve meşiya ku barageha sereke ya foca 80 a Heşda Şabî bû û ji aliyê dewleta tirk ve hatibû bombebarankirin. Di meşê de ku pêkhateyên Ereb û xelkê herêmê beşdarbûn, bênavber dirûşmeyên wekî “Bimre îxanet, Bijî Berxwedana Şengalê, Bijî Berxwedana Mexmûr û Rojava” hatin berzkirin. Her wiha di meşê de pankartên  li ser, “Na ji Dagirkeriya Dewleta Tirk, Osmaniya nû re  li ser axa Iraqê re” û ‘Em fermanê jibîrnakin û  nahêlin bê ji bîrkirin” nivîsandî jî hatin hildan.
 
Piştî meş gihîşt Seytereya Mişterik, li cihê ku hatibû bombebarankirin daxuyanî hat dayîn.
 
Di daxuyaniyê de ewilî li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Hisên Hecî axivî û got: “Li ser navê gelê Şengalê û saziyên rêveberiya xweser bi pêkhaeteyên wê ve, em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê şermezar dikin. Ev êriş  li dijî hemû  pîvanên navneteweyî û navxweyî ne. Dewleta tirk bêyî ku hesab bide kesî serweriya xaka Iraqê bin pê dike û tu helwest ji aliyê Iraqê ve li hemberî van binpêkirinên li ser serweriya wê û civaka êzidî nîn in. Wekî ku em li xakek din dijîn, Iraq wiha nêzî me dibe. Em bang li NY’yê dikin. Ka halwesta we ya li hemberî êrişên li ser civaka êzidî ku rastî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê hatiney”
 
Di dewama daxuyanyê de bang li raya giştî ya cîhanê jî hat kirin ku rê li ber êrişên dewleta tirk ên li ser Şengalê bigirin û wiha hat gotin: “Em dibînin ev senaryoyên 2014’an ne, hîna li ser civaka êzidî tên meşandin û dixwazin careke din keç û jinên êzidî bên revandin û gel ji axa xwe koçber bibe.”
 
Her wiha li ser navê Meclisa Ereban a Gundê Medîban Xideyir Saleh jî axivî. Saleh di serî de êrişên li ser Şengalê şermezar kirin û got: “Li ser tevahiya gelên herêmê ev êriş tên kirin, lê civaka êzidî ji her kesî zêdetir ev êş  jiyane. Em bang li Iraqê dikin pêşî li ber van êrişan bigire û êdî bêdeng nemîne.”
 
Endama Kordinesyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel jî axivî û got: “Em ê tu carî Şengalê bi dest dijmin ve beranedin. Çi qasî êriş dikin bila bikin em ê li ser şopa şehîdên xwe bin. Em ê axa Şengalê bi dest dijmin beranedin. Em civaka êzidî bi şehîdên xwe ve girêdayî ne. Em dest ji axa bernadin ku bi xwîna şehîd Merwa, Saed û Zerdeştan hatiye avdan. Îrada me ji gef û êrîşên wan bihêztir e. Eger em bibin yek û bi îradeya xwe li ber wan bisekin em ê biser bikevin.”
 
Meş, piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Sernavên din

07/02/2022
11:13 Kars a ji Komkujiya 19’ê Kanûnê bi birîndarî xelas bûbû jiyana xwe ji dest da
10:51 Eren Keskîn: Ji ber ku me parêzertiya Ocalan dikir, xwestin me bikujin
09:34 Salvegera 10'emîn a GKSM’ê bi coş hat pîrozkirin
09:25 Polîsan bi ser malên HDP’iyan de girtin
09:03 Avên koçeran qut kirin: 16 hezar serî pez tî maye
09:03 Nûnertiya DBP'a Çûkûrovayê: Çareserî bi Ocalan re pêkan e
09:02 'Hiqûqa dijminatiyê li Aysel Tugluk tê sepandin’
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2022'YAN
06/02/2022
22:58 Li Qoserê şahiya helbestên pirzimanî hat lidarxistin
22:12 Ji bo Ocalan meşa dirêj ya li Frankfûrtê dest pê kir
19:06 Li Şemrexê jî xelk li dijî fatûreyên ceyranê rabû
17:56 Aydenîz: Yê ku çareseriyê pêşkêş dike birêz Ocalan e
16:41 Li Qoserê bi hezaran kes li dijî zeman daket qadan: Tayyîp îstîfa, dewlet îstîfa
16:18 Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî da sekinandin
15:59 Farqînê zema ceyranê hat şermezarkirin
15:49 TÛHAY-DER: Deemildest dawî li îşkenceyê bînin
15:13 Mêrdiniyan zema ceyranê şermezar kirin
14:25 Yek ji jin 2 kes bi çeka cerdevanan hatin kuştin
14:18 Li Semsûrê bi hezaran kes tevlî kongreya HDP'ê bûn
13:02 Jina ku hatibû Tirkiyeyê û careke din wê biribûn Îranê hat kuştin
12:46 Li kongreya Dersimê HDP'î li eywanê bi cih nebûn
12:28 Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Keskîn serdana malbata Şenyaşar kir
10:36 Esnafên Geverê li şûna ceyranê find pêxistin!
10:36 Li gorî JINNEWS’ê di meha çileyê de 32 jin hatine kuştin
10:35 Bijîjkan tedawiya girtiyê siyasî sekinandin û emeliyata wî betal kirin
09:01 Ji Mexmûrê bang li NY'yê kirin: Helwesta xwe zelal bike
09:01 Zîkrî Zebarî yê YNK'î: PDK, li gor daxwaza Tirkiyeyê namzet danî
09:00 Projeya Mezin rûxiya: Dixwazin kurdan di navbera Tirkiye û PDK'ê de asê bikin
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Raporên çekên kîmyewî ji 40 welatan re hatin şandin
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2022'YAN
05/02/2022
22:49 Piştî kuştina emîrê DAIŞ'ê bi 2 rojan Soylû çû Îdlîbê
22:07 Ji bo rojnamevan Yalçin kampanyaya #NurcanYalçınGazetecidir
21:20 Daxuyaniya Mazlûm Ebdî ya têkildarî el-Qureyşî
21:08 Sancar: Ger em li Dersimê bi ser bikevin, em ê li Tirkiyeyê jî bi ser bikevin
19:19 Aysel Tûglûkê cardin birin Girtîgeha Kandirayê
18:27 Nameyên birayê Garîbe Gezerê nadin wî
18:14 Panela di wêjeyê de zayendiya civakî hat lidarxistin
17:23 Li Rihayê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:06 DBP bi gel re civiya: Em ê Ocalan azad bikin
17:06 Li Geverê bi hezaran kes bi dirûşma “Me dişêlînin” daketin qadan
16:45 'Em ê bi têkoşîna xwe edaletê bînin vî welatî’
16:36 DOP: Pêdiviya civakê bi pêşerojeke azad heye
16:26 Ji bo berdana Tugluk bang kirin
16:02 Erdogan bi koronayê ket
15:57 ÎHD’ê li aqûbeta Tepelî pirsî
15:56 'Xetereya mirinê li ser jiyana girtiyê nexweş Abdûrrahîm Demîr heye’
15:49 Aydenîz: Komployê bi tecrîdê didomînin
15:05 Bi îşkenceyê perdeya guhê Karakaş teqandin û bi qayişê xwestin bixeniqînin
14:34 KESK: Xala 35’emîn rakin, dawî li sepanên dijdemokratîk bînin
14:30 ÎHD: Bila Ferhat Berkpinar were berdan
14:08 Dayikên Şemiyê piştgirî dan malbatên Doku û Şenyaşar
13:45 Ji bo dosyaya rojnameger Yalçin biryara nepeniyê hat dayîn
13:23 Xizmên windayan aqûbeta Çelîk pirsîn
12:41 Cîhazê hilmijê yê girtiyê nexweşê kezebê nadinê
12:30 Kesê ku destdirêjî li zarokekî kirî hat binçavkirin
12:29 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin
12:09 Kovara Philosophia bi hejmara taybet derket
12:02 Li Geverê 26 jin bi gefa parvekirina wêneyên wan hatin tacîzkirin
11:46 Rojnameger Sarya: Xeta îxanetê dê têk biçe
11:16 Tevî biryara beraetê jî nahêlin li karê xwe vegere
10:28 Notirvanan li Mereşê kesek birîndar kir
10:24 Tîryakî: AKP’ê ji bo Guzel hêj zû de biryar da bû
10:16 Şaredarî bêyî ku cih ji dikandaran veqetîne pasaja wan hildiweşîne
09:04 Dayikên cizîrî 15'ê Sibatê şermezar kirin: Em deyndarê Ocalan in
09:04 'Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in'
09:04 Fatûreya wî ya ceryanê 17 hezar hat: Karê xwe li ber mûmikê dike
09:04 Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2022'YAN
04/02/2022
22:16 Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin
20:47 Li Xîzanê serbanê qada sporê hilweşiya: 2 zarok birîndar bûn
20:39 Polîsan daxuyaniya ji bo astengkirina muzîka kurdî asteng kir
20:13 Erdogan: Mala Barzanî wan helwestên xwe yên cuda îspat dikin
19:56 CFWIJ: Demildest Yalçin berdin
17:26 Hevşaredarê Amedê Mizrakli sewqî Edîrneyê hat kirin
17:22 Li Girtîgeha Amedê îşkence
16:47 Bavê girtî: Di 75 salên emrê xwe de min yek carê jî edalet nedît
16:41 Bi hezaran kes li dijî zeman derketin kolanan
16:36 Rojnamevanê ku hatibû binçavkirin hat berdan
16:27 Girtîgehê ava girtiyan kêm kir
16:25 Li Girtîgeha Bunyanê îşkence: Rewşa girtiyekî giran e
16:06 Bijîjk li pêş Meclisê ne: Heke vesazkirin neyên kirin em ê biçin grevê
15:38 Xwekujên DAIŞ'ê berdan
15:24 Ji Nobeta Edaletê: Em naxwazin darbestên zarokên me bên
14:42 Malbatên girtiyan ên hatin binçavkirin: Bila girtî nemirin
14:31 Rêxistinên civaka sivîl bang kir: Peymanên dersînorkirinê betal bikin
14:27 Aydenîz: Rêya aştî û demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:04 PFDK’ê ceza li Amedsporê birî
14:03 Doza Kobanê: Netew dewlet di eslê xwe de qirêj in
13:38 Ji 4 binçavkiriyên Hezexê yek jê hat girtin
13:28 Ji bo penaberê bi îşkenceyê hatiye kuştin gilî hat kirin
13:02 Rêxistinên sivîl: Deriyê ÎHD deriyê me hemûyan e
12:36 Çalakiyên ‘dişêlînin' belav dibin
12:33 Girtî Altug tevî biryara dadgehê jî nayê berdan
12:26 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8 kesan
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi şev û roj li edaletê digerin
10:40 Aykol: Li dijî faşîzmê tekane rêya serkeftinê, têkoşîna hevpar e
10:20 Rojnamevan Nurcan Yalçin kirin binçavan
10:17 Rojnamevan Kaya: PDK’ê jî di êrişên Tirkiyê de cih girt
09:59 ‘Girtîgehê dizanî ku birayê min dê bimre lewma berdan’