Rapora Girtîgehên Tîpa T yên Tarsus, Aksaray û Eregliyê hat weşandin

  • rojane
  • 15:37 26 Çile 2022
  • |
img

MÊRSÎN – Di rapora ÎHD, OHD û TUHAY-DER a Çukurovayê de hat destnîşankirin ku îşkence li girtiyan tê kirin, nêzikatiyeke xerab heye û di mijarên xwarin, vexwarin û paqijiyê de jî pirsgirêkên mezin hene. Saziyan diyar kir ku mafê ragihandinê yê girtiyan jî tê binpêkirin û girtiyên nexweş nayên dermankirin. 

 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Şaxên Komeleya Piştevaniya Bi Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê (TUHAY-DER) yên Mersînê rapora ku di derheqê binpêkirinên li girtîgehên herêmê tên kirin de amade kirin, bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de pirsgirêkên li Girtîgehên Tîpa T yên Tarsus, Aksaray û Eregliyê hatin ragihandin. Di daxuyaniyê de Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Fatma Kurtulan û nûnerên rêxistina civaka sivîl amade bûn. Rapor ji hêla Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Mêrsînê parêzer Battal Gazî Încî ve hat xwendin. 
 
ÎŞKENCE Û NÊZÎKATIYA XERAB
 
Încî diyar kir ku îşkence û nêzikatiya xerab sûcekî li dijî mirovahiyê ye û wiha domand: “Li Girtîgeha Eregliyê endamên îstîxbaratê bi darê zorê dixwazin agahiyan ji girtiyan bigirin. Girtiyên ku naxwazin agahiyan bidin jî bi gotinên wek ‘em dikarin we ji vir derxînin ku êdî kesek şopa we jî nebîne’ gef lê tê xwarin. Ev sepan tê wateya binpêkirina qanûna mafê azadiya raman û îşkenceyê ye.”
 
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN BERDAN’
 
Di berdewamê de jî Încî naveroka hevdîtinên bi girtiyan re parve kir û da zanîn ku li hemû girtîgehan jî girtiyên nexweş hene lê tevî vê yekê jî yan nayên dermankirin an jî baş nayên dermankirin. Încî destnîşan kir ku ji bo gelek girtiyan rapora ku nikare di girtîgehê de bimîne hatiye derxistin lê dîsa jî bi hincetên cuda ev girtî nayên berdan. 
 
‘TENDURISTIYA GIRTIYAN DI XETEREYÊ DE YE’ 
 
Parêzer Încî daxuyand ku bijîşkên li herêmê gelemperî nêzikatiyeke xerab nîşanî girtiyan didin, bi rêbazên keyfî derman dikin û tedaviya bi kelemçekirî li girtiyan tê ferzkirin. Încî têkildarî xwarin û vexwarin û paqijiyê de jî ev agahî dan: “Hat dîtin ku xwarinê kêm didin, xwarina heyî nayê xwarin, ava şebekeyê ava bîrê ye û zêde şor e, demekî dirêj ava germ nadin girtîgehan, gelek caran av tê birîn û tiştên li kantînan jî hem biha û hem jî zêde bêqelîte ne. Li hêla din tevî rewşa pandemiyê jî alavên paqijiyê bi qasî tê xwestin nadin girtiyan, pir kêm maskeyan didin û gardiyan bêmaske dikevin girtîgehan. Bi kurt û kurmancî di vê rewşê de tenduristiya girtiyan di bin gefekî mezin de ye.” 
 
PIRSGIRÊKÊN RAGIHANDINÊ 
 
Încî di berdewamê de jî bal kişand ser pirsgirêka ragihandin û derfetên civakî û wiha pê de çû: “Mafê ragihandinê û derfetên civakî ji destê girtiyan hatiye girtin. Rojnameyên Yenî Yaşam û Evrenselê, pirtûkên bi Kurdî û yên li ser çand û dîroka Kurdî nadin girtiyan. Di heman demê de derfet ji girtiyan re nayê dayîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan bikarin bi rêveberiya girtîgehan re hevdîtinan bikin. Rêveberiyên girtîgehan bi cezayên disiplînê dema girtîmayînê dirêj dikin û vê rêbazê jî li dijî girtiyan wek gefekî bi kar tînin.” 
 
BANG LI SAZIYAN KIR
 
Încî di dawiya raporê de jî bang li saziyan kir û wiha got: “Banga me ji bo Komîsyona Mafên Mirovan a TBMM’ê, Wezareta Edaletê, Yekîneya Mafên Mirovan a Walîtiyê, Lijneya Şopandina Girtîgehê, Yekîneyên Edlî, partiyên siyasî û Rêxistinên Mafên Mirovan ew e ku serlêdanên me û raporên me yên bi raya giştî re hatine parvekirin esas bigirin û ji bo çareseriyê bikevin nava hewldanan.”
 
REWŞA AYSEL TUGLUK
 
Piştî xwendina raporê Hevserokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Hakki Demîr axivî û balkişand ser rewşa Aysel Tugluk û ev tişt anî ziman: “Rewşa ku Aysel Tugluk tê de ye rewşa girtîgehan radixe ber çavan. Tevî rapora ku nikare di girtîgehê de bimîne jî nayê berdan. Ev yek ne hiqûqî û ne jî wijdanî ye. Divê hemû kes berteka xwe nîşanî vê rewşê bide û ji bo Tugluk di nava hewldanan de be.”
 

Sernavên din

30/01/2022
09:06 Hevalên Abdulgaffar Dayan: Em ê xeyalên wî yên nîvco mayî pêk bînin
09:02 Bi helbesta 'Were Dayê Were' piştgirî da Emîne Şenyaşar
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'Ê
29/01/2022
23:05 Baroya Amedê: Astengkirina Xwebûnê înkarkirina hebûna kurdî ye
21:08 Aydenîz: Dizanin gava Ocalan biaxive dê demokrasî bê
20:24 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Tekane çare Ocalan e
17:05 ‘Xelkê Amedê nahêle navê Bahçelî li daîreyekê jî bê kirin’
16:16 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yagmekan were berdan
16:06 Qeyûm xwedî li projeyên nelirêtiyê derket
15:44 Înîsiyatîfê xwest Seyîd Narîn were berdan
15:22 Li Hesekê di navbera hêzên ewlekariyê û DAIŞ’ê de pevçûn derket
14:53 Jiyana girtiya nexweş Tokmak bi xetereyê re rûbirû ye
14:08 Xizmên Windayan aqûbeta Denîz û Taniş pirsîn
13:58 Li Cizîrê 4 kes kirin binçavan
13:56 Xwişka Ayşenûra 27 sal berê hat windakirin: Em kujeran nas dikin
13:47 Li Hesekê operasyonên legerînê berdewam in
13:14 Malpera rojnameya Yenî Yaşamê jî hat astengkirin
13:10 Rojnameger Guven: Denîz Poyraz bi fermana MHP’ê hat kuştin û haya Soylu jê heye!
12:50 Uca: Çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene?
11:52 Rêveberê Weqfa Belavkirina Ilmê bû serokê ATK’ê
11:47 Esenturk: Divê em bi hev re têkoşînê birêxistin bikin
11:33 Lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 327’emîn de ye
10:57 Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez hat binçavkirin
10:49 Rêxistinên ciwanan: Divê azadiya Ocalan were temînkirin
10:24 Di 13 saliyê de kete girtîgehê û niha jî ji bo azadiya bavê xwe têdikoşe
10:09 Malpera rojnameya Xwebûnê hat astengkirin
09:23 Midûrê polîsan ji malbata Dayan re got: Çima hûn bûyerê ber bi cihekî din ve dikişînin
09:12 Gel nikare biçe nexweşxaneyên bajêr ên veguherîne qadên rantê
09:11 Îstinafê cardin cezayê li Bîlîcî hatibû birîn xera kir û vê carê biryara beraetê da
09:11 Halê bazarê: Destvala vedigerin malê
09:10 ‘Divê hêza gelan tecrîda li Îmraliyê bişikîne'
09:09 Dayika Batû yê 37 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye bifikar e
09:09 Hevserokên HDP’a Amedê: Gotinên Kiliçdaroglu baş in lê têr nakin
09:08 Tevî biryara dadgehê jî girtî nayê berdan
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:05 Wezîrê Dadê Gul îstîfa kir, Bekîr Bozdag tayînî şûna wî hat kirin
28/01/2022
17:43 DBP'ê serdana Bîlgeyê hat berdan kir
17:31 Cezayê hepsê li endamên Komeleya Ciwanan a Şerzan Kûrt hat birîn
16:12 Nobeda Edaletê: Daxwazên me ji bo hemû mirovahiyê ne
16:11 ‘Rêya aştiyê wê di Roboskê de derbas bibe’
15:47 Raportorê PE'yê Amor piştgirî da Gergerlîoglû
15:40 Li gorî dozger dizî na lê aşkerakirina diziyê sûc e!
15:13 Li Îzmîrê ji bo Dayan daxuyanî hat dayîn: Dawî li kuştinên plankirî bînin
15:02 Egitim Senê ji ber qanuna mamostiye li meclîse rê fax şand
14:15 Jina kobanî bi pitika xwe ya 15 rojî re hat binçavkirin
14:14 Çalakiya malbata Doku di roja 28’emîn de ye
13:44 Penaberên afgan ên qaçax dihatin xebitandin hatin binçavkirin
13:42 Başaran: Nexwê deriyan vekin bila Ocalan biaxive
13:18 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
13:17 700 zarokên ku DAIŞ'ê wan ji xwe re kir mertal, li navendên rehabîlîtasyonê hatin bicihkirin
13:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Li çar bajaran herî kêm 6 kes kirin binçavan
12:40 Lavrov: Rûsya şer naxwaze
12:10 Xelkê Amedê bi serkeftina Hesekê dilşad bû: Yekitî ferz e
12:02 Li Enqereyê zext û gefên li ciwanan tên kirin didomin
11:49 Li dijî balafirxaneya Bexdayê êrişa bi mûşekan pêk hat
11:44 Haşim Gezer bang li parêzerên Xerîbeyê kir: Xwe bigihînin min
11:10 Newroz Ehmed: Me li dijî ‘şaneyên razayî’ operasyon da destpêkirin
10:49 Abdullah Ocalan: Bila kes li ser navê min neaxive
10:12 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ciwanekî din ji tiryakê xelas kir
10:05 Dê Aysel Tugluk bişînin ATK’ê
09:45 AYM’ê serlêdana rojnamevan Guleş qebûl nekir
09:25 Gunay: Hewceye tecrîd rabe û Ocalan bi xwe biaxive
09:03 Dayika Abdulgaffar Dayan: Bila erebeyên zirxî ji sûkê û cadeyan vekişînin
09:03 Armanca ewil a ciwanan şikandina tecrîdê ye
09:03 Walîtiyê nehişt standa ji bo xebatên kurdî bê vegirtin
09:03 ‘Em bibin dengê girtiyan'
09:03 TGS'ê bang li BBC'yê kir: Daxwazên rojnamevanan qebûl bike
09:03 Dengbêj Hediye: Dengbêjî serîhildana jinê ye
09:03 Dayika girtî: Me zarokên xwe ne ji bo îşkenceyê mezin kirine
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2022
20:33 'Nobeda Spî' didome
20:18 Siyasetmedarên hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
19:39 Platforma Tenduristiyê ya Amedê serdana 'Nobeda Edaletê ya Spî' kir
19:26 Azadkirina Kobanê hat pîrozkirin
18:10 Malbata Dokûyê giliyê Cemîle Yucerê kir
17:48 Aydenîz: Em ê bi rêxistinbûyînê bersiva êrişên îqtidarê bidin
17:00 ‘Li girtîgehê tiştên derî mirovahiyê tên serê min'
16:45 Ji bo piştevaniya bi Tugluk re qert hatin şandin
16:38 Piştgiriya ji bo Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan mezin dibe
16:36 Malbata Dayan bertek nîşanî qeyûm Tunç da: We ev cînayet kiriye
16:11 Bi gotina 'xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im' doza êrişê zêde bû
16:02 Malbata Dokû: Bila Zainal Abarakov bê darizandin
15:55 HSD’ê bersiv da UNICEF’ê: Em girêdayî peymanên mafên zarokan in
15:29 Girtiyê 30 salan Sittar Gunduz hat berdan
15:17 Yekemîn danişîna doza kujerê jina êzidî Rasho hat dîtin
15:13 HSD: Derdora 90 çeteyan li bakurê Girtîgeha Sînaayê asê bûne
14:50 Di 14 salan de 20 jê zarok bi giştî 41 kes bi wesayîtên zirxî hatin kuştin
14:40 Velî Keleş ê êrişî malbata Dedeogûllari kir, ji Erdogan alîkarî xwest
14:30 Li Rihayê 4 siyasetmedar hatin tehliyekirin
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:58 Nunerên sendîkayan: Têkoşîn û tifaqa hevpar hêvî dide avakirin
13:40 Li Şirnexê karkerên medenê dev ji kar berdan
13:37 Mehmet Ocalan: Şûna ku li ser navê wî biaxivin bila bihêlin ew bi xwe biaxive
13:18 DBP amadekarî dike ku li Stenbolê bi gel re bê gelhev
13:10 Şaredariya qeyûm li xwe girt ku wesayîta wan li Dayan qelibiye
12:58 Aydenîz: Hewldanên Erdogan berhewa ne, deriyan vekin bila Ocalan biaxive
12:57 Tetikkêşê Komkujiya Konyayê di 2 mehan de 50 hezar TL xerc kiriye
12:33 Li Mêrdînê wesayîta ku jinekê eciqand a Artêşa Tirk derket
12:27 ‘Emîne Şenyaşar 325 roj in li dijî tundiyê li ber xwe dide’