29 sal derbas bûn: Kujerên Orhan diyar in

  • rojane
  • 11:09 18 Çile 2022
  • |
img

WAN - Eşref Karaagar ê birayê belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar ku hatibû qetilkirin diyar kir ku kujerên kekê wî tên zanîn û got: “Orhan jî wek her kesî dizanibû li pêşiya wî mirin heye, lê dîsa jî di rojnameyê de xebitî.” 

Belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di 19’ê çileya 1993’yan de li naverasta kuçeyê li Wanê hat qetilkirin. Bi ser qetilkirina Karaagar re 29 sal derbas bûn. Dema diçe mala xwe li Cadeya 2’yê Nîsanê kesên çekdar gule lê direşînin û wî qetil dikin. Tevî ku ewqas sal di ser kuştina wî re derbas bûn jî hêj kujer nehatine dîtin. 
 
Karaagar di heyama darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de du sal û nîv di Zindana Amedê dimîne û tê berdan. Di damezrandina Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Wanê de cih digire. Di sala 1991’an de li Rojnameya Ozgur Gundemê dest bi xebatê dike û wextê rojname belav dike jî gelek caran gefên kuştinê lê tên xwarin. Karaagar gotibû, “Heta ez hebim ez ê vê rojnameyê belav bikim.” Û heta roja ku hat qetilkirin jî rojname belav kirin. 
 
DI ZINDANA AMEDÊ DE DIMÎNE 
 
Eşref Karaagar ê birayê Orhan Karaagar diyar kir ku kekê wî kesek şoreşger bû û wiha got: “Di salên 1970’an de tevgerên kurd bandor li ser wî jî kiribûn. Orhan vê tesîrê kiribû ruhê xwe. Ew her tim bi sekna xwe ya şoreşger û mirovek baş tê bîra me. Piştî darbeya 1980’yî me dît ku em jî ketine nava vê xeleka agir. Di sala 1982’yan de hat giritn û wî xistin Zindana Amedê. Piştî ku derket jî li cihê mayî têkoşîna xwe dewam kir. Pişt re kirasê ji hesin li xwe kir û ket nava pêvajoya dijwartir.” 
 
BERXWEDAN JÎ BEDEL JÎ GIRAN BÛN 
 
Karaagar anî ziman ku piştî 1980’an bi mezinbûna têkoşîna kurdan re bedelên giran hatin dayîn û got: “Dema têkoşîn mezin bû, helbet hem berxwedan hem jî bedel jî giran bûn. Piştî ku kekê min li rojnameyê dest bi xebatê kir, êdî kirasê ji hesin li xwe kir. Ev yek ji bo hemû xebatkarên rojnameyê derbasdar bû. Êdî gotina ‘kî çiqas bijî’ di hişê me de diçû û dihat. Her kes li ser agir bû. Li bakurê Kurdistanê cînayetên kiryar nediyar, qetilkirinan û kuştinan dest pê kiribû. Dayika min, hevjîna wî û em hemû êdî ji bo Orhan ketibûn nava fikaran. Lê me dizanibû Orhan xebata rojnameyê kiribû terzê jiyana xwe. Orhan jî wek her kesî mirinê da ber çavê xwe û xebata xwe domand. Wek hevalên xwe din ew jî hat qetilkirin.” 
 
QETILKIRIN NEHAT RONÎKIRIN 
 
Karaagar behsa roja kuştina kekê xwe Orhan kir û got bi awayek nemerdane hat qetilkirin. Karaagar destnîşan kir ku li gel kiryar an jî kujerên kekê wî diyar in lê qetilkirina kekê wî wek gelek qetilkirinên din kiryar ‘nediyar’ ma û heta niha jî tu encamek derneketiye. Karaagar anî ziman ku tu ferqa niha ji salên 90’î nemaye û hêj xerabtir bûye û got: “Hêj rojnamevan, ronakbîr di zindanan de ne. Lê çi dibe bila bibe, hêviya me tu demê neçilmîsî û ev hêvî her ku diçe mezin dibe û em têkoşîna xwe didomînin.” 
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

21/01/2022
16:37 Li Mêrsînê jinek hat girtin
16:37 Kemalbay: Daxwazên girtiyên di grevê de ne pêk bînin
16:21 ‘Bila Aysel Tugluk azad bibe’
15:49 Pervîn Bûldan bi koronayê ket
15:24 Dede: HDP wê bi vê doznameyê nayê girtin
15:19 Girtiyê 70 salî jiyana xwe ji dest da
14:33 Li Silopiya kesek hat girtin
14:20 DAIŞ'ê li Hesekê êriş pêk anî û şer derket
14:14 Ji ÎHD’ê rapora Anatoliya Navîn: 83 jê giran 231 girtiyên nexweş hene
14:01 Li Şirnexê civîna ‘operasyonê’ li dar xistin
13:28 Ji bo Tugluk banga lezgîn li NY'yê hat kirin
13:28 Rêvebera Egîtîm Senê hat berdan
13:18 Têkildarî kuştina Kerzîban Keskîn 4 kes kirin binçavan
13:17 Jinan ji bo doza Denîz Poyraz banga tevlîbûnê kirin
13:08 Ferît Şenyaşar gazî mebûsan kir: Terefê xwe diyar bikin
12:44 Kujerê Sertîp Şen beşdarî danişînê nebû
12:36 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:35 Hevdîtina 8 partiyan: Pêwistî bi hevkariya têkoşînê heye
11:49 Derbarê rojnamevan Guney de biryara ‘neşopandinê’ hat dayîn
11:21 ATK nahêle girtiyê ji mêjî, dest û lingê xwe nexweş e were berdan
11:03 Dahatên Seha Futbolê ji serokê AKP'î re tên veqetandin
10:31 Jinên sendîkavan: Krîz kûr dibe, çareserî li kuçeyan e
09:34 Dedeogullari: Îfadeyên 7 neferên malbata min li ber çavan nehatin girtin
09:08 Şêniyên Ben û Senê tên mexdûrkirin
09:08 Pêdiviya Semsûrê ne bi girtîgehan, bi îstihdamê heye
09:08 Li Sûrê avahiyên dîrokî di bin avê de man
09:08 Li Şirnexê di 3 mehan de 160 kes bi îdiayên 'şahidên nepen' hatin binçavkirin
09:07 Sekmen: Dersa bijartî polîtîkayeke xapandinê ye
09:07 Ji qeyûmê Mêrdînê revîzyoneke îmarê ya dijî qanûnê
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2022
23:48 QSD: Êrişa DAIŞ'ê bi ser neket
21:03 Dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
18:23 AYM, dîtina derbarê esasê de ya Dadgeha Bilind ji HDP'ê re şand
16:51 Nobeda Edaletê: Divê zindan bibin rojeva ewil
16:18 Serhed Goç-Der: Mafê penaberan tê binpêkirin
16:15 Endamên EŞÎK'ê serdana Koma HDP'ê ya Meclisê kirin
15:35 Ceza dan xûça Gulistan Dokû
15:24 Çalakiya ji bo Gulistanê di roja 20'an de ye
15:23 Platforma Jinan a Mêrsînê bang li Wezaretê kir: Karê xwe bikin
15:13 Derbarê rojnamevan Gok de dozek nû hat vekirin
14:53 Li Şirnexê riya 129 gund û mezrayan hat girtin
14:47 Ji bo Semra Guzel 'Komîsyona Amadekariyê' hat avakirin
14:01 Agahî ji Goksu yê hatiye girtin nayê wergirtin
13:42 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:35 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê nobedê dan destpêkirin
13:19 Derbarê Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan de doza ‘Garê’ hat vekirin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:38 Rojnamevan Kaya 17 car in derdikeve pêşberî dadger
12:38 Mitînga HDP’ê ya Amedê hat taloqkirin
12:36 Bakurê Kurdistanê di bin berfê de maye
12:36 Gunay: Divê Tirkiye tavilê dest ji dagirkirina Efrînê berde
12:02 Doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:41 Malbata Şenyaşar: Heta ku jiyan bidome wê têkoşîna me berdewam bike
11:41 Li Wêranşarê kuçe û cade veguherîne kort û çalan
11:10 DEDAŞ'a ku xelkê bê ceyran dihêle, bi helîkopterê diçe ceyrana qereqolê çêdike!
10:52 Li Amedê dê 'Kargeha Çîrokê' were lidarxistin
10:11 Demîrtaş: Tecrîdê rakin û bi Ocalan re biaxivin
09:59 Girtiyê teşhîsa xelet danîn ser felc ma
09:58 Gotiye ‘he’ 10 sal ceza lê birîn!
09:20 Wê doza Denîz Poyraz bi girseyî were lidarxistin
09:01 Girtîgeh veguherandin zanîngehê
09:01 Ma Music dê 'Rojên Muzîkê' li dar bixe
09:01 Beriya komkujiyê tetikkêş Altûn birine 'kampên moralê'
09:00 Dê dosyeya Kirbayir bişînin AYM'ê
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
19/01/2022
23:07 Bavê Îlham Ehmed jiyana xwe ji dest da
17:30 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:27 Biryara 'hepsa malê' ya derbarê hevşaredaran de piştî 613 rojan hat rakirin
17:12 Hrant Dînk li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn: Wê ji kujeran hesab were pirsîn
17:12 Doza Madimakê hat dîtin: Demborî ne pêkan e
17:01 ÎHD'ê Orhan Karaagar bi bîr anî
16:34 DTSO û ÎHD'ê banga hilbijkartina dersên bijarte yên kurdî kirin
16:25 ‘Vê berfa ku dibare jî agirê di kezeba me de natefîne’
16:12 HDP’ê serdana xebatkarên BBC’yê ku di grevê de ne kirin
15:52 Olûç: Di komkujiya Konyayê de gelek pirs hene, nayê lêkolînkirin
15:44 Çalakiya malbata Dokû rexmî barîna berfê jî didome
15:22 Li taxên Peyasa Amedê rê girtî ne û ceyran jî hatiye birîn
15:22 Hrant Dînk li pêş mala lê ji dayik bûbû hat bibîranîn
15:21 Kelûpelên girtiyan destserkirin û birin li kantînê firotin
14:45 Doza karesata keştiyê ku 61 penaber fetisîbûn hat taloqkirin
14:29 Rojnamevan Orhan Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:12 Li Mêrdînê qezaya trafîqê: 3 kes mirin û 10 kes jî birîndar in
14:06 Li dijî pêkanînên keyfî 6 roj in di greva birçîbûnê de ne
13:54 Polîsan nivîsa ji berfê ya li ser dîwar qedexe kir!
13:54 Ji ber straneke kurdî ji parlementera HDP’î re fezleke amade kirin
13:24 Ji bo aktîvîstê aştiyê ceza hat xwestin
13:11 Xelkê Amedê: Qeyûm şovê dike lê xebatê nake
13:01 Piştî ku rê hatin girtin qeyûm meseya qrîze ava kir
12:18 Rêya Dîlok û Edeneyê hat girtin, bi hezaran kes di rê de man
11:35 Rojnameger Daştan: Li Efrînê her tişt bi agahiya NY'ê bû
11:22 ‘Tirkiye, Iraq, PDK û NY dixwazin Mexmûrê vala bikin’
11:22 Li naverasta kuçeyê sîxuriyê li zarokê 17 salî ferz kirin!
10:22 Ocalan: Werin em vekirî nîqaş bikin kî terorîst e û kî nîne
10:21 ji ber berfê li bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin
09:43 Dr. Salih: Bikaranîna çekên kîmyewî zirareke cidî dide xelkê û herêmê
09:42 Berfê li Amedê rê girtin û qeyûm 'ne amade' bû!
09:39 Serokê Yeşîlayê bi kafeya xwe ya nargîleyê li dijî tiryakê têdikoşe!
09:21 KASED dê li Mêrsînê konserekê li dar bixe
09:20 'Girtiyên înfazên wan hatine şewitandin berdin'
09:18 Înfaza girtiyê ku tevahiya laşê wî îflas kiriye hat şewitandin