Meclîsa Jinan a HDP’ê: Êrişên desthilatê nikare paşve gavê bide avêtin

  • jin
  • 14:31 14 Çile 2022
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bertek nîşanî hedefgirtina desthilatê ya li dijî Semra Guzel da û wiha got: “Desthilat bi van êrişan nikare bi me paşve gavê bide avêtin.”
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, bi civîna çapemeniyê ku li avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê li dar xist, geşedanên rojane nirxand. Başaran, da zanîn ku Komkujiya Konyayê ji bûyera kuştina Deniz Poyraz ne cudatir e û wiha got: “Ev êriş ne êrişeke ku ji aliyê kesekî ve pêk hatiye ye. Yên ku ev komkujî plan kirine desthilata ku bi polîtîkayên xwe yên nefretê civakê tîne hemberî hevdu ye. Heta bersûcên esas ên kurd kirin hedef bên darizandin em ê şopdarê vê dozê bin.”
 
‘PÊKANÎNÊN LI GIRTÎGEHAN MÎNA YÊN SALÊN 80 NE
 
Başaran, bi lêv kir ku rejîmeke tecrîdê ya ji Îmraliyê belav dibe heye û wiha berdewam kir: “Fatûraya tecrîdê li girtiyan tê birîn û êrişeke topyekun li dijî girtiyan heye. Pêkanînên li girtîgehan mîna yên salên 80 ne. Bi betalkirina înfazan, îşkenceya li girtiyan tên kirin, neavakirina şertên ji bo girtiyên nexweş, dayina raporên ATK’ê yên ji bo girtiyên nexweş a ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dide xuyakirin ku çawa nêzî rejîma îdamê ya fîîlî dibin.”
 
BERPIRSYARÎ YA DESTHILATÊ YE
 
Başaran, dazanîn ku li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene û wiha dirêjî da azaftina xwe: “Ji vana yek jê Aysel Tûglûk e. Zanîngeha Kocaeliyê dibêje 'nikare di girtîgehê de bimîne'. Lê tevî nexweşiya giran Ayselê bernadin. Ne tenê Aysel Tûglûk, Hevseroka HDP'ê ya Mûşê ya berê Mûhlîse Karaguzel jî tevî gelek nexweşiyên xwe nayê berdan. Girtiyên jin ên mîna Garibe Gezer bi tecawizê û tundiyê rû bi rû mane û bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane hene. Lê belê kesên vê yekê şermezar dikin tên girtin. Li Girtîgeha Kandirayê cezayê dîsîplînê li 15 jinên girtî yên mirina Garibeyê şermezar kirin hat birîn. Dîsa Leyla Guven bi gefxwarina gardiyanan re rû bi rû ma. Berpirsiyariya pirsgirêkên ku derbarê hevalên me yên rehîn hatine girtin de aîdî desthilat û Wezareta Dadê ye.”
 
‘EM Ê LIGEL SEMRA GUZEL BIN’
 
Başaran, bertek nîşanî hedefgirtina desthilatê ya li dijî Semra Guzel da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hevala me Semra Guzel ji ber yekî ku ji xwe re dibêje rojnameger im wêneyên wê belav kir bi gotinên zayendperest re rû bi rû ma. Em dizanin ku dema desthilat hêza xwe winda dike êrişî jinan û partiya me dike. Desthilat bi van êrişan nikare bi me paşve gavê bide avêtin. Em ê li gel Semra Guzel bin. Li vî welatî tundî û cinayetên jinan her roj zêde dibin. Lê belê îstatîstîkên rast ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve nayên parvekirin. Dema em dibêjin kuştinên jinan polîtîk in desthilat bertekê nîşanî vê yekê dide. Li welatên demokratîk û alîgirê jinê Serokê Dadgeha Bilind hesab dide. Lê belê hûn çima mêran diparêzin? Di 8’ê Adarê de jî jin derketibûn qadan û tundî, cinayetên jinan şermezar kiribûn lê belê serokê dadgehê li ser dosyaya jin jê dihatin darizandin got 'Li vî welatî 10 jin ger dimirin 20 jî mêr dimirin' em jî kom bibin? Ev nêzîkatî nîşan dide ku tundî, îşkence û kuştinên jinan polîtîk e. Her roj newekheviya zayenda civakî û cinayetên jinan zêde dibin. Ev jî di televizyonan de bi awayekî pornografîk tên nîşandan. Her wiha tifaqa AKP’ê û MHP'ê destkeftiyên jinan ji destên wan digire. Li vî welatî bi qedexeya kurtaja fîîlî zarokên temenê wan biçûk bi zorê tên zewicandin û bi vê yekê pêşiya îstismarê tê vekirin. Ji bo jin di nava malbatê de nebin argumanên azad çi ji destên desthilatê tê dike. Mînaka vê ya dawiyê pakêta darazê ya 6’emîn e. Di vê pakêta darazê de nîqaşên nefeqeyê mafê nefeqeyê yên zarokan û ûsûla hevberdanê tên nîqaşkirin. Dîsa li ser  şêwazên hevberdanê û navbeynkariya malbatê tê axaftin. Wekî fîîlî navbeynkariya malbatê li vî welatî pêk tê. Dema tundî li jinê tê kirin û diçe qereqolê jê re gotina 'Ma wê ji şîmaqekê çi bê?' tê kirin. Bi van gotinan jiyana di nava tundiyê de li jinê tê ferzkirin. Lê belê em dev ji Peymana Stenbolê, mafê nefeqeyê, destkeftiyên xwe bernadin. Me ev bi têkoşîna xwe bi dest xistin. Li tevahiya welêt qeyrana aboriyê heye. Fatureya herî buha ji jinê re tê birîn. Ji ber polîtîkayên nefretê yên îktidarê, ji ber çavkaniyên welêt ji şer, ji alîgiran, ji rantê re dihere loma em fatureya qeyrana aboriyê didin. Jin herî zêde di bin bandora vê yekê de dimînin û nikarin alavên paqijiyê bigirin. Tampon û ped bi buhayên zêde tên firotin û ev yek jî bandoreke neyînî li ser tenduristiya jinê dike. Me wekî Meclîsa Jinê ya HDP'ê teklîfa qanûnê da Meclîsê ku alavên paqijiyê ji bo jinan bê pere be. Lê derbarê vê yekê de tu geşedan pêk nehatin. Wezareta Malbatê dibêje 'Em ê sererastkirinekê bikin' lê belê ev gotin li hewayê dimîne. Em bang li Wezareta Malbatê dikin: Jin nikarin alavên paqijiyê bigirin. Divê ev yek di rojeva we de be. Divê tendirustî û siberoja jinê di rojava we de be.”
 
 
 

Sernavên din

19/01/2022
09:16 Bang li CPT'yê kir: Girtîgeh bûne navendên mirinê
09:09 Di hevdîtina vekirî de nehiştin hevjînên hev li kêleka hev rûnên
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
18/01/2022
22:06 Li Qoserê formên dersên bijarte nedan xwendekaran
20:23 Ji bo dersa kurdî belavok belav kirin
20:10 Daxuyaniya hevpar a 8 partiyên siyasî: Em bibiryar in ku berpirsiyariya civakî pêk bînin
18:41 Berfê li navçeyên Amedê jî erd spî kir
16:57 'Nobeta Edaletê' ya Wanê di roja 40'î de ye
16:54 Berfê li Amedê rûyê erdê spî kir
16:33 Serokên daîreyan ên qeyûmê Amedê şerê hev kirin
16:15 Artêşa Iraqê gef li Şengalê dixwe
16:14 Wê daxwaza malbatên Nobeda Edaletê digirin li mitînga Amedê olan bide
15:42 HDP'ê xebatên xwe yên mitînga Amedê li Bismîlê domand
15:32 Rêxistinên sivîl banga parastin û bijartina dersên kurdî kirin
15:13 Ceza li Serokê Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:13 Bûldan: Yên ku tecrîdê didin sepandin û qala Îmraliyê dikin ne jidil in
15:03 Li Aydinê hin dibistanan kurdî ji dersên bijarte derxistin
14:43 Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan serdana malbata Şenyaşar kir
14:13 Şenyaşar: Wê hemû deriyê edliyeyên Tirkiyeyê bibin cihên nobeta edaletê
14:13 Leşkeran li Şêrwanê ciwanek kirin binçavan
14:02 Dadgehê cezayê dîsîplînê betal kir
13:03 Çalakiya ‘Gulistan li ku ye?’ di roja 18’an de ye
12:54 Bahçelî bertekên amediyan bi "dabeşkirinê" sûcdar kir
12:43 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:43 PADÊ: Divê Iraq Şengalê neke qada aloziyê
12:23 Faîlê destdirêjiyê Serokê Ocaxa Ulkuciyan a Ûmûrlûyê hat berdan
11:09 29 sal derbas bûn: Kujerên Orhan diyar in
10:26 Ruhê berxwedêr ê Kalo li her kûçeyên Amedê ye
10:22 Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê angaştên derpkirinê lêkolîn nekir
09:00 Di 15 salan de 82 hezar û 253 kes ji ber tahdeyê serî li TKFD'ê dane
09:00 Krîzê traktor pê da firotin, niha jî dora heywanan e
09:00 Heyeta Şopandinê zend û benda badan: Em ê bibin dengê girtiyan
09:00 Li şûna dibistanên hatin hilweşandin navendên bazirganiyê çêdikin
09:00 Çalakgerê greva birçîbûnê Yagiz: Divê her kes li berxwedana li Îmraliyê xwedî derbikeve
09:00 Ji ber strana bi kurdî derbarê wî de îdianame amade kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'Ê
08:56 Li Qeyseriyê erdhej çêbû
17/01/2022
21:22 Karkerê di kana komirê de jehrî bû jiyana xwe ji dest da
20:38 Li Semsûrê kesek hat girtin
19:29 Platforma Jinan a Çîgîlê ji bo berdana Aysel Tûglûkê bang kir
19:12 KCD û DBP çûn taziyeya Kalo
19:00 'DEDAŞ hem ceryanê qut dike hem jî heqê jeneratorê ji gel distîne'
17:04 Wê li pêşiya ATK'ê çalakiya 'Em ê destûr nedin mirinan' bê destpêkirin
16:18 Xebatên HDP'ê yên mitînga Amedê didomin
16:10 Rêveberê HDP'ê Sedat Duşunmez hat berdan
16:04 Dibe ku ciwanê polisan gule lê reşandibûn seqet bimîne
15:39 Li Riha û Colemêrgê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:08 ÎHD: Li Enqereyê binpêkirina mafan zêde bûye
14:41 Ji gotina "xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im" beraet kir
14:23 PENa Kurd banga bijartina dersa kurdî kir
14:05 Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê DBP'ê Aslan taloq bû
14:04 Li ber edliyê gazî kirin: Gulistan li ku ye?
14:03 Doza Geziyê: em teslîm nabin, hûn teslîm bibin
13:48 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li endama MEBYA-DER'ê birîn
13:35 Polêsan li Silopiyayê 3 kesan binçav kirin
13:25 5 roj in agahî ji 3 kolberan nayê girtin
13:12 Rojê nanekê didin girtiyan
13:02 Malbatên girtiyên nexweş: Li girtîgehan ‘hiqûqa dijminatiyê’ tê sepandin
12:44 Gergerlîoglû ji bo xerc û bihayên xwarinên girtiyan pêşniyarqanûnekê da meclisê
12:29 Dêrsim de fotoxrafê vore
11:42 Malbata Şenyaşar: Gelo wê kesekî ku ji vê zilmê re bibêje bes e dernekeve?
11:32 Rêveberê HDP'a Wanê hat binçavkirin
11:31 Rewşa girtiyê 29 salan Yildirim giran dibe
11:26 Kalo heta mirinê rastiyan gihand xelkê xwe
09:54 Kolberek birîndar bû
09:08 HDP wê li Amedê mitîngek mezin li dar bixe: Gelê Amedê wê bersiva êrişan bide
09:08 Parêzer Gîzem Mîran: Tecrîd sûc e û divê were rakirin
09:08 Guleryuz ê HDP’yî: Em di lêgerîna temsîlyeta rasteqîn de ne
09:08 Bi endîşeya ku wê zarokên xwe nebîne dê emeliyat bibe!
09:08 Jin dixwazin Aysel Tugluk were berdan: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2022
20:04 Cenazeyê du penaberan ku qerisîne hatin dîtin
18:21 Zeydan: Keda gelê me wê azadî û aştiyê bîne
18:04 Xelk li eywanê bicih nebû, kongre li kuçeyê pêk hat
17:53 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:08 Di nobetên edaletê de serdanên piştgiriyê didomin
16:29 Geveriyan Zeydan bi coş pêşwazî kirin
16:18 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
16:11 Generalê biçûk Kalo hat veşartin
15:52 'Kujerê Enes ev pergal e'
15:22 Ji çar milan ve xebatên mitînga HDP'ê tên kirin
15:06 Bûldan li Êlihê banga bi dawîkirina tecrîdê kir
14:39 HDP li Edenê jî diçe kongreyê
14:38 Tûran: Bi HDP'ê pêvajoyeke nû tê avakirin
14:05 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 314'an de didome
13:40 HDP bi komeleyên heremî re civiya: Ji welat re rêya sêyemîn pêwîst e
12:40 Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Bîerbaûm: Divê qedexeya PKK'ê rabe
12:13 Generalê biçûk ê Apê Mûsa, Kalo jiyana xwe ji dest da
11:41 Baz Efrîn: QSD amade ku gelê xwe biparêze
11:39 Mizrakli: Kesên xatirê wan li cem me nîne qet nabe daristana wan hebe
10:25 Ji bo Tifaqa Demokrasiyê 8 partî tên tên gel hev
09:49 Mele Ozdemîr cara sêyemîn hat girtin
09:04 Li çar hawirdorên cîhanê jin ji bo Tûglûkê bûn yek deng
09:03 ‘Em navê Bahçelî naxwazin, bila bi navê Tahir Elçî be'
09:02 Seroka Giştî ya Malên Gel: Yekîtiya çalakiyê şert e
09:01 Emeklî-Sen: Em ê di nav Tifaqa Demokrasiyê de cih bigirin
09:01 Hunermend Taşdogan: 'Xem Neke' diyarî wê berxwedanê ye
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2022'YAN
15/01/2022
21:33 Gel vexwandin mîtînga Amedê ya HDP'ê
21:13 Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz bê berdan