Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan daxwaza azadiyê hat kirin

  • rojane
  • 17:06 11 Çile 2022
  • |
img
AMED - Malbatên girtiyan ên Nobeta xwe ya Edaletê didomînin, xwestin xizmên wan azad bibin û bertek nîşanî ferzkirina “poşmantiyê” dan. 
 
Çalakiya malbatên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan, li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 57’emîn de berdewam dike. Hevserokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Husnu Yildirim, Sekretera jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevher Koyûn û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî serdana malbatan kirin. 
 
‘DIVÊ HERKES HELWESTÊ NÎŞANÎ BÊHIQUQIYÊ BIDE’
 
Xwişka Abdulselam Guler ê girtî, Încî Guler di serdanê de axivî. Guler, diyar kir ku di hevdîtina vekirî de lêgerîna nava dev li wan ferzkirine. 
 
Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevher Koyûn jî diyar kir ku pêkanînên li ser girtiyên nexweş nayên qebûlkirin û wiha got: “Li dijî vê bêhiqûqiyê ne tenê malbatên girtiyan divê herkes helwestê nîşan bide.”
 
‘GIRTÎGEH WEKE SAZIYÊN ÎŞKENCEYÊ LÊ HATINE’
 
Hevserokê Giştî yê SES’ê Husnu Yildirim, dazanîn ku nêzî 600 girtiyên nexweş hene û wiha axivî: “Divê ev nexweş bi awayekî herî baş werin dermankirin. Ji ber vê yekê em hewl didin Wezareta Dadê, raya giştî û civaka navneteweyî agahdar bikin.” 
 
Rêveberê Şaxa SES’ê yê Şirnexê Mûrat Ozbey jî wiha got: “Heta ku di doza malbata Şenyaşar û Roboskê de darizandinên adilane pêk neyên em nikarin behsa demokrasî û edaletê bikin.” Ozbey, dazanîn ku girtîgeh weke “saziyên îşkenceyê” lê hatine û wiha axivî: “Tabî di kevneşopiya zindanan de li dijî van zextan kevneşopiyeke berxwedanê heye. Li dijî van tiştên diqewimin divê em rêxistinkirina xwe mezin bikin.”
 
Xizma girtî Reşahat Ada, destnîşan kir ku heta azadiya zarokên wan pêk were wê çalakiyên xwe bidomînin û wiha got: “Zarokên me 30 sal in di girtîgehê de ne. Wê ji ji poşman bibin? Ji ber ne poşman in înfazên wan tên şewitîn. Ma ev edalet e? Em aştî û edaletê dixwazin.”
 
Xizma girtî Nûray Abay jî wiha axivî: “Heke ez ji bo xizm û cîranê xwe yê girtî neyêm û nerûnim ez ê ji bok ê rûnim? Heta ku em encam bigirin em li vir in. Heta ku derê biçe bila biçe.”
 
WAN 
 
Çalakiya malbatên girtiyan a li Baroya Wanê jî dane destpêkirin di roja 33’yemîn de berdewam dike. Rêxistina HDP’a Qelqeliyê û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî di nava rojê de serdana malbatan kirin. Hevseroka HDP’a Qelqeliyê Sakîne Kûtpinar, bal kişand ser rewşa zextê ya li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku girtiyên nexweş weke “rehîneyên siyasî” tên girtin. 
 
‘DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME NE’
 
Kûtpinar, dazanîn ku binpêkirinên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û wiha got: “Hemû girtiyên siyasî ji ber qala demokrasî û hiqûqê kirin û aliyê mafên mirovan ên bingehîn cih girtin di girtîgehê de tên ragirtin. Em dixwazin girtî demildest bên berdan. Daxwazên wan daxwazên me ne.”
 

Sernavên din

15/01/2022
19:34 Li Şakranê tevî kûçikan davêjin ser qawîşên girtiyan
19:19 Banga malbatên girtiyan: Em ji bo zarokên xwe bibin yek
18:46 Mûrat E. yê ku polîs û notirvanan îşkence lê kirin jiyana xwe ji dest da
18:14 HDP'î beriya kongreyê belavok belav kirin
16:51 Li Mêrdînê du malbat li hev hatin
16:35 Hatimogullari: Em ê çonga xwe daneynin
16:27 Girtiyê nexweş Çabûk li ber mirinê ye!
16:17 Polîsan li xizmên Dedeogûllari dan
16:16 Nobeda Edaletê: Heke li welat hiqûq û edalet hebe em jî dixwazin
15:54 ‘Demboriya dozê efûya veşarî ye’
15:43 Dundar: Hesabê herî mezin wê ev îqtidar bide
15:41 Ji bo girtiyê nexweş Sevmîş banga berdanê hat kirin
15:01 Tundiya zilam: Jinek giran birîndar bû, 2 jin jî bi awayekî biguman mirin
14:47 Ferat Derê rêveberiya xwe ya nû bijart
14:30 82 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:21 Li Amedê li aqûbeta Altûnbaş, li Êlihê jî li aqûbeta Dîrîl hat pirsîn
13:36 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:14 Temellî: Heta ku şer dewam bike wê feqîrî jî neqede
12:21 HDP wê sibê li Êlihê kongreyê li dar bixe
10:55 Ji 3 kolberan agahî nayê girtin
10:20 Li Iraqê êrişî baregeha eskerî hat kirin
10:20 Bertek nîşanî Unal ê AKP’yî da: Meseleya me ya esas bêkarî ye
09:23 Di xwepêşandana ji bo Enes Kara de 83 kes hatin binçavkirin
09:08 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe ye
09:08 5 sal in kurê xwe yê nexweş ê 28 sal in girtiye nedîtiye
09:08 Ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin di 2 mehan de 60 serlêdan: Serlêdan nayên bersivandin!
09:08 Esnafên Çarşiya Tûtinfiroşan dikanên xwe digirin
09:08 Nivîskar Çelîk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêkan Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2022'YAN
14/01/2022
23:59 Li Colemêrgê 11 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
18:58 Koma Piştevaniyê ya ji bo Aysel Tûglûk: Ji bo karibe bijî wê berdin
17:00 TJA'yê ji bo piştgiriya malbatên girtiyan çalakî li dar xist
16:56 Encama lêkolîna 'Meylên Tirkiyeyê': PKK nûnerê gelê kurd e
16:27 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
16:23 Demîrtaş bersiva Erdogan da: Tu hesabdayîna xwe bifikire
16:06 Çetîn Dedeogullari: Saziyên dewletê di nava vî karî de ne
14:59 Faîlê ku tacîza zayendî li zarokan kiribû hat girtin.
14:48 Baroya Amedê wê giliya dozgerê ku şahidan areste kiriye bike
14:31 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Êrişên desthilatê nikare paşve gavê bide avêtin
13:54 Malbata Doku çalakiya xwe vediguhezîne Enqereyê
13:54 Doza ‘Zincîra Aştiyê’ hat taloqkirin
13:45 Doza êrişa li dijî Malbata Dedeogullari hat taloqkirin
13:37 Nîhat Kazanhan hat bibîranîn
12:35 Li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê îşkenceya lêgerîna tazî
12:05 Rojnamevanê girtî bi nexweşiya CIDP’ê ketiye
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Di doza êrişa malbata Dedogullari de dadger destûrê neda pirsa derbarê kurdan de
11:47 Malbata Şenyaşar ji dozger re got: Ev bar wê bimîne ser milên we
11:32 Bûldan û Sancar serdana Zeydan kirin
11:30 Morsumbul ê dermankirina wî tê astengkirin nayê berdan
10:45 376 hezar û 500 lîre ji bo terasa Fîskayayê hatiye xerckirin
10:29 Emrê wê li ber girtîgehan derbas bû: Em êdî cîhanek azad dixwazin
09:01 Di Doza Kobanê de li makîneya xwe ya hinguv a windakirî digere!
09:01 Li tenişta taxê depoya dînamîtan hat avakirin
09:01 Nobeda ji bo 'azadiya girtiyan' du meh li pey xwe hişt
09:01 Ferat Der, dibistana kurdî ya Semsûrê ye
09:01 Nûnerê HDP’ê: PDK bi kirinên xwe alîkariyê dide AKP’ê
09:01 Jinên êzidî li dijî êrişan rêxistinbûyîna modela xweseriyê xurt dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2022'YAN
13/01/2022
21:58 NÇM'ê Sersal pîroz kir
21:20 Li Mêrsîn û Enqereyê Sersal hat pîrozkirin
21:00 Li Efrîn û Serêkaniyê teqîn
20:09 Nûnerên sendîkayan: Berpirsê mirina Enes îqtidar e
19:38 Qetilkirina jinan protesto kirin
18:53 Li Şirnexê mijek zêde çêbû
18:30 Li Silopiyayê mirineke biguman
17:28 Tê gotin ku Nazarbayev miriye!
16:29 Li Amed û Wanê Nobeda Edaletê didome
15:52 Doza protestoya Qetlîama Pirsûsê hat taloqkirin
15:37 Malbata Doku name ji 600 mebûsan re şand: Bila Komîsyona Lêkolînê were avakirin
14:59 Berdevka HDP'ê Gunay: Em bi piştevaniya bi milyonan li Meclîsê ne
14:45 8 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:32 Polîsan teblîxata ‘qaçax’ bi derî ve daliqand
13:09 Doza rojnamevan Çîçekçî hat taloqkirin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:37 Emîne Şenyaşar: Bila Fadilê min berdin
12:25 Li Roboskiyê ciwanekî întîhar kir
11:49 Penaber tevî hewa sar jî kom bi kom sînor derbas dikin
11:14 Girtiyê nexweş li nexweşxaneyê enfeksiyon girtiye
10:55 AKP'ê li Farqînê di mizgeftan de siyaset dike
10:14 Malbata Kazanhan 7 sal in li benda edaletê ye
10:13 Xelkê Amedê: Em destûrê bidin Bahçelî wê sibê Soylu jî daxwaz bike
10:01 Berxwedana êzidiyan encam da: Wê peykerê Zerdeşt Şengalî bê çikandin
09:49 Kekê Kemal Kûrkût: Qisûr kurdbûn e!
09:25 Dayika ku cilên kurê xwe yên şewitî wergirt: Dîsa birîna min vekirin
09:04 Berpirsê çapemeniyê yê QSD'ê: Em dixwazin dagirkeriyê biqedînin, aramiya herêmê zêde bikin
09:04 Ji dêvla kesê tacizî zarokê kir, kesê tacizê asteng kir ket ber lêpirsînê
09:04 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Bila girtî bên berdan
09:04 Endamê BMG'ê Gurz: Armanca me polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn e
09:04 137 roj in cenazeyê zarokên xwe dixwazin: Tu ferqa AKP û PDK'ê tune ye
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2022'YAN
12/01/2022
23:07 Amedpsorê şeva piştevaniyê li dar xist
19:53 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
19:46 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê şahiya Serê Salê
19:14 Gergerlîoglû têkildarî kuştina Elnaîf pêşniyazpirsek da ber wezaretê
18:44 Li dijî nijadperestiyê banga ji bo têkoşîna hevpar
17:58 Komîsyona Têkel, dê di 20'ê Çileyê de ji bo Guzelê kom bibe
17:47 Li Wanê lidarxistina çalakiyan heya 15 rojan hat qedexekirin
17:24 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Kujerê Enes AKP ye
17:14 Hard dîskê ku delîla herî girîng a cînayeta Elçî bû vala derket