Girtiyê ku pêçiyên wî dirizin û ji sedî 78 astengdar nayê berdan!

img
ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Nurettîn Başaran ku ji sedî 78 astengdar e û rapora wî ya "nikare di girtîgehê de bimîen" heye, nayê berdan. Hevjîna wî destnîşan kir ku pêçiyên nigên hevjînê wê dirizin û xwest rojek berî rojekê bê berdan. 
 
Girtiyê nexweş Nûrettîn Başaranê ku ji sedî 78 astengdar e û rapora wî ya "nikare di girtîgehê de bimîne" heye, nayê berdan. Başaran, niha bi sendeleyeya biteker diçe û tê û nayê dermankirin. 
 
Başaran ku li Cizîrê di dema qedexeyên derketina derve yên di navbera 2015-2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hat girtin, bi îfadeyên "şahidên nepen" cezayê muebedê lê hatiye birîn. Berî bê girtin qezayek trafîkê kiriye û ji pişta xwe birîndar bûye. Piştî hatiye girtin etdawiya wî di nîvî de maye. Başaran ku niha di Girtîgeha Sêwreg a Rihayê ya Tîpa T'yê de ye, di girtîgehêd e anjiyo bûye û ji ber pişta xwe nikare li ser pêyan bisekine. Başaran, bi alîkariya hevalên xwe pêdiviyên xwe yên sereke peyda dike. 
 
'TILIYÊN PÊYÊN WÎ DIRIZIN'
 
Kanya Başaran (47), hevjîna Nûrettîn Başaran, anî ziman ku rewşa hevjînê wê her ku diçe giran dibe û got: "Hevjînê min nexweş e. Beriya niha rêveberiya girtîgehê bi hinceta pandemiyê ew nedibir tedawiyê. Lê niha hinceteke wiha jî tune ye. Hevalên wî lê dinêrin û pêdivîyên wî pêk tînin. Berê dikaribû bi darê biçengan bimeşe. Lê 3 roj beriya niha em çûn girtîgehê ba wî. Wî bi kursiya biteker anîn. Rewşa wî her diçe giran dibe. Dema ku min ew dît ez pir xemgîn bûm. Dibin revîrê û pişt re jî di karantînayê de dihêlin. Ev çend roj in di karantînayê de ye. Gelek janên wî hene û niha di rewşeke nebaş de ye. Divê li Enqereyê, biçe ser bijîşkê fizîkê, lê wî nabin. Nexweşiya wî jî ne nexweşiyek normal e. Tiliyên pêyên wî riziyane. Divê bên dermankirin. Ji ber ku tedawiya fîzîkê nayê kirin, nikare bimeşe û tiliyên pêyên wî dirizin. Anjîyo kirin lê feyde nekir." 
 
'NIKARE PÊDIVIYÊN XWE PÊK BINE' 
 
Başaran, da zanîn ku rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" ya hevjînê wê heye, lê dîsa jî nayê berdan û got: "Bijîşkan ji rêveberiya girtîgehê re gotibû ku tedawiya wî ya fizîkî li Dîlokê bidomînin. Lê rêveberiya girtîgehê ev tişt paşguh kir. Wê rojê di têlefonê de got, ew di karantînayê de ye. Got, 15 roj e ew bi tenê ye û serê xwe neşûştiye. Ji ber ku ew bi tenê ye nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne. Ger ew bi hevalên xwe re be, qet nebe ew alîkariya wî dikin. Lê belê ew niha tenê ye û nikare pêdiviyên xwe pêk bîne. Em dixwazin bê berdan. Ger bernedin jî bila derman bikin. Di rewşek de nebaş de ye. Li derve jî be, dê di nav nivînan de be. Mirovekî di rewşeke wiha de nikare di şert û mercên girtîgehê de bijî. "
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

12/01/2022
16:59 Li kuçeyên Sûrê ‘Serê Salê’ hat pîrozkirin
16:27 Hevalê Elnaîf: Li ser êrişkarekê kincên polisan hebûn
16:23 Lêgerîna edaletê ya malbata Dokû di roja 12’emîn de ye
16:02 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
15:29 Hiqûqzan: Berpirsiyarê kuştina Dîlara îqtidara siyasî ye
15:22 SES'ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:18 HDK’ê kampanya da destpêkirin: Hêza me ya guhertinê heye
15:08 Doznameya çawişê pispor ê faîlê êrişa zayendî temam bû
15:07 ‘Midûr û rayedarên dibistanan li pêşiya bijartina dersa bijarte dibin asteng’
14:31 Dozger ji bo rojnamevan Rûken Demîr ceza xwest
14:02 Enstîtuya François Mitterand xelat da Demîrtaş
13:39 Di doza Elçî de şahid nav da: Dozger Karaca min araste kir
13:11 Li Semsûrê 2 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Em ê serê xwe li ber zilmê netewînin
11:29 Fezlekeya derbarê Semra Guzel de şandin Meclîsê
11:13 Danişîna 4’emîn a cînayeta Tahîr Elçî dest pê kir
11:12 Amedî bi bertek in: Em esl û feslê wî jî qebûl nakin
10:44 Ciwanê ketiye defika tiryakê: Dixwazim jê xelas bibim
10:37 Endama HDP’ê Karaman di qawişa FETO’yiyan de tê ragirtin
10:18 HDK wê forûma ‘Em bajarê xwe diparêzin’ li dar bixin
09:37 Li Wanê mirina biguman a jinekê
09:09 Tirkiye hêzên paramîlîter ji Sûriyê sewqî Başûrê Kurdistanê dike
09:09 Biryara Dadgehê ya ji bo kuştina Kemal Kûrkût: Tu qisûr tune
09:09 ‘Divê şanoya kurdî berbelav bibe'
09:09 Sîxurtî li ciwanên HDP'î ferz kirin
09:09 Parêzerê Zara Mohammedî: Biryara dadgehê ne qanûnî ye
09:09 Eşyayên girtiyan nadin wan
09:09 Piştî girtina 5 kur û hevjîna xwe hat girtin: Rewşa wî giran e
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2022'YAN
11/01/2022
22:49 Li Kampa Holê xebatkarê Heyva Sor a Kurd hat qetilkirin
22:41 Malbata girtî Batû bi daxwaza 'mudaxileya lezgîn' serî li Wezareta Dadê da
22:17 Tûrneya Ewropayê ya Şanoya Bajêr hat astengkirin
22:06 #AmedYaMeYe bû TT
21:33 Gardiyanê ku li girtî xist: Te hê xwe nekuştiye?
18:46 Temel: Berxwedana kurdan AKP'ê rûxand
18:22 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
18:13 Girtiyê nexweş Başaran tedawiyê qebûl nekir
17:06 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan daxwaza azadiyê hat kirin
16:31 Gardiyanan gef li Hevseroka KCD'ê xwarin
16:18 HDP’ê ji bo kongreyê li kolanê bang kir
15:55 Berteka rexistinên sivîl a dijî 'Daristana Bahçelî': Em qebûl nakin
15:44 ‘Em ê sûcên ku esker û polîs dikin jî bişopînin’
15:23 Hilberînerên titûnê bertek nîşanî guhertina qanûnê dan: Dest nede keda min
14:31 Malbata Doku 11 roj in li pêş edliyeyê ye
14:31 2 zilamên dest avêtin zarokeke 14 salî hatin girtin
14:05 Girtiyan li dijî binpêkirinan deng derxistin!
14:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:15 Şahidê ku li ser rojnamevanan îfade daye 6 danişînin beşdarî dozê nakin
13:14 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
13:04 Dozger xwest nivîskar Ekîncî were cezakirin
11:57 Danişîna 4’emîn a Doza Tahîr Elçî sibê tê lidarxistin
11:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Semra Guzel ne bi tenê ye
11:51 Polisan li Wanê 2 kesan binçav kirin
11:39 Xwendekarê ku li wargeha cemaetê zext didît dawî li jiyana xwe anî
11:27 Fezlekeya Guzel a HDP’yî ji Serokkomariyê re hat şandin
10:29 Li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê binpêkirina ‘lêgerînê’
10:22 Malbata Şenyaşar: Em vê zilmê qebûl nakin
10:21 Rojnameger Tallî: NY perçeyeke plana ambargoya li ser Mexmûrê ye
09:45 ‘Li Îstîklalê tenê bi kurdî qedexe ye!’
09:37 Cenazeyê Koç piştî çend mehan dan malbata wî
09:07 ‘Tecrîd meseleya tevahiya hêzên demokrasîxwaz e'
09:06 ‘Firingiya bê ax çêdibe, bê gubre nabe!'
09:06 Sarica: Sekna Ocalan a li Îmraliyê hîmê bingehîn ê azadiyê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:44 Serokê Parlamentoya Ewropayê Sassolî jiyana xwe ji dest da
10/01/2022
21:53 Şanoya "Werne Ziman" hat pêşandan
21:41 Hejmara kesên li Şirnexê hatin binçavkirin bû 24
21:19 Rojnamevan Huseyîn Narli jiyana xwe ji dest da
18:31 Li Yuksekdag û 13 jinên din cezayê dîsîplînê hat birîn
18:09 Girtiyê nexweş Başaran rakirin nexweşxaneyê
17:50 Derbarê Guzel a HDP’î de bi lez û bez fezleke hat amadekirin
17:11 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
16:57 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
16:39 Karkerê ku li Duhokê di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
16:30 Çalakiya malbata Dokû di roja 10’emîn de ye
16:22 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê kirin
16:13 ‘Em ne cenazeyan, wan bi xwe dixwazin’
15:49 Sutçu yê êrişî HDP’ê kiribû, li ser îtîrazê hat girtin
15:38 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de xwestin dozger were guhdarkirin
14:54 ‘Li 12 jinên rojnamevan 17 sal cezayê hefsê hat birîn’
14:40 Di salekê de herî kêm 2 hezar û 170 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:05 Aydenîz: Em ê bi esasgirtina yekitiya neteweyî kongreya xwe li dar bixin
13:11 ‘Desthilat ji bo rojnamevanan vegeriye pergala îşkenceyê’
12:51 HDP wê li dijî êrişan li Amedê mîtîngê li dar bixe
12:16 Êrişkarên li Enqereyê bi fermana dozgeriyê hatin berdan
11:53 Di lêpirsîna ‘binpêkirina nepentiyê’ ya 3 rojnamevanan de biryara neşopandinê hat dayîn
11:39 Ferît Şenyaşar: Wê ‘kê qetil kirin’ ji parlementerên AKP’ê were pirsîn
11:23 HDP: Rojnamevanên ku xwedî li rûmeta pîşeyê derdikevin hene
10:54 Guzel: Nayê qebûlkirin ku wêne bibin bingeha sûcdariyan
09:49 Egîtîm Senê dest bi dayîna dersa kurdî kir
09:07 Platforma Yekitiya Jinên Kurd her şeş jinên şoreşger bi bîr anîn
09:07 Biryara neşopandinê dan Sezgîn û Altintaş
09:07 Hejmara 3'yan a Kovara Destarê gihişt ber destê wêjehezan
09:07 Dr. Yavîç: Dibe ku li herêmê hejmara pêketiyan zêde bibe
09:07 Îşkencekar Haydar Alî Ak bi pêkanînên xwe dîsa di rojevê de ye
09:07 Rojnamevan: Zext bi rêxistinbûyînê dikarin bên derbaskirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:19 Hunermend Taşdogan li Qoser, Êlih û Amedê konser li dar xistin
09/01/2022
20:29 Ji ber koronayê 173 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:22 Her sê jinên şoreşger li navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn