Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Hewldana malbatan qêrîneke ji bo jiyana girtiyan e

img
ÎZMÎR - Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî, diyar kir ku astengkirina mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş dibe sedema pirsgirêkên fizîkî û ruhî xwest demildest girtiyên nexweş bên berdan. 
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Her wiha di du salên dawî de jî 59 girtî jiyana xwe ji dest dan. Li gor daneyên dawî yên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di sala 2020'î de 562 kesên hatine berdan ji ber binpêkirinên mafan serî li weqfê dane. Ji kesên serî li weqfê dane 144 jê ragihandine ku li girtîgehê bi maumeleyeke xirab re rû bi rû mane. 
 
Her wiha ji ber van binpêkirinên mafan, rewşa girtiyên nexweş û şewitandina înfaza girtiyan li Amed û Wanê jî çalakiyên Nobeda Edaletê didomin. 
 
Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî, destnîşan kir ku girtiyên nexweş ên her diçe rewşa wan xirabtir dibe ji bo tedawiyê demildest divê bên berdan. Ustercî, anî ziman ku bi sedan girtî bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. 
 
‘MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ ASTNEGKIRIN'
 
Ustercî, diyar kir ku di salên dawî de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne û girtî di warê tenduristiyê de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Ustercî, destnîşan kir ku ji ber ku girtî muayeneya bi awayekî kelemçekirî qebûl nakin nikarin sûdê ji mafê tenduristiyê bigirin û got: "Girtiyan bibin nexweşxaneyê jî, lê ji ber vê bêyî muayene bibin cardin wan tînin girtîgehê. Her wiha teşxîs û tedawî jî bi derengî tê xistin. Personelên tenduristiyê kêm in. Girtî dereng sewqî nexweşxaneyan tên kirin. Heya rewşa wna giran nebe nayên sewqkirin. Li hin girtîgehan, girtiyên nexweş divê dermanên xwe bi awayekî rêk û pêk bixwin, lê dermanên wan di wext de nayên dayîn." 
 
HEWLDANA MALBATAN
 
Ustercî, destnîşan kir ku astengkirina mafê tenduristiyê di girtiyan de dibe sedema pirsgirêkên fizîkî û ruhî û heya girtî ji vê travmayê xelas dibin gelek wext derbas dibe. Ustercî, bal kişand ser çalakiyên malbatên girtiyan jî û got: "Di demên dawî de li ser hev du girtî jiyana xwe jid est dan. Di mijareke wisa de mirov mafdar be, helbet tiştekî xemgîn e, lê em parêzvanên mafên mirovan bi salan e ji bo vê rayedaran hişyar dikin. Ji ber van pirsgirêkên nayên çareserkirin, helbet hewldana malbatan qîrînek e ji bo jiyana girtiyan. Daxwaza ji bo edaletê ya malbatan, daxwazeke mafdar e. Ji bo girtiyên nexweş bên berdan çi hewce be divê bê kirin. Demildest divê edalet pêk bê." 
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ ÊN TEMENMEZIN
 
Ustercî, bal kişand ser rewşa Yûsûf Bekmezcî yê di Girtîgeha Kiriklar a Îzmîr a Jimare 1 a Tîpa F'yê de û Mehmet Emîn Ozkan ê di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de. Ustercî, bilêv kir ku Bekmezcî 82 salî ye û got: "apnesa xewê, prostat, amnezî û gelek nexweşînên din pê re hene. Qeyrana dil derbas kir û di beşa awarte de ye. Parêzerên wî ji bo berdana wî daxwazname dan, lê dadgeh doza rapora ATK'ê dike. Yanî qeydên nexweşxaneyê esas nayên girtin. Ustercî, bibîr xist ku Ozkanê 83 salî jî bi Covîd-19'ê ketiye û got: "Ma gava girtiyên nexweş girtî bin qey edalet pêk tê?"
 
Ustercî, destnîşan kir ku TÎHV bi salan e ji bo cîhanek bê îşkence têdikoşe û got: "Em ê heya dawiyê ji bo girtîgehên bê îşkence, Tirkiyeyeke bê îşkence û cîhanek bê îşkence bitêkoşin." 
 
MA / Hakan Yalçin

Sernavên din

12/01/2022
16:59 Li kuçeyên Sûrê ‘Serê Salê’ hat pîrozkirin
16:27 Hevalê Elnaîf: Li ser êrişkarekê kincên polisan hebûn
16:23 Lêgerîna edaletê ya malbata Dokû di roja 12’emîn de ye
16:02 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
15:29 Hiqûqzan: Berpirsiyarê kuştina Dîlara îqtidara siyasî ye
15:22 SES'ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:18 HDK’ê kampanya da destpêkirin: Hêza me ya guhertinê heye
15:08 Doznameya çawişê pispor ê faîlê êrişa zayendî temam bû
15:07 ‘Midûr û rayedarên dibistanan li pêşiya bijartina dersa bijarte dibin asteng’
14:31 Dozger ji bo rojnamevan Rûken Demîr ceza xwest
14:02 Enstîtuya François Mitterand xelat da Demîrtaş
13:39 Di doza Elçî de şahid nav da: Dozger Karaca min araste kir
13:11 Li Semsûrê 2 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Em ê serê xwe li ber zilmê netewînin
11:29 Fezlekeya derbarê Semra Guzel de şandin Meclîsê
11:13 Danişîna 4’emîn a cînayeta Tahîr Elçî dest pê kir
11:12 Amedî bi bertek in: Em esl û feslê wî jî qebûl nakin
10:44 Ciwanê ketiye defika tiryakê: Dixwazim jê xelas bibim
10:37 Endama HDP’ê Karaman di qawişa FETO’yiyan de tê ragirtin
10:18 HDK wê forûma ‘Em bajarê xwe diparêzin’ li dar bixin
09:37 Li Wanê mirina biguman a jinekê
09:09 Tirkiye hêzên paramîlîter ji Sûriyê sewqî Başûrê Kurdistanê dike
09:09 Biryara Dadgehê ya ji bo kuştina Kemal Kûrkût: Tu qisûr tune
09:09 ‘Divê şanoya kurdî berbelav bibe'
09:09 Sîxurtî li ciwanên HDP'î ferz kirin
09:09 Parêzerê Zara Mohammedî: Biryara dadgehê ne qanûnî ye
09:09 Eşyayên girtiyan nadin wan
09:09 Piştî girtina 5 kur û hevjîna xwe hat girtin: Rewşa wî giran e
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2022'YAN
11/01/2022
22:49 Li Kampa Holê xebatkarê Heyva Sor a Kurd hat qetilkirin
22:41 Malbata girtî Batû bi daxwaza 'mudaxileya lezgîn' serî li Wezareta Dadê da
22:17 Tûrneya Ewropayê ya Şanoya Bajêr hat astengkirin
22:06 #AmedYaMeYe bû TT
21:33 Gardiyanê ku li girtî xist: Te hê xwe nekuştiye?
18:46 Temel: Berxwedana kurdan AKP'ê rûxand
18:22 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
18:13 Girtiyê nexweş Başaran tedawiyê qebûl nekir
17:06 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan daxwaza azadiyê hat kirin
16:31 Gardiyanan gef li Hevseroka KCD'ê xwarin
16:18 HDP’ê ji bo kongreyê li kolanê bang kir
15:55 Berteka rexistinên sivîl a dijî 'Daristana Bahçelî': Em qebûl nakin
15:44 ‘Em ê sûcên ku esker û polîs dikin jî bişopînin’
15:23 Hilberînerên titûnê bertek nîşanî guhertina qanûnê dan: Dest nede keda min
14:31 Malbata Doku 11 roj in li pêş edliyeyê ye
14:31 2 zilamên dest avêtin zarokeke 14 salî hatin girtin
14:05 Girtiyan li dijî binpêkirinan deng derxistin!
14:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:15 Şahidê ku li ser rojnamevanan îfade daye 6 danişînin beşdarî dozê nakin
13:14 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
13:04 Dozger xwest nivîskar Ekîncî were cezakirin
11:57 Danişîna 4’emîn a Doza Tahîr Elçî sibê tê lidarxistin
11:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Semra Guzel ne bi tenê ye
11:51 Polisan li Wanê 2 kesan binçav kirin
11:39 Xwendekarê ku li wargeha cemaetê zext didît dawî li jiyana xwe anî
11:27 Fezlekeya Guzel a HDP’yî ji Serokkomariyê re hat şandin
10:29 Li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê binpêkirina ‘lêgerînê’
10:22 Malbata Şenyaşar: Em vê zilmê qebûl nakin
10:21 Rojnameger Tallî: NY perçeyeke plana ambargoya li ser Mexmûrê ye
09:45 ‘Li Îstîklalê tenê bi kurdî qedexe ye!’
09:37 Cenazeyê Koç piştî çend mehan dan malbata wî
09:07 ‘Tecrîd meseleya tevahiya hêzên demokrasîxwaz e'
09:06 ‘Firingiya bê ax çêdibe, bê gubre nabe!'
09:06 Sarica: Sekna Ocalan a li Îmraliyê hîmê bingehîn ê azadiyê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:44 Serokê Parlamentoya Ewropayê Sassolî jiyana xwe ji dest da
10/01/2022
21:53 Şanoya "Werne Ziman" hat pêşandan
21:41 Hejmara kesên li Şirnexê hatin binçavkirin bû 24
21:19 Rojnamevan Huseyîn Narli jiyana xwe ji dest da
18:31 Li Yuksekdag û 13 jinên din cezayê dîsîplînê hat birîn
18:09 Girtiyê nexweş Başaran rakirin nexweşxaneyê
17:50 Derbarê Guzel a HDP’î de bi lez û bez fezleke hat amadekirin
17:11 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
16:57 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
16:39 Karkerê ku li Duhokê di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
16:30 Çalakiya malbata Dokû di roja 10’emîn de ye
16:22 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê kirin
16:13 ‘Em ne cenazeyan, wan bi xwe dixwazin’
15:49 Sutçu yê êrişî HDP’ê kiribû, li ser îtîrazê hat girtin
15:38 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de xwestin dozger were guhdarkirin
14:54 ‘Li 12 jinên rojnamevan 17 sal cezayê hefsê hat birîn’
14:40 Di salekê de herî kêm 2 hezar û 170 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:05 Aydenîz: Em ê bi esasgirtina yekitiya neteweyî kongreya xwe li dar bixin
13:11 ‘Desthilat ji bo rojnamevanan vegeriye pergala îşkenceyê’
12:51 HDP wê li dijî êrişan li Amedê mîtîngê li dar bixe
12:16 Êrişkarên li Enqereyê bi fermana dozgeriyê hatin berdan
11:53 Di lêpirsîna ‘binpêkirina nepentiyê’ ya 3 rojnamevanan de biryara neşopandinê hat dayîn
11:39 Ferît Şenyaşar: Wê ‘kê qetil kirin’ ji parlementerên AKP’ê were pirsîn
11:23 HDP: Rojnamevanên ku xwedî li rûmeta pîşeyê derdikevin hene
10:54 Guzel: Nayê qebûlkirin ku wêne bibin bingeha sûcdariyan
09:49 Egîtîm Senê dest bi dayîna dersa kurdî kir
09:07 Platforma Yekitiya Jinên Kurd her şeş jinên şoreşger bi bîr anîn
09:07 Biryara neşopandinê dan Sezgîn û Altintaş
09:07 Hejmara 3'yan a Kovara Destarê gihişt ber destê wêjehezan
09:07 Dr. Yavîç: Dibe ku li herêmê hejmara pêketiyan zêde bibe
09:07 Îşkencekar Haydar Alî Ak bi pêkanînên xwe dîsa di rojevê de ye
09:07 Rojnamevan: Zext bi rêxistinbûyînê dikarin bên derbaskirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:19 Hunermend Taşdogan li Qoser, Êlih û Amedê konser li dar xistin
09/01/2022
20:29 Ji ber koronayê 173 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:22 Her sê jinên şoreşger li navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn