Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne

ŞIRNEX - Dixwazin li ser çemê Nerdûşê ya li quntara Çiyayê Cûdiyê bendav û HES çêbikin û ev proje dê bandorê li 12 gundan bike û jiyan wê di bine avê de bimîne. 
 
Li Bajarokê Kasrîk ê Şirnexê, Midûriyeta Herêmê ya 10’emîn a Karên Avê ya Dewletê (DSÎ), bi armanca pêkanîna "Santrala Hîdroelektrîk a Bendava Nerduşê û Avdanê, Kargehên Madeyan, Tesîsa Kanalîzasyon-Şuştinê, Projeya Santrala Betonê" bixin meriyetê. 
 
Rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) ya ji bo bicihanîna projeyê hat amadekirin, di 28'ê Hezîranê de qediya û ji aliyê Wezareta Hawirdor, Plansaziya Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ve hat qebûlkirin. Di projeyê de gundên Xezayî, Akyildiz, Şivesor, Aynvan, Xirapreşk, Girî Kundan ên Silopiyê, Behmor, Hebler, Seyrantepe, Şax, Yakacik û Keruh ên Cizîrê cih digirin.
 
Li aliyê din gundê Şax di 24'ê Hezîrana 2024'an de ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ve weke qada arkeolojîk a asta yekemîn hatibû ragihandin.
 
9 XEBAT Û YEK RAPOR
 
Di çarçoveya projeyê de bi giştî 9 xebatên cuda tên plankirin. Li gel bendav, santrala hîdroelektrîk û projeyên avdanê, kargehên madî, tesîsên tetbîqata şuştinê, santralên betonê, qadên depokirinê yên berhevkirî, avahiyên înşaetê û rêyên xwegihandinê jî wê li heman herêmê ji bo bikaranîna di dema înşaetê de bên çêkirin. Rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê, hemû aktîvîteyên bi hev re wek projeyekê tên nirxandin.
 
Di raporê de derket holê ku lêçûna giştî ya projeyê 2 mîlyar 750 mîlyon TL ye. Projeya ku tê plankirin di nava 4 salan de biqede, di heman demê de armanc dike ku 10 personelên operasyonel bixebitîne. Tevî ku şîrket îdîa dike ku ev razemenî wê tevkariyê li aboriya herêmê bike jî, gel tevlî civîna agahdarkirinê nebû. Hêjayî gotinê ye ku di raporê de ligel ku gel tune bû jî ' tevlibûn pêk hatiye '. Gundî ji ber ku projeya gotî qebûl nekirin tevlî civînê nebûn.
 
JIYANA DORA ÇEM DI TALÛKEYÊ DE YE
 
Çiyayê Cûdî ku çemê Nêrduş xwedî dike, ji gelek zindiyên weke cureyên gîha û pincarê, bizinên kovî, lînks, porkupîn û hirçên qehweyî re malovaniyê dike. Tevî ku ev cure di rapora ÇED de bi kurtasî hatine lîstekirin jî, hat ragihandin ku bandorên li ser birîna bi hezaran daran, guhertina herikîna avê û xerabûna jîngehên ji bo gelek cureyan, nehatine nirxandin. Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku di çarçoveya projeyê de wê dar bên birîn.
 
ÇAVKANIYÊN AVÊ
 
Qutbûna herikîna xwezayî ya çem ji ber bendav û projeya hîdroelektrîkê wê yekser bandorê li hem çavkaniyên ava binerdê hem jî li qadên çandiniyê yên li herêmê bike. Tevî ku di raporê de tê gotin ev proje wê bi mebesta avdanê were bikaranîn jî, her wiha tê gotin ji ber avahiyên ku wê werin çêkirin dikarin qadên çandiniyê yên heyî û çêrgehan di bin avê de bimînin.
 
HERÊMA QEDEXE
 
Herêma projeyê li herêma qedexe ya leşkerî ya çiyayê Cûdî ye. Ev rewş ne tenê hawirdorê, di heman demê de rehenda siyasî û ewlekariyê ya projeyê jî radixe pêş çavan. Di salên berê de projeyên bi heman rengî bûbû sedem ku şênî 'ji ber ewlekariyê' koç bikin.
 
Ekolojîst dibêjin ku projeyên bi vî rengî beşek ji wêrankirina xwezayê û polîtîkeyên guhertina demografîk in. Bi taybetî li herêmên mîna Cûdî, Gabar û Bestayê ku cihên berxwedan û bîrdariyê ne, projeyên bendavê xwezayê xera dikin, gund tên valakirin û qadên jiyanê tên tunekirin.
 
MA Zeynep Durgut