AMED - Kanên xîzî yên li ser Çemê Dîcleyê dibin sedema mirina welatiyan. Mexdûrên van kanan dixwazin ku ev der tavilê bên girtin.
Serokatiya Şopandin û Koordînasyonê ya Veberhênanê (YÎKOP) li navçeya Bismil a Amedê rûxseta 10 kanên xizî daye. Şîrketa Lîmîted a Bîms Betonê Amade Pîşesazî û Bazirganiyê ya Kaleyê ku li kêleka Çemê Dîcleyê yê li gundê Koselî yê Bismilê xebatan dike û Kanên Xîz ên Başaranê, ji ber xîz û xîçê ji çem derdixînin, hem rêjeya ava çem hem jî rêgeha wê diguherînin. Ji ber ku şûna xîzê tê derxistin nayê tijekirin, zîvirok çêdibin û ev jî dibe sedema mirina welatiyan. Zarokê 14 salî Habîp Çelîk ê li Koseliyê dijî, di 26’ê tîrmehê de dema li gel hevalên xwe li rex çem digeriya, kete çem. Bi ketina çem re winda bû û cenazeyê wî bi xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hate dîtin.
HEFTEYEK PIŞTÎ GIRTEKÊ MIRIN ÇÊBÛN
Midûriyeta Daîreya Zabiteyan a Şaredariya Bismilê hefteyek beriya bûyera mirinê, di 20’ê tîrmehê de têkildarî Kana Xîz a Kaleyê bi sedema “Kana Xîz derketiye derveyî rayeya xwe”, “Tevdîr nehatine girtin” û “Lewhayên hişyariyê tune ne” girtek amade kiribû. Girteka hatibû amadekirin hem ji YÎKOP’ê re hem jî ji rayedarên şîrketê re hate şandin. Her wiha hat zanîn ku şaredariyê bi sedema ku ji derveyî rûxseta di 5’ê hezîrana 2024’an de de jî xîz û xîç derxistiye girtek amade kiriye û ji rayedaran re şandiye.
RAPORA ‘HEWCEHÎ BI ÇED’Ê NÎNE’ HATE DAYIN
Ji bo herêma Kana Xîz a Kaleyê ku girêdayî DSÎ’yê ye, di sala 2023’yan de biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hate dayin. Li ser serlêdana DSÎ’yê, Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Amedê di 9’ê mijdara 2023’yan de rapora “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” da. DSÎ’yê di 28’ê tîrmeha 2023’yan de ji bo 5 salan rûxseta xebatê da Kana Xîz a Kaleyê.
Welatiyên li Koseliyê dijîn, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.
‘ÇEMÊ DÎCLEYÊ JI ZAROKAN RE BÛYE GOR’
Hamdîn Bozkurt ku li herêma xebatên kana xîz lê tên meşandin dijî, got ku Çemê Dîcleyê ji zarokan re bûye gor. Bozkurt, da zanîn ku rayedarên DSÎ’yê 3- 4 meh berê hatine cem wan, ji wan re gotine dê xîz û xîç ji vir derxînin, cihên vala dibin dê tije bikin û tu xetere tune ye. Bozkurt, wiha domand: “Ji van tiştên diqewimin DSÎ berpirsyar e. Sînorê qada xebatê kîlometreyek derbas kirine. Em dixwazin ev kana xîz were girtin û ji bo vê çi pêwîst bike em ê bikin.”
MEHEK BERÊ BI DAXWAZNAMEYÊ HIŞYAR KIR
Aytaç Altun jî gotinên rayedaran ên “Dê çi zirar negihije we û em ê li dijî menfaetên gund tevnegerin” bi bîr xist û got ku ew ji ber dengê makîneyan gelek nerihet dibin. Altûn, diyar kir ku beriya niha gelek caran giliyê şîrketê kirine û mehek beriya bûyerê bi sedema ku ewlehiya canê wan nîne ji DSÎ’yê re daxwazname şandine. Altûn, wiha domand: “Me di wir de digot ku dibê mirin çêbibin û ewlehiya canê me nîne. Lê bersiv nedan. Heta niha bûyerên xeniqînê tune bûn. Lê piştî xebatên DSÎ’yê rû dan û qeza çêbûn. Em dixwazin ev yek were lêkolînkirin û her kes dengê me bibihîse.”
ROJÊ 100-150 KAMYONÊN XÎZ TÊN VEGUHESTIN
Cîhan Altindere jî diyar kir ku wî du serdeman keyatiya gundê Koseliyê kiriye û wiha got: “Tevahiya ekolojiya Çemê Dîcleyê hat texrîbkirin. Rojane ji vir 100-150 kamyonên xîz tên veguhestin. Her deverê texrîb dikin, em li dijî vê ne. Banga me ji bo rayedaran ew e ku pêşiya vê bigirin. Ji bo girtina kana xîz çi hewce bike bikin. Ji bo pêşîlêgirtina mirina tişta pêwîst bikin. Me berê hişyar kiribûn û jê re gotibû ku notirvanan bigirin, têlên direhî rapêçin. Lê mixabin guh nedan û bûn sedema mirina zarokeke me.” Alî Sevîm jî got ku bi kanên xîzî re çêrgehên wan jî tên talankirin û sewalkarî qediyaye. Sevîm xwest ku ji bo pêşîlêgirtina mirinan, şîrket bên girtin.
BÛ 7 MEH VENÊRÎN NEHATIYE KIRIN
Keyayê gund Mehmet Altunsoz jî ev tişt anî ziman: “Me ji ewil ji bo kana xîz destûr neda. Li ser vê yekê cendirme hatin. Em jî çûn qeymeqamtiyê. Wan jî ji me re gotin dê DSÎ li vir xebatê bike, dê xîz û xîçê ji vir tê derxistin ji bo ‘bendavê Kral Kizi û qenalan’ bê bikaranîn. Me jî bi şertê ku zirarê nedin hevzeya Çemê Dîcleyê qebûl kir. DSÎ’yê ji me re got; ‘em ê hewzeya Çemê Dîcleyê berfireh bikin, piştre bi keviran tije bikin û ji xelkê gund re parkê çêbikin. Dê xelk spasiya me bike.’ Lê ev bû 7 meh hêj DSÎ nehatiye gund. Li vir tu venêrîn nekirin. Encama wî jî ev e.”
CENDIRME Û QEYMEQAM: KES NIKARE XWE TÊKIL BIKE
Altunsoz, got ku piştî bûyera mirinê li dozgeriyê îfade daye û wiha pê de çû: “Min xwest ku DSÎ tavilê kamyonên xwe bîne û xwezaya vir sererast bike. Cihê Habîp Çelîk jiyana xwe lê ji dest dayî ne qada dikeve ber rayeya DSÎ’yê ye. Qada rûxsetê nîne. Dema li vir xebat dihatin kirin, tu notirvan û hişyarî tune bûn. Dema me nerazîbûna xwe ya di vê mijarê de parve dikir jî cendirme hatin vê derê û gotin; ‘Ev der qada xebatê ya DSÎ’yê ye. Heke kesek bibe asteng em ê bigirin û bixin girtîgehê.’ Gef li me xwarin. Wê demê ez keya nebûm lê dîsa jî çend caran çûm qeymeqamtiyê. Qeymeqamê wê demê ji me re got; ‘Qada dewletê ye, gundiyan eleqedar nake. Kesek nikare xwe têkil bike.’ Em jî ji neçarî vegeriyan gund. Divê DSÎ bi rast û dirûst vê derê sererast bike. Em dixwazin hemû kor bên tijekirin û set dîsa were çêkiri.”
Xizmê habîp Çelîk, Habîp Bozkurt jî wiha bertek nîşan da: “Heta lewhayek jî tune ye. Tu tevdîr nehatine girtin. Tiştên li vir diqewimin, wehameta rewşê nîşan dide. Em naxwazin tişta bi serê me hatiye êdî bi serê tu kesî were. Bila êdî tu dayik û bav negirîn.”
Şehmûs Çetîn jî got ku kanên xîz zirarê didin xwezayê û wiha derbirî: “Li rex Çemê Dîcleyê qadên bidar hebûn. Xelkê li vir geşt dikir. Lê niha xelk nikare bê rex qeraxê çem jî. Em dixwazin kanên xîz bên girtin. Em naxwazên zirarê bidin xwezaya me.”
DSÎ: LI DERVEYÎ QADA XEBATA ME YE
Têkildarî mijarê em li DSÎ’yê geriyan. Rayedarekî DSÎ’yê îdia kir ku qada bûyera mirinê lê çêbûye derveyî qada xebata wan e û gotinên “rayeya xwe derbas kirin û tevdîrên ewlehiyê negirtine” jî red kir.
MA / Şîlan Çîl