Li Taşûcûyê qadên jiyanê tên talankirin

img
MÊRSÎN - Li Taşûcûyê ji bo Lîmana Sekayê wekî herêma serbest bê veguherandin bêyî ku civîna ÇED'ê bê çêkirin li peravê dîwar hat lêkirin. Welatiyan diyar kir ku dê nehêlin qadên wan ên jiyanê bên qirêjkirin.
 
Li Taxa Taşûcû ya Sîlîfke ya Mêrsînê Cey Grûp dixwaze Lîmana Sekayê veguherîne herêma serbest. Di vê çarçoveyê de li peravê dîwar hat lêkirin. Dihat payinku civîna ÇED'ê di 7'ê Hezîranê de bê çêkirin, lê tevî hemû îtirazan jî civîn nehat çêkirin. Xebatên li lîmanê didomin, lê belê şêniyên taxê û rêxistinên hawirdorê tînin ziman ku ger ev der bibe herêma serbest dê ji ber madeyên asbestî û kanserojenê zirar hem bigihê hawirdorê û hem jî şêniyên herêmê. Şêniyên herêmê gotin, heya ev proje neyê betalkirin dê têkoşîna wan bidome. 
 
‘DÊ EKOSÎSTEMA BEHRÊ XIRAB BIBE'
 
Berdevka Platforma Hawirdorê ya Tirkiyeyê Sûna Kiliççi destnîşan kir ku berê jî hatiye xwestin li Taşûcûyê santrala nukleerê bê çêkirin, lê nehiştine. Kiliççi ragihand ku niha jî Holdînga Ceyê dixwaze lîmanê fireh bike û li virê bazirganiyê bike û got: "Gava sermaye gav avêt cihekî, ew gav bi hezaran carî mezin dibe û hawirdor namîne. Em dixwazin bijîn, lê ew sermayeyê diparêzin." 
 
Kiliççi destnîşan kir ku ger lîman lîman bê avakirin dê ekosîstema behrê nemîne û dê sînorek ji bo behrê bê danîn û wiha berdewam kir: "Dê jiyana xwezayî ya behrê û masî bimirin. Em, mafê jiyana û mafê jiyana nifşên nû diparêzin. Divê em qîmeta xwezaya xwe zanibin. Dê turîzm jî bandorê ji bê bigire." 
 
‘EM DÎWARÊ ŞERMÊ NAXWAZIN' 
 
Resmiye Ozer ku 53 sal in li Taşûcûyê dimîne, diyar kir ku ew lîmanê naxwazin û wiha axivî: "Em li plaja ku gel dikevê dîwarê şermê naxwazin. Li cihê ku em lê dikevin behrê dîwar çêkirin. Em li dijî vê sanayiya qirêj a Cey Holldîngê ne. Em naxwazin ji sanayiya qirêj, dixwazin ji ekoturîzmê pere qezenc bikin. Gelê Taşûcûyê bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye. Dê têkoşîna me heya dawiyê bidome." 
 
‘HERÊMA ME TÊ TALANKIRIN'
 
Mursel Tekîn jî anî ziman ku jixwe li herêmê bi hezaran veberhênanên qirêj hene û santralên nukleerê, kanên mermeran ên li herêmê hatine çêkirin tevna bajêr xera kirine. Tekîn bi lêv kir ku herî dawî li ber çêkirina tersxaneyê rabûne û di doza vekiribûn de bi ser ketine û bi vê dozê deşta Goksûdeltayê hatiye parastin. Tekîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev der bi dînamîkên xwe cihekî turîzmê ye, lê dixwazin bi sanayiyeke qirêj herêmê tune bikin. Desthilatdara heyî aborî xirab kiriye û lewma dixwaze van deran jî wekî îstihdamê nîşan bide. Bi vê re deverên dîrokî jî tune dike. Li vir fokên Behra Spî hene. Lê mixabin niha bi temamî xera dikin, bîranên me yên zarokatiyê ji holê radikin, talan dikin. Em divê xwedî li vê hermê derkevin." 
 
‘EM Ê DOZÊ VEKIN'
 
Ji parêzerên doza hatiye vekirin Semra Kabasakal jî destnîşan kir ku armanca wan li dijî projeyên bizirar û qirêj şer bikin. Kabasakl bi lêv kir ku ger proje bi temamî çêbibe dê Goksûdelta jî zirarê bibîne û ew ne li dijî sanayiyê ne, lê li dijî sanayiya bi teknolojiya qirêj in. Kabasakal diyar kir ku bi vê projeyê re dê mirovên herêmê bi gelek nexweşînan re rû bi rû bimînin û got: "Dê madeyên biasbet û kanserojen çêbibin û dê ev bibin cihê zirarek mezin. Dê peçeşêr belav bibe. Dê hewa qirêj bibe, dê bibe sedema guherandina avhewayê. Em li dijî van tiştan e. Ev dîwar dijhiqûqî ye û bi înşeateke qaçax hatiye çêkirin. Me ragihandibû Wezareta Hawirdorê, lê wezaret tevkariya şîrketê dike. Em ê li dijî van kesan bitêkoşin."