Li Îranê 5 girtî hatin darvekirin

  • cîhan
  • 13:13 10 Nîsan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHR’ê ragihand ku li Îranê 5 girtî hatine darvekirin. 
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) ku navenda wê li Norwecê ye, ragihand ku îro li Girtîgeha Vakîlabad a li bajarê Meşhed a Îranê 5 girtî bêyî agahiya malbatên wan jê hebe û serdana dawî were kirin, hatine darvekirin.
 
Dîrektorê ÎHR’ê Mahmood Amiry Moghaddam, 5 kesên hatine darvekirin wek “Girtiyên siyasî” pênase kir û got: “Îşkence li van girtiyan hate kirin. Adilane nehatin darizandin û cezayê kuştinê lê hate birîn.” 
 
Li gorî daxuyaniyê, 4 ji van kesan endamên civateke Misilman a Sunnî bûn ku li Komara Îslamî ya Îranê hindikahî ye. Hate ragihandin ku kesê din jî ji mezheba Şîe bû.
 
Îran li cîhanê piştî Çînê welatê sereke ye ku cezayê darvekirinê herî zêde pêk tîne. Li gorî ÎHR’ê ji destpêka salê heta niha herî kêm 245 kes hatine darvekirin. ÎHR’ê diyar kir ku hejmara înfazan bi rengekî bi guman zêde bûye.