Li Sûdanê bûyerên destdirêjiyê yên li dijî jin û zarokan zêde dibin

  • cîhan
  • 11:59 10 Nîsan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê ragihand ku di şerê Sûdanê de bûyerên tecawizê yên li dijî jin û zarokan her ku diçe zêdetir dibin. 
 
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku di şerê li Sûdanê de roja pêncşemê bûyerên destavêtin û destdirêjiyê ji aliyê Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) ve hatin kirin. Di rapora nû ya Rêxistina Efûyê de wiha hate gotin: “HPL li bajarok û gundên li çar aliyên Sûdanê ji bo biçûkxistinê, ji bo xurtkirina hêzên xwe û koçberkirina civakan destdirêjî û destavêtinê dikin.” Dîrektorê Herêma Efrîqaya Başûr û Rojhilat ê Rêxistina Efûyê Deprose Muchena got, êrişên li dijî jin û zarokên keç ên ji aliyê hêzên paramîlîter ve hatin kirin. 
 
Di belgeya ji 30 rûpelan pêk tê de ku bi sernavê “Dest avêtin me hemûyan” hate weşandin, cih daye gotinên 30 mexdûran ku hin ji wan zarok bûn. Li gorî Rêxistina Efûyê bûyerên tundiyê ji Cotmeha 2023'yan heta Cotmeha 2024'an li çar eyaletên Sûdanê bi taybetî li Darfûr, Hartûm û Cezîre rû dan.
 
Li Sûdanê ji Nîsana 2023'yan heta niha di navbera artêşa bi serkêşiya General Abdul Fettah el Bûrhan û Hêzên Piştevaniay Lezgîn ên paramîlîter ên bi serkêşiya Mohamed Hamdane Daglo de şer diqewime. Ji ber vî şerî bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 12 milyon mirov jî ji cih û warê xwe bûn. Herdu alî bi kirina sûcê şer têne sûcdarkirin.