CENEVRE - Endamê Komîteya Çalakiyê ya Cenevreyê Azîz Aslan di çalakiya Cenevreyê de axivî û destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ne ku bi xurtî ji vê pêvajoyê derbikevin.
Li bajarê Swîsre yê Cenevreyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 25’ê Çileya 2021’ê heta niha li pêşiya NY’ê her roja Çarşemê çalakiya rûniştinê didome. Daxuyaniya vê hefteyê li ser navê Komîteya Çalakiyê Azîz Aslan kir. Aslan Şehîdên Newroz û Hefteya Lehengiyê bi bîr anî û wiha got: “Jiyana şehîdên me pisûleya me ne.”
Aslan rojbûna Rêber Apo pîroz kir û wiha got, “4’ê Nîsanê ku li Kurdistanê û cîhanê bi coşekî mezin tê pîrozkirin, ne tenê rojbûnek e, sembola ji nû ve vejînê ya gelekî ye.”
Aslan diyar kir ku baweriya gelê Kurd ji bo têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo de tam e û wiha got: “Em ê bi xurtî ji vê pêvajoya dîrokî derbikevin.” Aslan bi bîr xist ku Tevgera Azadiya Kurd di 1’ê Adarê de bi agirbestê bersiv da banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de kir û destnîşan kir ku tevî gavên Tevgera Azadiyê jî dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dehan êrîşên giran pêk aniye.
Aslan bi berdewamî wiha got: “Beşdariya zêde ya ji bo Newroz, Hefteya Lehengiyê û 4’ê Nîsanê nîşaneya dilsoziya bi Rêbertiya me re ye. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk were û statuya Kurdistanê were naskirin wê ev têkoşîn dewam bike.”
Çalakiya Kurdistaniyan heta saet 17:00’an dewam kir.