NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku Trump baca gumrikê ya li dijî malê Çînê derxistî ji sedî 104’ê, Çînê jî baca gumrikê ya ji bo malên DYA’yê derxist ji sedî 84’ê.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) baca gumrikê ya ji bo malên Çînê derxist û ji sedî 104’ê û ev sepan îro kete meriyetê. Pekînê jî bersiv da vê gava DYA’yê. Çînê, ragihand ku ji 10’ê Nîsanê ve baca gumrikê ya ji bo malên DYA’yê ku ji sedî 34 bû, derxistine ji sedî 84’ê.
Çînê têkildarî têkiliyên aborî û bazirganiyê yên bi DYA’yê re belgeyeke nû ya polîtîkayê weşand û ji bo rêveberiya Donald Trump got “Di şerê bazirganiyê de kesek bi ser nakeve.” Her wiha banga diyalogê li Washingtonê kir.