Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin

  • cîhan
  • 11:00 31 Çile 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - CENTCOM’ê ragihand ku rayedarekî payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin. 
 
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe ya X’ê kuştina fermandarekî El Qaîdeyê ragihand.
 
Di daxuyaniya CENTCOM’ê de wiha hate gotin: “Fermandarê payebilind ê komika terorîst a Huresendineê ya El Qaîdeyê Mihemed Selah El Zebîrê, di 30’ê Çileyê di êrişeke balafirên şer de li bakurrojavayê Sûriyeyê hate kuştin.” 
 
Fermandarê CENTCOM'ê Orgeneral Michael Erik Kurilla jî wiha got: “CENTCOM dê nêçîra terorîstan, kuştin an jî girtina wan bidomîne. Dê li dijî komên ku plan dikin êrişî DYA û personelên hevalbend bikin, welatê xwe biparêze.”