NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu û Serok dewletê Filistînê Muhmud Abbas re bi telefonê hevdîtin pêk anî.
Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu û Serokê Dewletê yê Filistînê Muhmud Abbas re bi telefonê hevdîtin pêk anî.
Biden piştî hevdîtina bi Netenyahu re li Abbas geriya û hat zanîn ku di rojeva hevdîtinan de geşedan û bûyerên di navbera Îsraîlê û Filistînê hebû.
Hat diyarkirin ku piştî Biden bû Serokê Amerîkayê cara ewil e bi her du lîderan re hevdîtin pêk tîne.