Pirtûka Abdullah Ocalan wergerandin zimanê Swêdî

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Berga yekemîn a pirtûka Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Abdullah Ocalan li zimanê Swêdî hate wergerandin. 

Berga yekemîn a “Manîfestoya Şaristaniya Demorkatîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan” bi sernavê “Kokên Şaristaniyê” bi zimanê Swêdî hate weşandin. Pirtûka ku ji aliyê Rojavakommittéerna (Komîteya Rojava) ve hate wergerandin, bi hevkariya Federativ Förlag Heval Förlag û Weşanxaneya Meymanê ve hate çapkirin.
 
Rojavakommittéerna ragihand ku pirtûk wê di navbera 12-14'ê Nîsanê de li bajarên mezin ên Malmö, Göteborg û Stockholmê bê nasandin. Rayedarên amadekar diyar kirin ku fikrên edaleta civakî û konfederalîzma demokratîk ên Abdullah Ocalan di nava şert û mercên siyasî yên heyî de ku bi lez têne guhertin, dikare çarçoveyeke jiyanî pêşkêş bikin.
 
Di daxuyaniya Rojavakommittéerna de li ser weşandina pirtûkê wiha hate gotin: “Wergera Kokên Şaristaniyê ne tenê hewldaneke wêjeyî ye, di heman demê de ji bo kes û hêzên dixwazin koka krîzên heyî fêhm bikin û civakeke wekhev ava bikin bangeke çalakiyê ye. Civaka Swêdê bi pirsgirêkên krîtîk ên weke guhertina avhewayê, rageşiya leşkerî û newekheviya civakî re têdikoşe; fikrên Ocalan li pêşberî van pirsgirêkan dikare modela demokratîk a alternatîf bide nîqaşkirin.”