‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'

AMED - Koordînatorê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê Parêzer Kendal Selçuk diyar kir ku di Destûra Bingehîn de der barê kurdî de tu xalek tune ye û got ku divê xalên di Destûra Bingehîn de ku zimanê tirkî tenê zimanê fermî û perwerdehiyê dibîne bên guherandin. 

Li Tirkiye û Kurdistanê bi taybetî zimanê kurdî, gelek zimanên din tên astengkirin. Welatî ne dikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibînin û ne jî xizmetê bistînin. Gelê kurd ê nikare zimanê xwe li meclis, saziyên giştî, qadên xizmetguzarî û perwerdehiyê bi kar bîne, bi salan e ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî têdikoşe. Kurdên ku nikarin xizmetê bi kurdî wergirin bi pirsgirêk û zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin, dixwazin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin.
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê û Koordînatorê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê Parêzer Kendal Selçûk bal kişand ser astengiyên li pêşiya zimanê kurdî û got ku divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin.
 
 
Selçûk bal kişand ku li Meclisê axaftina kurdî ya parlamenteran tê astengkirin û got ku ev tenê ne li parlamanteran li kurdî û gelê kurd heqaret e. 
 
Selçuk bi bîr xist ku di xala 3'yemîn a Destûra Bingehîn de tirkî wekî zimanê zikmakî û di xala 42'yemîn de jî wekî zimanê perwerdehiyê tê qebûlkirin û got ku zimanê kurdî di Destûra Bingehîn de cih nagire. Selçuk got: "Bi rastî ev tê wateya 'Ez kurdan nas nakim, naxwazim kurdî bibe zimanê fermî'. Dixwazin gelê kurd xwe û nasnameya xwe ji bîr bike. Ji aliyê din ve, di piraniya peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye îmze avêtiye wan de, xalên ku dibêjin divê zimanê zikmakî bê garantîkirin û her kes dikare bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibîne, hene. Ji xeynî vê di Peymana Mafên Medenî û Siyasî ya Neteweyên Yekbûyî de jî tê gotin ku 'Divê mirov bi ziman û baweriya xwe perwerde bibe.' Lê Tirkiye ji damezrandina xwe heta niha tenê bi zimanekî xwe îdare kiriye. Ziman hebûna mirov e. Mafên her kesî yên kolektîf heye. Mafê ziman jî mafekî kolektîf û nasnameya gel e. Ji bo ku gelê kurd bê naskirin, divê pêşî zimanê kurdî bê naskirin."
 
Selçûk bal kişand ku divê zimanê kurdî di bin garantiya qanûnî de be û destnîşan kir ku divê xalên 3 û 42'yemîn yên Destûra Bingehîn di vê çarçoveyê de bên guherandin. Selçuk got: “Ji bo guherandina van divê Destûra Bingehîn bê guhertin an jî ji nû ve bê serrastkirin. Ji ber ku heta ev her du tişt hebin tiştek naguhere. Tirkiye peymanên navneteweyî qebûl kiriye lê bi guman nêzî hinan dibe."
 
Selçuk anî ziman ku ziman hebûna gel e û destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê di saziyên fermî de bê bikaranîn. Selçûk diyar kir ku ew ê têkoşîna hiqûqî ya ji bo fermîkirina zimanê kurdî bidomînin û got ku divê kurdî li her derê bê axaftin. 
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel