MÊRDÎN – Şaredarıya Şemrexê bernameya Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan eşkere kir.
Şaredariya Şaredariya Şemrexa Mêrdînê ji bo Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan li dar bixe, dê hunermendan di 11 û 12’ê cotmehê de bicivîne. Mîhrîcan dê li Qada Cumhuriyetê were li darxistin û dê çalakiyên wek pêşengeha wêneyan, dîwana dengbêjan û konserek werin lidarxistin. Mîhrîcan dê bi hevkariya Midûriyeta Karêbarên Civakî ya Şaredariya Şemrexê û Sanatça Organîzasyonê were lidarxistin û dê mîhrîcan bi konsera Koma Sorjiyan û Ayfer Duztaşê bi dawî bibe.
Hevaşaredarên Şemrexê Kûdret Ûçûk û Hamdîn Demîr gel vexwendin mîhrîcana ku dê li navçeyê 2 rojan deng vede.
Bernameya Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan a Şaredariya Şemrexê wiha ye;
11’Ê COTMEHÊ
* Vekirina Pêşangeha Wêneyan li Qada Cûmhûriyetê saet di 11.00’an de
* Dîwana Dengbêjan li Qada Cûmhûriyetê saet di 14.00’an de
Beşdarvan: Dengbêj Kurdê, Eylul Nazlier, Dengbêj Mûkaddes
* Li Qada Cûmhûriyetê Konser saet di 19.00’an de
Hûnermend: Işik Berîn, Mizgîn Tûran
12’Ê COTMEHÊ
* Panela Qirkirina Çandinî li Qada Cûmhûriyetê saet di 13.00’an de
Moderator: Lîsa Çalan/ Axaftvan: Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr û aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî
* Şanoya Zarokan a “Sê Ezezok” li Qada Cûmhûriyetê saet di 14.00’an de
* Danasîna Cilên Herêmî û li Qada Cûmhûriyetê Konser saet di 19.00’an de
Hûnermend: Sorjiyan, Ayfer Duzdaş