Erdemîrcî: Divê bi ruhê 26 sal berê li pêvajoyê xwedî derkevin

img

AMED – Di pêvajoya Komploya Navneteweyî de Fesîh Erdemîrcî girtîgehê de bû û bi giştî 30 salan di girtîgehê de ma û diyar kir ku ger heya Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad nebe tiştek pêş nakeve û çawa ku 26 sal berê her kes li pêvajoyê xwedî derket divê niha jî hemû kes bi heman ruhî li pêvajoyê xwedî derkevin.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind ya Îmraliyê tê girtin û di pêvajoya 15’ê Sibata 1999’an de herî zêde li girtîgehan li hemberî komployê bertek hatin nîşandan. Gelek girtî tevli çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bûn û di van çalakiyan de 53 kesan jiyana xwe ji dest dan û 66 kes jî birîndar bûn. Piştre jî çalakî berdewam kirin û li girtîgehan li dijî tecrîdê û pêkanînên li Îmraliyê çalakiyên cihêreng hatin lidarxistin.
 
Dema Komploya Navneteweyî pêkhat Fesîh Erdemîrcî di girtîgehê de bû. Erdemîrcî di sibata 1992’an de li navçeya Gimgima Mûşê hêj 25 salî bû hat girtin û di Dadgeha Ewlehiya Bilind (DGM) a Amedê hat darizandin. Bi îdiaya ‘têkbirina ewlehî û yekitiya dewletdê’ cezayê muebetê lê hat birîn. Erdemîrcî di gelek girtîgehan de ma û herî dawî di girtîgeha Tîpa K a Kirkagaçê de ma. 30 salan girtî ma û di nîsana 2021’an de tahliye bû. Erdemîrcî têkildarî pêvajoya komployê axivî. 
 
LI GIRTÎGEHÊ ŞOPANDINA KOMPLOYÊ
 
Fesîh Erdemîrcî wiha behsa pêvajoya Komploya Navneteweyî kir: “Komployeke demdirêj bû. Hewldanên sûîqestê, girtin û li cihê heyî derxistin çêbûn. Piştî sala 1995’an gav bi gav ber bi komployê ve diçûn. Wê demê em di Girtîgeha Bartinê de bûn û me li gorî derfetên xwe pêvajo dişopand. Me li hundir Med TV temaşe dikir û her wiha radyoya me jî hebû. Agahiya me ji geşedanan hebû. Di 14’ê sibatê de me bernameyek temaşe dikir ji nişkave bername guherî, telefon hatin vekirin. Me fêm kir ku tiştên nebaş çêdibin. Navberekê gotin diçe Hollandayê, xebatkarên televîzyonê û gel jî çûn wê derê. Destur nedabûn balafir biçe Hollandayê û heta roja din têkilî qut bûbû. Em heta serê sibê ranezan. Saetên serê sibê serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît got ku li Kenyayê hatiye girtin û bi balafirekê anîn Tirkiyeyê.  Ew roj ji bo me roja herî giran bû. “
 
BI ÇALAKIYAN BERSIV DAN KOMPLOYÊ
 
Erdemîrcî got ku dema agahiya komployê wergirtine li girtîgehê dest bi çalakiyan kirine û wiha axivî: “Em derketin qadên bêhnvedanê û me dest bi avêtina sloganan kir. Li Girtîgeha Bartinê gardiyanan korîdor vala kirin û çûn. Ji bertekên me ditirsiyan û hefteyekê nehatin hejmar û lêgerînê. Em li dora Serokatî bûbûn xelek. Wê demê çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hatin destpêkirin. Ev çalakiya mudaxaleya pêvajoya siyasî bû. Piştî çalakiya hevalê Halît Oral, pêvajoya çalakiyan bi Aynûr Artan berdewam kir. Partiyê mudaxale kir û got bila heval xwe neşewitînin. Hevalan ji bo tarîtiyê ronî bikin li girtîgehan çalakiyên fedayî lidar dixistin. Bi van çalakiyan me xwest bibêjin ku em jî li girtîgehan ji bo Serokatî tiştekê bikin. felsefeya me ya jiyanê zeman û mekan nas nake. Em li kîjan mekanî dibin bila bibin em ê têbikoşin û me xwest bi vê têkoşînê rengê pêvajoya heyî biguherînin.”
 
LI BARTINÊ 3 ÇALAKGER
 
Erdemîrcî anî ziman ku li Girtîgeha Bartinê Mûrat Kaya, Alî Aydin û Yavûz Guzel li dijî komployê bedena xwe dane ber agir. Mûrat Kaya bi birîndarî xilas dikin û piştî tedawiyê rewşa wî baş dibe. ligel ku bi guman in Alî Aydin çalakiya fedayî pêk bîne, nobedê digirin û rojeke ku Med TV temaşe dikin Alî Aydin bidonên avê vala dike, naylonan li bedena xwe dipêçe û dide ber agir û sloganan diavêje. Aydin radikin nexweşxaneyê û di rê de jiyana xwe ji dest dide. Yavûz Guzel jî bi heman armancê çalakî lidar dixe, ji bo tedawiyê radikin nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest dide. 
 
DEWLET NEÇAR MAYE
 
Erdemîrcî têkildarî hevdîtinên ku di demên dawî bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk tên û pêvajoya heyî wiha axivî: “Di qada navneteweyî de hinek guhertin hene û 3’emîn Şerê Cîhanê dewam dike. Tê gotin ku dê li Rojhilata Navîn sînor jinûve bên diyarkirin. Di guhertina sînoran de Kurd jî cih digirin. Kurd xwedî hêzeke mezin in. Ji yekitiya me û bi hev re tevgerîna me ditirsin. Dema mirov li geşedanên Rojhilata Navîn mêze dike, tê dîtin ku neçarî me ne. Herî baş Bahçelî ev rastî ferq kir. Ji ber vê yekê pêvajoya çareseriyê xwe ferz dike. Dibe ku ev pêvajo wekî pêvajoyên din berevajî bibe.”
 
‘DIVÊ KOMPLO BI TEMAMÎ VALA WERE DERXISTIN’
 
Erdemîrcî da zanîn ku Komploya Navneteweyî vala hatiye derxistin û wiha got: “Ger qebûl bikin jî nekin jî Serokatî komplo vala derxist. Ev tevger mezintir bû û Kurd li ku derê dibin bila bibin li ber xwe didin û fêmkirin ku nikarin Kurdan tasfiye bikin. Di esasê xwe de komplo bi paradîgmaya Serokatî vala hat derxistin. Bi temamî vala derxistina komployê girêdayî vê pêvajoyê ye. Ger ev pêvajo bi ser bikeve dê komplo bi temamî vala bê derxistin.”
 
‘EM DÎSA LI DORA SEROKATÎ BIBIN XELEK’
 
Erdemîrcî anî ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çênebe tu tiştek pêş nakeve û wiha got: “Cara yekemîn e ku Kurd bi serhildaneke xwe bi ser dikevin û ber bi serkeftinê ve diçin. Çawa ku di pêvajoya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de herkes li dora Serokatî bû xelek, divê di pêvajoya niha de jî em li dora Serokatî bibin xelek. Ger dîsa li pêvajoyê xwedîderketin çêbibe kes nikare li pêşiya vê pêvajoyê bisekine. Divê em fikarên xwe bihêlin aliyekê û tişta esasî pêşeroja gel û zarokên me ne. Ji bo avakirina pêşerojê çi ji destê me tê divê em pêk bînin. Di vir de hinek kêmasî hene. Hewcedarî bi fikaran nîn e û divê em xwe ji hinek ezberan rizgar bikin. Divê em çalakiyên afrîner bi pêş bixin. Divê her kes bi dil û wijdanî bibêje; ger ev pêvajoya bi ser nekeve dê wijdana min rake gelo? Ka em wiha bifikirin; Serokatî derket û hat. Kelecana vê tişek çiqas mezin e? Derketina Serokatî tê vê wateyê ku çareserî pêk tê. Ev tiştek pir watedar e.”
 
MA / Rukiye Payîz Adiguzel