STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû da zanîn ku dê 1’ê Gulanê li Kadikoyê pîroz bikin û got: “Îsal bêyî ji îradeya xwe paşvegavê biavêjin em ê li Qada Kadikoyê bên gel hev.”
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), têkildarî bernameya 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran ku biryar hatibû dayin li Kadikoyê were pîrozkirin, li Qada Îskeleyê ya Beşîktaşê daxuyanî dan.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû, endamên sendîkayê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû metna hevpar xwend û got ku ew 1’ê Gulanê li her çar aliyên Tirkiyeyê birêxistin dikin. Arzu Çerkezoglû, got: “Weke xwediyên esil ên vî welatî em ê li qadan bin û em ê bi ser kevin.”
QADA TAKSÎMÊ
Bi domdarî Arzu Çerkezoglû têkildarî qedexekirina Qada Taksîmê axivî û got: “Rastiya Qada Taksîmê, di sala 1977’an de ji bo me nîqaşên xelasbûyî ye. Dema me mezintirîn 1’ê Gulanên cîhanê li Taksîmê li dar xistî jî, dema pêşiya me hatî girtin jî ev rastî qet neguherî. Qada Taksîmê, êdî bûye sembola 1’ê Gulanê. Biqasî qadekî dîrokî, her wiha rastiyeke hiqûqî jî ye. DMME’yê li dinyayê cara ewil têkildarî qadekê biryar da. Biryar da ku Qada Taksîmê qada 1’ê Gulanê ye. AYM’ê jî par careke din biryar da ku Qada Taksîmê qada 1’ê Gulanê ye. Tevî vê jî Qada Taksîmê careke din bi awayekî derhiqûqî li çîna karkeran hatiye qedexekirin.”
‘HELWESTA QEDEXEKER DIDOME’
Arzu Çerkezoglû, anî ziman ku ji bo 1’ê Gulanê dîsa li Qada Taksîmê pîroz bikin serlêdan kirine û lê ev helwesta qedexeker hêj didome. Arzu Çerkezoglû, diyar kir ku wan biryardariya xwe ya ji bo 1’ê Gulanê li Qada Taksîmê pîroz bikin dîsa ji îktîdarê re ragihandine û got: “Lê helwesta wan a qedexeker hêj didome.”
QADA KADIKOYÊ
Arzu Çerkezoglû, axaftina xwe wiha qedand: “Yek ji qadên me berê 1’ê Gulanê lê pîroz dikir jî Kadikoy bû. Îsal beriya ku ji îradeya xwe paşvegavê biavêjin, em ê li Qada Kadikoyê ya Stenbolê bên gel hev.”