Li Êlihê li dijî qeyûman banga mezinkirina têkoşînê hate kirin

img

ÊLIH - Şaxa Sendîkaya Genel-Îş’ê ya Êlihê bertek nîşanî xespkirina îradeyê da û banga mezinkirina têkoşînê kir. 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê li dijî tayînkirina qeyûman li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Hêza kedkaran dê neheqiyan têk bibe, edalet dê bi ser keve” hate hilgirtin. Di daxuyaniyê de Hevseroka Şaxa Genel-Îş’ê ya Êlihê Narîn Erol axivî. 
 
DEMOKRASÎ HATIYE BÊBANDORKIRIN
 
Narîn Erolê got ku şaredarî hatine xespkirin û ev tişt anî ziman: “Di civakên demokratîk de rêveberiyên herêmî hîmê bingehîn e. Ji roja îktîdarê tayînkirina qeyûman weke avakirina tehekûma xwe bi kar anî heta niha demokrasî û jiyana demokratîk hedef digire. Hedefgirtina saziyên demokratîk û jiyana demokratîk, jiholêrakirina demokrasiyê ye.” 
 
BANG KIR 
 
Narîn Erol, daxuyand ku îktîdar qeyûman weke amûreke zextê bi kar tîne û wiha bi dawî kir:” Qeyûm derbeyeke li dijî îradeya gel û kedkaran e. Şertê sereke yê demokrasiyê, rêzgirtina li hemberî îradeya gel e. Kiriyarên rejîma qeyûm, tevahiya jiyana kedkaran hedef digire. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî sepanên derhiqûqî mezin bikin û li cem karker û kedkaran cih bigirin.”