Krîza aborî sergûn jî biha kirin

ÎDIR - Li Îdira ku amadehiyên zivistanê dest pê kirine, welatî bala xwe didin sotemeniya xwezî û alternatîf a sergûnan. Welatî diyar kirin ku ew ji ber bihayê zêde, nekarîn sergûnan jî bistînin. 

Krîza aborî ya ji ber bûdçeya gel ji şer re tê veqetandin, her ku diçe kurtir dibe. Ji ber rewşa aborî amadehiyên zivistanê li bajarên serhêdê bi êş û elem dest pê kirin. Ji ber zemên hatine kirin û bêqîmetbûna lîreyê tirk, welatî di amadehiyên zivistanê de zehmetiyan dikêşin. Welatiyên ji ber bihabûnê nikarin ji xwe re komirê bistînin, ji bo xwe germ bikin sergûnan dikirin. Welatiyan diyar kirin ku bihayê îsal ji sala par girantir bûne û dan zanîn ku ew nikarin ji xwe re sergînan jî bisitînin.
 
‘KEDA MEZIN BIHAYÊ ERZAN’
 
 
Mûrat Çaçan (40) ê ji gundan sergûnan kom dike û tîne li navenda bajar difiroşe, destnîşan kir ku ew 15 sal e bi vî karî debara xwe dike, anî ziman ku ji ber krîza aborî di salên dawî de nekariye sergînan baş bifiroşe. Çaçan diyar kir ku ew kamyonekî sergûnan ji 6 an jî 7 hezar lîreyan difiroşe, wiha axivî: “Heya em sergînan ji govê derdixin û ziwa dikin gelek dem derbas bibe û kedekî mezin didinê. Dema em hemû lêçûn û dahatuyan didin ber hev ji me re tenê 500 lîre dimîne. Li gorî başbûna sergînan, bihayê wan jî giran dibe. Mînak sergîna herî baş a pez e.” 
 
EREBEYEKE SERGÛNAN 7  HEZAR LÎRE
 
Çaçan bi bîr xist ku bi hatina mehên zivîstanê, li bajarên serhedê demsala sergûnan dest pê dike û bilêv kir ku li taxên ku xaza xwezayî nakeve tê de, welatiyên ji ber bihabûnê nikarin ji xwe re komirê bistînin, berê xwe didin sergûnan. Çaçan got ku li gelek gundên serhedê sergûn tên sotin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li welat bi zêdebûna bihayên her tiştan, bihayê sergûnan jî zêde bû. Sala par tije erebeyekî sergûn ji 3 hezar û 500 lîreyan dest pê dikir û heya 5 hezar lîreyan bilind dibû. Em îsal li bendê ne ku biha derkeve 6 an 7 hezar lîreyan. Berê gel xwe bi komir an jî sergûnan germ dikir. Lê belê bi hatine xaza xwezayî karê me kêm bû. Lê belê ji ber bihayê komirê zêde bû, welatî bala xwe didin sergînan. Em rojê caran yek, caran du, caran jî sê erebeyan sergînan difiroşin. Caran jî em qet nafiroşin. Ji ber bi gel re pere nîn e.”
 
‘PERE NÎN E’
 
 
Ji welatiyan Ahmet Oner anî ziman ku ji ber xaza xwezayî neçûye li gelek taxan û bihabûna komirê, ew sergûnan erzantir û tenduristîtir dibîne. Oner destnîşan kir ku dema ew li gund bû jî ji bo zivistanê sergûnan disotin ev tişt gotin: “Ez hatim li bajar dîsa jî sergûnan disojim. Ji ber bêhna komirê gelek pîs û qirêj e. Di heman demê de bihayê wê jî giran e. Girêdayî vê yekê jî bihayê sergûnan jî zêde bûye. Sala par bihayê erebeyekî sergûnan 3 an 4 hezar lîre bû. Lê belê îsal derketiye du qatê wê. Sala par hema bêje min bi xerckirina 7 hezar lîrayan, zivistana xwe derbas kir. Lê belê îsal ji bo sergûnan 6 hezar lîre, ji bo daran jî 6 hezar lîre hewce ye. Biha gelek giran bûne. Pere nîn e lê belê em neçar in dîsa jî dar û sergûnan bistînin. Ji ber krîza aborî mirov nikarin debara xwe bikin. Her ku diçe rewş xirabtir dibe.”