WAN - Waniyan bilêv kir ku ji ber krîza aborî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin û bal kişandin ser fiyetê şekir ku kîlo bûye 200 lîre.
Welatî ji ber krîza aborî û roj bi roj zêdebûna kûra dowîzan nikarin ji bo Cejna Qurbanê jî lazmatiyên xwe bikirin. Wanî ku beriya cejnê bi rojekê dkaetin çarşiyê û bazaran, ji ber bihabûnê destvala vedigerin malê. Welatî û esnafan îşaret bi bihabûna fiyetan kirin.
Medenî Karabacak ku kincan difiroşe, anî ziman ku ji ber zêdebûna kûra dowîzan êdî nikarin kar bikin. Karabacak bal kişand ser bihabûna fiyetan û got: "Tîşortê ku min par bi 45 lîreyan distend, îsal bûye 170 lîre. Welatiyên ku berê dihatin dikanê 3-4 pantor dikirîn, lê niha nikarin pantorekî jî bikirin. Di Cejna Remezanê de kêm be jî me çend perçe firotin, lê vê cejnê na. Mixabin em her sal dibêjin xwezî bi par. Min mirov dîtin ku ji ber ku nikarin ji zrokên xe re tiştekî bikirin giriyane. Pantorek, tîşortek 500-600 lîre ye. Malbateke 4-5 zarokên wan hebin dê çaw abikirin?"
‘DERÛNIYA MIROVAN XIRAB BÛYE'
Erhan Tekîn jî ragihand ku şekirên cejnê li gor par ji 60 lîreyî bûne 200 lîre û wiha pê de çû: "Tiştên ku me par bi 100 lîreyî dikirî, niha em bi 500 lîreyî dikirin. Rewş pir xirab e. Halê gel ne tu hal e. Berê me şekirê herî baş bi 60 lîreyî dikirî, niha bûye 200 lîre. Derûniya mirovan xirab bûye. Divê dewlet çareyekê ji vê piyaseyê re bibîne."
Nebî Çerî destnîşan kir ku rojek ji cejnê re mayê lê hê jî tiştek nekiriye û got ku her diçe gel xizantir dibe. Çerî got: "Ji bo cejnê herî kêm 10 hezar lîre divê. Par xirab bû, lê qet nebe ne ev qas biha bû. Berê me hindik dikirî, me hindik dida. Lê niha em hindik jî dikirin em zêde didin. Hema bibêje her tişt ji sedî 100 biha bûye. Ez nikarim lazmatiyên zarokan bikirim. Rewşa min a aborî têr nake. Ez yeqîn nakim ku rewş biguhere. Heya mirinê dê wiha be. Ji lew re ev desthilat mirovan dixapîne."
‘MEAŞÊ KÊM BIBE 30 HEZAR JÎ BÊFÊDE YE'
Bavê 5 zarokan Ahmet Erso jî diyar kir ku zêdebûna meaşê kêm bi kêr nehatiye û got: "Meaşê kêm bikin 30 hezar jî bêfêde ye. Ji lew re gava meaşê kêm zêde dibe, fiyet jî pê re zêde dibin. Heya pêşî li ber kûra dowîzan neyê girtin, çareserî ne pêkan e û dê enflasyona Tirkiyeyê rast nebe. Em 7 kes in. Berê me pêlava herî baş bi 200-250 lîreyî dikirî. Lê niha ancax tu dikaîr bi 4-5 hezaran bikirî. Mesela ez rabim ji kurê xwe re pantorekî, pêlavekê, îşligekî û çakêtekî bikirim herî kêm divê ez 7 hezar TL'yî bidim. Ger ez ji bo heft kesan wiha bikim, dê bi ser 35 hezar TL'yî bikeve. Berê em qurban serjê dikir, me goştê sor dida mêvanên xwe. Niha em nikarin goştê mirîşkan jî bidin mêvanan."
Welatiyê bi navê Nîzamettîn ku paşnavê xwe negot, anî ziman ku mirov êdî şerm dike biçe mala xwe û got: "Ji bo debara hefteyekê herî kêm 2 hezar TL lazim e. Rewşa gel ne tu rewş e. Malbata herî xizan jî êdî divê ji bo cejnê 20 hezar TL'yî xerc bike. Dibêjin 'Gaz, patrol hatiye dîtin.' Madem her tişt tê dîtin, nexwe ev bihabûn çi ye?"
MA / Berîvan Kûtlû - Omer Akin