Erdogan roj diyar kiribû: Lê 3 hezar û 845 roj in av tune ye!

img
RIHA - Serokkomarê AKP'î Erdogan daxuyandibû ku dê di "12.12.2012 saet di 12.12’an de li Rihayê ava cihokan biherike, lê 3 hezar û 845 roj derbas bûne hê jî av di cihokan re neherikiye. 
 
Di çarçoveya "Projeya Anadolûyê ya Başûrrojhilatê" (GAP) de Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ), di sala 2009'an de li gundê Îstaxûleyê yê navçeya Cirnê Reş a Rihayê dest bi çêkirina cihokên avê kiribûn. Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan jî di 12'ê Kanûna 2012'an de tevî merasîma vekirina cihokan bûbû. 3 hezar û 845 roj di ser vekirina cihokan re derbas bûye, lê hê jî av di cihokan re naherike. 
 
Cihokên avê hatine temamkirin, lê av nayê berdan. Ev yek jî bandorê bi hezaran cotkarên li herêmê dike. Ceh, nîsk, genim û garisê ku li ber cihokan hatine çandin, ji ber nebûna avê hişk dibin. 
 
Şêniyên li herêmê bertek nîşanî vê yekê dan. 
 
12 GUND 11 SAL IN LI BENDA AVÊ NE
 
Serhat Erdem (50) ku ji zarokatiya xwe ve çandiniyê dike, anî ziman ku malbata wî nêzî 150 sal in li herêmê çandiniyê dike. Erdem bilêv kir ku yekane çavkaniya herêmê çandinî ye û ev tişt gotin: "Çemê Firatê 4 kîlometreyan dûrî me ye. 11 sal in cihok hatine çêkirin. Serokkomar Erdogan gotibû, ew ê di 12.12.2012 saet di 12.12'an de avê berdin. 11 sal derbas bûne lê hê jî em li benda avê ne. Her sal dibêjin em ê avê berdin, lê bernadin. Par jî gotin, lê av negihîşt zeviyan. Ji lew re ji ber ku cihok bi salan nexebitîne diteqin û av naherike. Her derê qenalan riziyaye. Qaşo dê îsal av berdana, lê hê jî bernedane. Em daxwaznameyan didin, lê dîs ajî bernadin. Ne tenê gundê me, 12 gund li benda avê ne." 
 
‘LI BER AVÊ NE LÊ BÊ AV IN'
 
Erdem da zanîn ku li herêmê nêzî 100 hezar donim zevî heye û got: "Ev tevkariyeke mezin li aboriya welêt dike. Gava ava bejî tê avdan berdariya wê zêde dibe. Serê donimê genim 250-400 kîlo berdarî çêdibe. Ger bê avdan dê ev bibe 700-800 kîlo jî. Ev hem dê bandorê li aboriya welêt bike hem jî dê ber dilê cotkaran xweş bike. Her wiha Firat 4 kîlometreyan dûrî me ye. Avê didin Heran û Kaniya Xezalan ku dûrî çem in, lê nadin me. Em li ber avê ne, lê bê av in. Avê nadin gundên li ber Firatê, çima?" 
 
‘JI HILBIJARTINÊ HEYA HILBIJARTINÊ'
 
Erdem anî ziman ku rayedar soza xwe naynin cî û wiha got: "Em her sal serî li rayedaran didin, em serî li DSÎ'yê û gelek saziyên didin didin. Min bi xwe jî serlêdan kiriye. Min gelek caran ji parlementeran re gotiye. Lê her em her tim guh li çîroka 'dê îsal bê berdan' dikin. Dibêjin 'Dê îsal bê berdan', lê bernadin. Di wextê hilbijartinan de 4 salan carekê xebat tên kirin û mirov tên xapandin. Nêzî 100 hezar donim zevî li benda avê ye. 12 gund erdê bejî diajon. Ger av bê berdan dê genim, ceh, nîsk û garis bên çandin. Dê îstihdma jî çêbibe. Mirov êdî nikarin çerxa xwe bi çandiniya bejî bikin. Dest ji axa xwe berdidin, koç dikin. Divê dawî li vê bê û rê bê vekirin ku mirov vegerin warê xwe." 
 
Metîn Acet (22) jî ku tevî malbata xwe li herêmê karkeriya demsalî dike destnîşan kir ku neberdana avê bandoreke nebaş li wan jî dike. Acet bal kişand ser daxuyaniyên ku her sal tên dayîn û dibêjin "dê av bê berdan" û got: "Niha rewşa zeviyan qet nebaş e. Ji ber hişkesaliyê ya bejî jî nayê kirin. Demildest divê av bê berdan. Bila zevî ziyan nebin. Firat 4 kîlometreyan dûrî vir e. Lê av tune ye. Ji bo gundên Heranê av heye. 11 sal in cihok hatine çêkirin, lê carekê jî av bernedane. Berê mirov dihat gund, lê niha kes nayê. Gundî koç dikin. Em li benda alîkariyê ne. Bila mirov karibin çandiniya xw ebikin, bila neçin li Konyayê li nav zeviyên xelkê nexebitin. Karkerên demsalî her sal qezayan dikin û jiyana xwe ji dest didin. Ji bo mirov li vir bimînin divê av bê berdan." 
 
MA / Emrullah Acar