ENQERE - Aborînas Ahmet Şahînoz aboriya Tirkiyeyê şiband pinîkirina tekera teqiyayî û wiha got: “Heke dev ji polîtîkaya ‘faîz sedem, enflasyon encam e’ bernedin dê aboriya Tirkiyeyê di demekî nêz de biteqe.”
Piştî hilbijartinên serokkomarî û giştî yên 14’ê Gulanê, zêdebûna Prîma Rîskê ya Krediyê (CDS) û nediyariyê kir ku borsa bikeve. Banga Navendî (MB) ji bo daxwaza dovîzê kêm bike, ji bo kirîna dovîzê lîmîtek diyar kir, lîmîta hesaba vezgir daxist û ji bo qerta krediyê jî lîmîta pereyê neqdê danî. Rojek piştre MB ji biryara xwe ya lîmîta kişandina avansa neqdê ya qerta krediyê vegeriya lê gelek bankan guh nedan vê biryarê û kişandina pereyê neqdê ya li ser qerta krediyê bi 5 hezar lîreyan bisînor kir.
Aborînas Ahmet Şahînoz têkildarî polîtîkayên MB û bankan axivî.
‘DIVÊ DOLAR ÎRO 25-30 TL BE’
Şahînoz, diyar kir ku ji par ve faîz tê daxistin û girêdayî ve jî dovîz radibe û wiha got: “Mirov ji bo hêza xwe ya kirînê biparêzin, berê xwe dan dovîz û zêrî. Li her deverên polîtîkaya faîza kêm di meriyetê de rewşên wiha rû didin. Ev ewqas bilind bû ku ji bo çareseriyê jî pergala mevdûata parastina kurê anî. Jixwe banka navendî û xizîneyê di nava salekê de 200 milyar lîre pere şand van hesaban. Lê ev jî bi têrî nekir. Ji ber ku MB’ê di deriyên piştê de dovîz firot û pêşî li ber bilindbûna kura dovîzan girt. Divê dolar îro bi 25-30 TL’an be lê niha hewl didin di bin 20 TL’an de bigirin. Lewma mirov niha hewl didin TL’yê dîsa veguherînin dovîzê.”
‘BANKA NEÇARIN BISÎNOR BIKIN’
Bi domdarî Şahînoz got ji ber ku dovîz kêm e, welatî ji kredî û qertên krediyan ên bankayan avansa neqdê dikişînin û bi wan dovîz û zêr dikirin û wiha pê de çû: “Banka Navendî ji ber vê yekê ew avans qedexe kir. Lê ji bo hilbijartinê demekî kin ma bû û ji bo bandora neyînî ya aboriyê li ser gel çênebe ev qedexe rakir. Lê bankan ji bo pêşîlêgirtina zêde kişandina pereyan avansa neqdê bisînor kirin. Ji ber ku banka ji ber van faîzan zirarê dike.”
‘ABORIYA TIRKIYEYÊ DIŞIBE LASTÎKA TEQIYAYÎ’
Di berdewamê de Şahînoz polîtîkayên aboriyê yên Tirkiyeyê şiband tekera teqiyayî û axaftina xwe wiha qedand: “Di demên berê de dema top an jî tekera duçerxê diteqiya, her tim dihat pinîkirin. Lê ew pinî demek piştre êdî nagirin û lastîk bi temamî parçe dibû. Em dikarin rewşa aboriya Tirkiyeyê jî bişibînin vê. Em niha di asta pinîkirinê de ne. Heke polîtîkaya enflasyona zêde, faîza kêm û polîtîkaya faîz sedem û enflasyon jî encam e were domandin, dê aboriya Tirkiyeyê di demekî nêz de biteqe. Hêvîdarim ku Tirkiye aqilê xwe bîne serê xwe û hêj neketin krîzeke aboriyê ya mezintir ji vê polîtîkayê vegere.”