MÛŞ - Kerem Çitanak ê diyar kir ku beriya 30 salan dest bi merengoziyê kiriye, anî ziman ku ji ber zêdebûna mesrefan û krîza aborî nikare bixebite û bi lêv kir ku heke wisa biçe dê neçar bimîne ku dikanê bigire.
Kerem Çitanak (42) ku ji gundê Melîka yê girêdayî Mûşê ku di salên 1990’î de hate şewitandin, koçî navendê kir, dest bi pîşeya merengoziyê kir. Çitanak, ji ber krîza aborî ya heyî hatiye asta ku êdî nikare bixebite. Çitanak, da zanîn ku ji ber zextên li ser malbatê neçar ma ji navenda bajêr jî koçî Edeneyê ya herêma Çûkûrovayê bikin û anî ziman ku di 12 saliya xwe de dest bi berdestkiyê kiriye. Çitanak, bi lêv kir ku ji ber zehmetiyên aboriyê yên Çûkûrovayê piştî salekê ji nû ve vegeriyane navenda Mûşê û pîşeya merengoziyê li vir domandiye. Çitanak, diyar kir ku 10 salan li dikanên cuda berdestkî û qalfatî kiriye û di sala 2001’an de li heman taxê dikana xwe bi xwe vekiriye. Çitanak, anî ziman ku tevî hemû şert û mercan ev pîşeye heta vê rojê anî ye û diyar kir ku heke krîza aborî ya tê jiyîn berdewam bike wê dest ji pîşeya xwe ya 30 sal in dike berde.
‘BERÊ BAŞTIR BÛ’
Çitanak, bi bîr xist ku karê bi telaştina keresteyan dest pê kir veguheriye fabrîkasyonê û wiha berdewam kir: “Di sala 2001’an de min dikana xwe bi xwe vekir. Berê zêdetir karê merengoziyê hebû. Me derî û pencere çêdikirin. Lê niha karê deriyan zêdetir ji aliyê sermayedarên ku pereyên wan hene ve weke berhemên fabrîkasyonê tên derxistin. Îro li Mûşê gelek kêm merengozên ku deriyan çêdikin hene. Mînak li Mûşê 100 merengoz hebin ji van 3 merengoz deriyan çêdikin. Êdî merengoz zêdetir li ser mobilyan dixebitin. Êdî pencere ji plastîkên ku jê re dibêjin PVC tên çêkirin û ew jî bû baskekî din ê kar.”
‘XWEDIYÊN KARGEHAN QEZENC DIKIN’
Çitanak, bi bîr xist ku karê merengoziyê karê kedê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Merengozî bi hêza mirovan hatiye heta roja me. Lê bi endustriyê jî teknîkê zêdetir rol lîst. Beriya 15 salan ji me re keresteyê ku madeya xam bû dihatin. Me ew malzeme li gorî pîvanên xwe dibirîn, pişt re mecûna mobîlya lê dixist, zimbe dikirin û boyax dikirin. Wê demê li dijî keda zêde qezenceke zêde jî hebû. Niha wiha nîne. Texteyên MDF ku hazir in û hatine boyaxkirin tên merengozan. Ji ber wê yekê em kêmtir ked didin û kêmtir qezenc dikin. Li vê derê kesên esas qezenc dikin xwediyên kargehan e.”
‘SAL BI SAL XWEZÎ BI PAR’
Çitanak, anî ziman ku krîza aboriyê ya tê jiyîn bi gotina “sal bi sal xwezî bi par” penase kir û wiha pê de çû: “Ji ber şertên aboriyê yên niha rewşa me ev e. MDF’yên di bikaranîna mobîlyayê de ku par me bi 300 lîreyî dikirîn îsal bûne hezar û 200 lîre. Sala par qezenckirina me ji sedî 30 bû lê îsal ketiye ji sedî 7’ê. Em ji bo debara xwe bikin, ve çerxê bizivirînin û pereyê xebatkarên xwe bidin dixebitin. Ev krîz û bihabûn wiha berdewam bike em ê neçar bimînin dikana xwe bigirin.”
Çitanak, bi lêv kir ku çareserkirina krîzên aborî, siyasî, civakî û hemû pirsgirêk û krîzan di çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk re derbas dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku ev yek pêk neyê wê krîz wiha berdewam bike.”