AMED - Malbatên xwendekaran ji ber bihabûnê nikarin ji bin barê amûrên qirtasiyeyê yên dibistanan rabin. Hem malbatan hem jî qirtasiyefiroş bertek nîşanî vê bihabûnê dan.
Li Tirkiyeyê dibistan dê di 12'ê îlonê de vebin. Lê belê welatî ji ber bihabûnê nikarin ji bin barê fiyetê amûrên qirtasiyeyê rabin. Di navbera fiyetên lîsteya heyama perwerdehiyê ya 2021-2022'yan û heyama 2022-2023'yan de ferqek gelekî mezin heye. Pênûsê ku par bi 2 lîre û nîvan dihat stendin îsal bûye 15 lîre, jêbira ku par bi 2 lîreyan bû îsal bûye 5 lîre, lênûska 40 rûpelî par 5 lîre bû îsal bûye 12 lîre û çenteyê dibistanê ku par bi 40 lîreyî bû îsal bûye 160 lîre ye.
ESNAF PERÎŞAN BÛNE
Qirtasiyefiroş Kadîr Evîrgen diyar kir ku lîsteya pêdiviyên sereke ya ku par ji aliyê dibistanên dewletê ve hatibû diyarkirin li dora 600-700 lîrayî bû û ya dibistanên taybet jî li dor hezar û 500 lîrayî bû û got, lê lîsteyên îsal sê qatan li yên par in. Evîrgen destnîşan kir ku nikarin amûran peyda bikin, ji lew re piraniya amûrên qirtasiyeyê ji derve tên û got: “Ji ber ku amûrên me ji derveyî welat tên, em nikarin cihê yên tên firotin dagirin. Li gel vê yekê li welêt hevrikiyek gelek tewş heye. Sê marketên mezin hene û ew her sê market esnaf perîşan kirine. Hebûna wan marketan, politikaya esnafxilaskirinê ye. Ji ber buhayê ceryanê û ji ber bacan em esnaf bi zorê debara xwe dikin."
ÊN ÎSAL SÊ QATAN LI YÊN PAR IN
Qirtasiyefiroş Evîrgen got: “Gava em amûrên sereke yên dibistanê yên îsal û par bidin ber hev ji sedî 300 ferq heye. Mesela lênûska ku me par bi 10 lîrayan difirot îsal bûye 22 lîre. Amûra herî zêde zem xwariye jî çente ye. Çenteyê ku me bi 100-150 lîrayî difirot îsal li dor 400-600 lîrayî ye. Niha xwendekarên malbatên rewşa wan a aborî nebaş herî kêm gere bi hezar û 500 lîreyî mesref bikin. Par ev mesref li dor 500-600 lîrayî bû."
Welatiyê bi navê Ayhan Porsûk ku sê zarokên wî dixwînin anî ziman ku amûrên qirtasiyeyê ji sedî 200, ji sedî 300 biha bûne. Porsûk diyar kir ku li Amedê niha gelek malbat nikarin zarokên xwe bişînin dibsitanê. Porsûk wiha domand: “Li vî welatî perwerde bûye plana duyemîn, sêyemîn. Pênûsek ji 3 lîreyan bûye 15 lîre. Lênûskek ji 5 lîreyan bûye 20 lîre. Rewşa gel qet nebaş e, malbat nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê. Sala çûyî mesrefên me yên dibistanê 300-400 lîre bû, lê îsal bûye hezar û 2000, hezar û 300 lîre. Zarok ji bêgavî diçin li kolanan dixebitin."
Xwendekar Berat Şeker jî bilêv kir ku pirtûkên testan yên ku bi 40-50 lîreyî bûn, niha bûbe 150-160 lîre. Şeker got: “Em dibêjin, em fotokopiya wan derxin, lê fotokopî jî pir xirab in. Lê dîsa jî fotokopî çêtir e. Ji ber ku erzan e. Tenê ne di hêla dibistanan de, di her warî de krîza aborî bandoreke mezin li gel dike. Dest ji yên dibistanê berdin, em nikarin cilên normal jî bistînin.”
Welatiyê bi navê Suleyman Guneş jî bertek nîşan da û got, beriya pandemiyê amûrên qirtasiyeyê erzan bûn lê niha lênûska bi 3 lîreyan bûye 15 lîre. Guneş diyar kir ku eger tu bixwazî zarokên xwe bişînî dibistanên dewletê, îhtîmala herî xirab salê 15.000 lîre mesref diçe û ji bo dibistanên taybet jî 50.000-60.000 lîre diçe.