NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê Tirkiyeyê, kedkarên tenduristiyê li dijî pêşniyarqanûna ku pêşkêşî meclisê hatibû kirin derketin û ji bo rojekê dev ji kar berdan û gotin ku çalakiya wan îtîrazeke.
Kedkarên tenduristiyê, li seranserê Tirkiyeyê li dijî pêşniyarqanûna ku pêşkêşî meclisê hatibû kirin derketin û ji bo başkirina şertên xwe dev ji kar berdan. Li nexweşxaneyan, ji bilî beşên lezgîn û yekîneyên ku lezgîniya wan xizmeta tenduristiyê nayê dayîn. Li bajarên mîna Enqerê, Stenbol, Amed, Îzmîr, Edene, Antalya, Mêrsîn, Hatay, Şirnex, Êlih, Riha û Mêrdînê kedkarên tenduristiyê li ber nexweşxaneyan çalakî li dar xistin û daxuyanî dan.
Rêxistinên kedê yên mîna Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB), Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristiyê (SES), Sendîkaya Xebatkarên Bijîjkên Malbatê (AHESEN), Federasyona Komeleyên Bijîjkên Malbatê (AHDF), Sendîkaya Yekitiya Piştevaniyê, Sendîkaya Kar a Tenduristiya Giştî , HEKÎMSEN, Yekitiya Diransazên Kurd (TDB), li bajarên navborî çalakî li dar xistin û sedema devjiberdana xwe ya kar û vegotin û daxwazê xwe anîn ziman. Kedkaran, got ku ew pergala heyî ya tenduristiyê îtîraz dikin.
Bi giştî kedkarên tenduristiyê ev daxwaz kirin;
* Zêdebûna heqdestê ku bandora xwe li teqawîtbûnê jî bike,
* Ji bo pêşîlêgirtina tundiya li kedkarên tenduristiyê dem û derfet bên avakirin,
* Xurtkirina xizmetên parêzergeriya tenduristiyê.