AMED – Komeleya Ekolojiyê ya Amedê, têkildarî xebatên madenê yên li Zozanên Hesendînê banga rawestandinê kir.
Şîrketa Anonîm a Bazirganiya Derve û Kanzakariyê ya Pasûrê ji bo lêgerina kanzayan bi awayekî bêhûqîqî li Zozanê Hesendînê dest bi lêgerina kanên madanê dike. Xelkê Zozanê Hesendînê li dijî madanê dest bi çalakiya nobedê kirin e. Nobed mehekî zêdetir berdewam dike. Meclisa Ekolojiyê ya Amedê û gelek kes çûn serdana nobedê û li vir daxuyanî hat dayîn. Hevberdevkê Meclisa Ekolojiyê ya Amedê Sebrî Kiliç daxuyaniyê xwend. Daxuyanî li pêşiya Ziyareta Bavê Hazir hat lidarxistin
Sebrî Kiliç diyar kir ku ji sala 2008’an ve gelê Pasûrê li dijî madanê axa xwe diparêze û wiha got: “Di salên 90’î de di encama politîkayên şer de gundên me hatin şewitandin û xelkên gundan koçberî bajaran bûn. Îro dîsa desthilatdar bi destê sermayeyê û madenê gund, xweza û jiyana me talan dike û dîsa dixwaze gelê me koçber bike. Ev madena ku tê xwestin li Zozanê Hesendînê bê avakirin dê tenê bandorê ne li Pasûrê dê bandorê li tevahiya herêmê bike. Dê ev maden gelî, çiya, newal û erdên me û çemê me ziwa bike. Li erdnigariya Kurdistanê bi rêya madenê, projeyên GES û HES’an tê xwestin bê talankirin.”
‘LI ERDNÎGARIYA KURDISTANÊ TALANA EKOLOJIYÊ’
Sebrî Kiliç destnîşan kir ku ev maden çêbibe dê goristan û ziyaretên li herêmê jî werin rûxandin û got: “Îro li erdnigariya Kurdistanê talana ekolojiyê heye. Îro behsa aştiye te kirin lê ev talan hê jî berdewam dike, ev şerm dê siberojê derkeve pêşiya me. Aştî dê azadiya xweza û ajalan jî pek bîne. Aştî neyê erdnigariya Kurdistanê aştiya civakî jî dê pek neyê. Em li vir bang dikin ku destê xwe ji axa me vekişînin. Em li dijî sermayeya kapîtalîst têkoşîna jiyanek azad dikin. Zozanê Hesendînê ya me ye û dê ya me be.”
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.