Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê serlêdan hat kirin
- rojane
- 14:48 11/12/2024
Şaxa OHD’a Wanê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê, serî li dadgeha Îdareyê ya Wanê da.
Şaxa OHD’a Wanê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê, serî li dadgeha Îdareyê ya Wanê da.
Şaredariya Curnê Reş a DEM Partiyî li navçeyê Navenda Bêhnvedanê ya Jinan vekir.
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz da zanîn ku ew li benda rapora têkildarî sedema teqez a mirina Rojîn Kabaîşê de ne. Bav Nîzamettîn Kabaîş jî da zanîn ku dîmenên nû li dosyayê hatine zêdekirin û rêveberiya wargehê nahêle hevala keça wê biaxive.
Nûra Kurt a 65 salî ya li Almanyayê jiyana xwe ji dest da, li Wêranşarê ji aliyê 5 kesan ve bêyî wecîbeyên olî hat definkirin û polîsan destûr neda malbat konê sersaxiyê vekin.
Duh li gundê Zêwigê yê Hezexê 9 kes hatibûn binçavkirin û her 9 welatî hatin berdan.
Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Durmuş û 2 ciwan di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.
Operasyona leşkerî ya ji destpêka meha Mijdarê ve li herêma çolter a Çiyayê Bagokê hatiye destpêkirin didome. Hat zanîn ku dengê teqînan ji herêmê tê.
Ciwanên ku li Colemêrgê ji hêla polîsan ve hatin revandin, diyar kirin ku îşkence li wan hatiye kirin, hatine tazîkirin û gefa tecawizê li wan hatiye xwarin.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê 53 kesên bi biryara dadgehê li karên xwe hatibûn îadekirin dîsa ji kar derxist.
Rêveberiya Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê li girtiyên xwarina nexweş nexwarin, bi îdiaya “rêveberiyê protesto dikin” lêpirsîn da destpêkirin û cezayê ragihandinê da girtiyan.
Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê li ser rêya Bendava Sirrîn-Tişrînê ambulansa birîndar vediguhest bombebaran kirin. Di êrişê de 2 kes hatin qetilkirin û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Li Agiriyê welatiyên ku ji bo danûstendinê diçin bazarê destvala vedigerin malê. Xwendekarek tenê bacanek reş kirî û ev jî rewşa aborî ya welat nîşan dide.
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê biryar dabû ku navê Rojîn Kabaîş li avahiya xizmetê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê were kirin. Walîtiya Wanê ev biryara meclisê red kir.
Di lêpirsîna “wesfê sûc diyar nîne” ya derheqê rojnameger Firat Can Arslan de cara duyemîn biryara bêrayetiyê hate dayin.
Rojnamevan Mehmet Emîn Mûtlû diyar kir ku pêşeroja gelên Sûriyeyê di xeta "Rêya Sêyemîn" de ye û têkildarî êrişan wiha got: "Şoreşa Rojavayê şoreşa şoreşger, demokratîk û enternasyonalîstan e jî. Xwedîderketina wan a li şoreşa xwe dê di paşeroja Sûriyê de diyarker be."