ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2024’AN
- rojane
- 09:00 13/12/2024
Li Reqayê dema ala dihat daliqandin, komên paramîlîter rastgele gule reşandin ser qelebalixiyê. Herî kêm 43 kes birîndar bûn.
Tevî zext û astengkirinên polîsan jî şîna Nûra Kurt hate danîn û şîn bi girseyî hate ziyaretkirin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku herêma wan jî parçeyeke erdnîgariya Sûriyeyê ye û warê gelên qedîm e û dê alaya Sûriyeyê li herêmên xweser jî bê li ba kirin.
Êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin û di çalakiyan de hate gotin ku bi êrişan modêla jiyana demokratîk hedef tê girtin û bang li her kesî hate kirin ku deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava.
Baroya Amedê ji bo sekinandina êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir û jê xwest klu berpirsyartiya xwe bi cih bîne.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan cara ewil hinek kitekitên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re parve kir û wiha got: “Birêz Ocalan amade ye ku ji bo çareseriyê înîsiyatîfê li xwe bigire. Gelo dê rayedar zemîna vê amade bikin an na? Mesele li vir xitimî ye.”
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan çûn serdana KESK’ê.
Doza rojnameger Zeynep Kuray ku ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatibû vekirin, hate taloqkirin.
Walîtiya Şirnexê ketina 14 herêmên ku texrîbata ekolojîk lê tê kirin ji bo 15 rojan qedexe kir.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li Girtîgeha Marmarayê bi hinceta di Newrozê de govend gerandine û dirûşm berz kirine, cezayê disiplînê dan 6 girtiyên jin.
Li Amedê ji bo 47 pirtûk, 12 kovar û hejmarê 6 rojnameyan biryara berhevkirinê hat dayîn.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser axaftinên Hakan Fîdan ên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye.”
Endamê OHD’ê parêzer Lokman Şaman bal kişand ser “Mafê hêviyÊ” yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku divê sepanên dermirovî yên li Îmraliyê bi dawî bibin.