Ji ber tundiya di dema binçavkirinê de destê wî qelişî

  • rojane
  • 10:36 8 Mijdar 2024
  • |

MÊRDÎN - Ciwanê bi navê E.O. ku li Mêrdînê hate binçavkirin, da zanîn ku ji ber tundiya li qereqolê lê hatiye kirin, destê wî qelişî ye. 

Ciwanê bi navê E.O. yê 17 salî, di dema çalakiyên protestoyî yên li dijî tayînkirina qeyûm ên li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de hate binçavkirin. E.O., da zanîn kul li emniyetê îşkence li wî hatiye kirin û ji ber lêdana bi copan destê wî qelişî ye. Li nexweşxaneyê cihê qelişî hate dirûn û 6 kêl hatin avêtin. E.O., got ku ji bo biçe destşoyê ji cihê nobetê çûye û di wê navberê de ji hêla 2 polîsên sivîl ve hatiye binçavkirin. E.O., wiha got: “Duh saet derdora 3 û nîvê de min xwest biçim destşoyê ya hinek ji cihê nobetê dûr. Di wê navberê de du polîsên sivîl ez binçav kirim. Rojek berê li qada nobetê min sergovendî dikir. Di govendê de me rengên kesk, sor û zer hilgirtin. Dema ez binçav kirim gotin; ‘Tu pir zêde li pêş çavî.’ Ez girtim, çêr li min kirin û li min xistin.” 
 
TUNDÎ Û GEF
 
Di berdewamê de E.O. anî ziman ku ji hêla polîsên ew binçav kirin û li emniyetê hatiye îşkencekirin û wiha pê de çû: “Bi copan li min xistin. Dema li serê min û rûyê min xistin, min hew da xwe biparêzim. Di vê navberê de nava destê min parçe bû. Piştre jî birin Emniyeta Mêrdînê. Li emniyetê ji min re gotin; ‘Tu dê dev ji DEM Partiyê berdî. Dê neçî qada nobetê jî.’ Min jî ji wan re got ku heta şaredariya me tê dayin ez ê ji wir neçim.” 
 
6 KÊL AVÊTIN CIHÊ QELIŞÎ
 
E.O., da zanîn ku li emniyetê heta demekê hatiye ragirtin û piştre hatiye berdan. E.O.,  wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bi derfetên xwe çûm nexweşxaneyê. Cihê qelişî dirûn û 6 kêl avêtinê. Piştî nexweşxaneyê jî çûm cihê nobetê. Em ji bo şaredariya xwe bistînin li vir in. Em daxwaza azadiya xwe dikin. Em naxwazin qeyûm vîna gel bidizin. Ew çiqas bidizin em jî dê ewqas li ber xwe bidin.” 
 
E.O., got ku serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daye û dê îro giliyê polîsên îşkence li wî kiribûn bike. 
 
MA / Omer Akin - Şîlan Çîl