Wezareta Karên Hundir: Derheqê Bakirhan de kirariya qanûnî hate destpêkirin

  • rojane
  • 12:20 7 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir bi daxuyaniyekê ragihand ku derheqê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehmet Mihdî Tunç de “kirariya qanûnî” dane destpêkirin. 

Wezareta Karên Hundir bi daxuyaniyekê ragihand k derheqê daxuyaniyên têkildarî tayînkirina qeyûm a li şaredariyên Êlih, Xelfetî û Mêrdînê hatine kirin “kirariya qanûnî” dane destpêkirin. 
 
Wezaretê ragihand ku di vê çarçoveyê de derheqê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehmet Mihdî Tunç de ji ber axaftin û daxuyaniyên di 4’ê mijdarê de “kirariya qanûnî” hatiye destpêkirin.