Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Mêrdînê serî li dadgehê dan

  • rojane
  • 10:26 7 Mijdar 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Bi daxwaza betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê serî li Dadgeha Îdareyê hate dayin. 

Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr ji peywirê girt û li şûna wan qeyûm tayîn kir. Parêzerên hevşaredaran, bi daxwaza betalkirina biryarê serî li Dadgeha Îdareyê ya Mêrdînê ya Nobedar dan. Parêzer Erdal Kuzu û Tahar Erdem serlêdan kirin û gotin ku tu bingeheke hiqûqî ya ji bo tayînkirina qeyûm tune ye. Her wiha hate destnîşankirin ku tayînkirina qeyûman ne li gorî biryara gel û demokrasiyê ye. Parêzeran got; “Ev sepan e, di serî de Destûra Bingehîn li dijî peymanên navneteweyî jî ye.” 
 
'LI DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN E’
 
Bi domdarî parêzeran destnîşan kirin ku divê biryarên meqamên îdareyê li gorî hiqûqê bin û ji bo cemaweriyê sûdewer bin. Parêzeran daxuyandin ku biryara wezareta karên hundir binpêkrina xalên 2, 38, 67, 123, 127’ê û Xala 47’emîn a Qanûna Hejmar 5393’yê ye û binpêkirina Xala 4/4 a Şertê Xweseriyê ya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê ye. Hat destnîşankirin ku biryara tayînkirina qeyûman bingeha xwe ji KHK’a Hejmar 674’ê ya di serdema OHAL’ê de hatiye derxistin digire, KHK’a behsa xeberê bêyî erêkirina Meclisê hatiye derxistin lewma jî KHK’yeke binîqaş e. Parêzeran got ku KHK’a behsa xeberê bi awayekî eşkere li dijî Destûra Bingehîn e. 
 
'KARÎNEYA BÊGUNEHIYÊ HATE BINPÊKIRIN’
 
Di berdewamê de hate gotin ku lêpirsîna derheqê hevşaredar Turk de beriya 31’ê adara 2024’an hatiye destpêkirin û derheqê wî de hêj biryareke teqezbûyî tune ye. Parêzeran anî ziman ku bi biryara dûrxistina Turk a ji peywirê re karîneya bêgunehiyê ya di Xala 38’an a Destûra Bingehîn de cih digire hatiye binpêkirin. Her wiha hate diyarkirin ku lêpirsîn û teqîbatên weke hinceta dûrxistina ji peywirê hatine nîşandan tevek jî beriya hilbijartinê hatine destpêkirin lewma jî nabe ku weke hinceta dûrxistina ji peywirê bên nîşandan. 
 
AYM’Ê DI SALA 1987'AN DE GOT ‘LI DIJÎ DEMOKRASIYA AZADÎXWAZ E’ 
 
Di serlêdanê de hate gotin ku AYM’ê di sala 1987’an de ji bo hewldana îktîdara Turgut Ozal ku dixwest sepaneke mîna tayînkirina qeyûman bixe meriyetê got; “Li dijî demokrasiya azadîxwaze e” û bi vê sedemê red kiriye. 
 
GOTINÊN SOYLU BI BÎR XISTIN
 
Her wiha parêzeran gotinên wezîrê karên hundir ê demê Suleyman Soylu yên di dema tayînkirina qeyûmên ewil de cih digirt bi bîr xist ku digot; “Serokkomar bangî min kir. Got; ‘Suleyman, ez ji van şaredariyên li Başûrrojhilat aciz im. Dê tavilê wan ji peywirê bigirî.’ Yaw min çavek dixwest Tayyîp Erdogan du çav dan min. Du roj ser re derbas bûn, serê sibehê saet di 8’ê de bi operasyonê me tevek ji peywirê girtin.” 
 
Parêzeran gotin ku ji ber sedemên li jor hatine destnîşankirin, tayînkirina qeyûman biryareke siyasî ye, îktîdarê rêveberên bi hilbijartinên serbest hatine hilbijartin bi darê zorê ji peywirê girtiye û xwestin ku wezareta karên hundir biryara tayînkirina qeyûman betal bike. 
 
MA / Ahmet Kanbal