Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nayên bersivandin: Divê her kes deng derxe

  • rojane
  • 10:09 29 Tebax 2024
  • |
img
AMED - Parêzerê OHD'î Zekî Bînbîr diyar kir ku hê jî Wezareta Dadê bersiva serlêdana hezar û 300 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nedaye û got ku divê her kes li dijî vê bêhiqûqîtiyê deng derxe. 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku zêdeyî 25 sal in di Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de tê girtin û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di heman girtîgehê de ne, 42 meh in tu agahî nayê girtin. Serlêdanên ji bo hevdîtinê yên parêzer û malbatan bi hinceta "cezayê dîsîplînê" tên astengkirin.
 
775 parêzerên ku li 29 baroyên cuda yên Tirkiyeyê qeydkirî ne, cara ewil di sala 2022’yan de ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê dabûn. Dîsa di 14’ê îlona 2022’yan de ji 22 welatên cuda, bi taybetî welatên Ewropayê 350 parêzeran serî li Wezareta Dadê dabûn û di 19’ê Îlona 2022’yan de jî 756 parêzerên ji Rojhilata Navîn serî li Wezareta Dadê dabûn. Piştî ku ev daxwaz bê bersiv man, di 22’yê çileya 2024’an de ji 35 baroyan hezar û 330 parêzer ji bo bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dabûn.
 
Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Amedê Zekî Bînbîr der barê serlêdanan û tecrîdê de axivî.
 
DI DESTÛRA BINGEHÎN DE TU ASTENGÎ TUNE YE
 
Binbîr anî ziman ku ev 42 meh in tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din nayê girtin û wiha got: “Di Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê de tu astengî li ber vê hevdîtinê tune ye. Di destûra bingehîn de der barê hevdîtinên mehkûm û girtiyan de rêzikname heye. Di xala 5'an a rêziknameyê de hin merc hatine destnîşankirin û divê di çarçoveya van şertan de hevdîtin bên kirin." 
 
Binbîr destnîşan kir ku di rêziknameyê de ji bo hevdîtina mehkûman a bi malbatê û parêzeran û nûnerên xwe yên hiqûqî re, cezayê hucreyê yan jî cezayê dîsîplînê ne asteng e û wiha got: "Dîsa di xala 20'emîn a heman rêziknameyê de xala 'hikumxwar û parêzerê/a wî gava di nava mesaiyê de nasnameya xwe îbraz bikin dikarin hevdîtinêb iin' heye. Lê belê ev, li Saziya Înfazê ya Girtî ya Îmraliyê nayê pêkanîn.”
 
Bînbîr destnîşan kir ku Tirkiye li gor qanûnên xwe tevnagere. Bînbîr bibîr xist ku berê "rewşa hewayê" û "xerabûna keştiyê" wekî hincet dihatin nîşandan, lê belê piştî ku ev bi ser neketine vê carê pêvajoya hinceta "cezayên dîsîplînê" dest pê kiriye. Bînbîr anî ziman ku neteblîxkirina van cezayên dîsîplînê û li gor prosedurê nepêkanîna wan li dijî Qanûna Cezayê ye. 
 
BERSIV TUNE YE
 
Binbîr der barê serlêdanên ku hezar û 330 parêzerên li ser 35 baroyan qeydkirî de agahî da û got ku heta niha ji Wezareta Dadê û saziyên din der barê serlêdanên wan de tu bersiv nehatiye. Bînbîr got: "Wekî Şaxa OHD'ê ya Amedê, ji ber serlêdanên me demeke dirêj bêbersiv man, me serî li Baroya Amedê da ku 'Aqûbeta serlêdanan, rewşa wan çawa ye, çi tê kirin û wê çi bê kirin.' Baroya Amedê da zanîn ku wan ev serlêdan tomar kirine û ji Wezareta Dadê û Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB) re şandine, lê heta niha bersiv nehatiye." 
 
LI HEMÛ GIRTÎGEHAN BELAV BÛYE
 
Bînbîr anî ziman ku tecrîd tê wateya dûrxistina mirov a ji civakê û got ku tecrîda li Îmraliyê li tu derê cîhanê nayê pêkanîn. Binbîr bi bîr xist ku tecrîda li Îmraliyê ev demeke dirêj e "bênavber" didome û bi awayekî mutleq tê pêkanîn. Bînbîr got ku ev tecrîda ku li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kiriye bi demê re li hemû girtîgehan belav bûye. 
 
‘DIVÊ DENG BÊ DERXISTIN'
 
Binbîr destnîşan kir ku ji bo bêhiqûqiya heyî ji holê rabe divê her kes dengê xwe bilind bike û got ku wekî parêzer divê di vî warî de zêdetir tevbigerin. Bînbîr wiha berdewam kir: “Di demên dawî de ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ve serlêdan li CPT’yê hat kirin. Divê demildest hevdîtin bê kirin. Ji ber ku kes nizane rewşa tenduristiya birêz Abdullah Ocalan çi ye. Hêvîdar im wê ev serlêdan bên bersivandin û mekanîzmayên netewyeî û navneteweyî têkevin dewrê û ev bêhiqûqîtî ji holê rabe.