ÎHD: Bila faîlên êrişên li dijî karkerên Kurd bên darizandin 2025-08-11 14:27:49   ENQERE - ÎHD’ê diyar kir ku piştî êrişa nîjadperestî ya li navçeya Samandagiyê, dijminatiya li dijî Kurdan tê sorkirin û xwest faîl bên darizandin.    D 8’ê Tebaxê de li înşaeta TOKÎ’yê ya li navçeya Samandagi ya Hatayê di navbera karkerên Kurd û komeke li navçeyê dijî de ji ewil minaqeşe derket û piştre jî ev nîqaş veguherî şerê bi kêran. Di rageşiyê de kesek birîndar bû û 4 kes jî hatin binçavkirin. Komîsyona Li dijî Nîjadperestî û Cihêkariyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), têkildarî bûyerê daxuyaniyeke nivîskî da.    ÎHD’ê, da zanîn ku hin kesan bi dirûşma “sînorê Kurdistanê gihişt Hatayê” karkerên Kurd hedef nîşan dane û got: “Piştî vê sorkirinê, bi sedan kes hatin cihê bûyerê û êrişî karkeran kirin. Êriş di roja 9’ê Tebaxê de jî berdewam kir. Êrişa li dijî karkerên Kurd, mînaka dawî ya pêla tundiya nîjadperestiyê ya ji berê heta niha li dijî Kurdan û bi taybetî karkerên Kurd e. Bi rojan berê li ser medyaya dijîtal û komên WhatsAppê karker hedef hatin nîşandan, bi dirûşm û bangên lînçkirinê yên çapemeniyê, ev zimanê provokatîf hatiye parastin û zemîna bûyerê hatiye avakirin. Karkerên Kurd li şantiyeyan asê hatine hiştin û bi zextê nehiştine derkevin kolanan.    NECEZAKIRIN   Kurdên di salên 1990’î de ji ber koçberiyê bi darê zorê berê xwe dan bajaran, di jiyana rojane de rastî gelek pratîkên nîjadperestiyê û heqaretan hatin. Di encama vê nêzikatiya nîjadperest de li Stenbol, Îzmîr, Bursa, Edene, Enqere, Mûgla, Antalya, Sakarya, Samsun, Trabzon, Balikesîr, Mêrsîn û bajarên din ên Kurd lê zêde ne, bi dehan êrişên nîjadperest ên bi organîze hatin kirin. Yek ji bajarên girîng ên li dijî Kurdan êrişên nîjadperest lê tên kirin jî Hatay e. Di sala 2010’ê de li dijî avahiya BDP’ê ya li navçeya Dortyolê rastî êrişa nîjadperest hat û di sê rojan de avahî hate şewitandin, kargehên Kurdan dan ber keviran, hatin şêlandin û piştre şewitandin. Bi hezaran êrişkar ji bajarên cuda anîbûn û cihên weke zêringir, bayiyên telefonan, restaurant û hwd. ên Kurdan şêlandin. Wê demê polîsan mudaxileyeke kêm kir û faîl demekî kin piştre hatin berdan. Vê jî li ber fikra ku êrişên nîjadperestî nayên cezakirin vekir. Divê êrişên nîjadperest ên sîstematîk ên li dijî Kurdan û dijminatiya li Kurdan bi dawî bibe. Divê faîlên êrişa li Samandagiyê derxînin pêşberî dadgehê û darizandin û destûr neyê dayin medya gotinên nîjadperest ên li dijî Kurdan parve bikin.”