ENQERE - AYM’ê ji bo nameyên 11 girtiyan ku bi hinceta “fikaredar e” ji hêla girtîgehan ve hatibûn desteserkirin, biryara binpêkirinê da.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara xwe ya têkildarî serlêdana 11 girtiyên li girtîgehên cuda tên ragirtin ku nameyên wan ji hêla lijneyên disiplînê ve hatibûn desteserkirin, da. Girtiyên bi navên Kamîl Ozdemîr, Aydin Çîçîn, Hasan Dîdar, Hasan Umut Ozer, Îsa Kaya, Mehmet Karaman, Muhammed Salih Gurakar, Mumîn Evran, Nûrettîn Bulbul, Selman Esmer û Serkan Cengîz piştî ku nameyên wan ji hêla lijneyên disiplînê ve hatin desteserkirin, li Dadgeriyên Înfazê yên li bajarên lê diman îtîraz kirin.
Piştî dadgeriyan îtîraz red kirin, girtiyan serî li Dadgeha Cezayên Giran dan. Dadgehan, bêyî ku hinceteke şênber nîşan bide, biryar erê kirin. Li ser vê yekê girtiyan bi sedema ku hinceteke pêwîst nehatiye nîşandan û mafên wan ên agahîgirtinê hatine binpêkirin, serî li AYM’ê dan.
NAME 4 SAL PIŞTRE GIHIŞT BER DESTÊ ROJNAMEGER AYKOL
Di hinek nameyên girtiyan ên bi îdiaya “fikaredar e” hatin astengkirin de ji bo malbat û hevalên xwe, hinek jî ji bo siyasetmedar û rojnamegeran hatibûn nivîsandin. Di nameyan de çavdêriyên rojane hatibûn vegotin û qala sepanên girtîgehan dihat kirin. Nameya Hasan Umut Ozer ê niha li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin ku di sala 2018’an de li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê ji nivîskar û rojnameger Huseyîn Aykol re nivîsandibû, 4 sal piştre hatibû teslîmkirin.
AYM’ê, ji ber eleqeya mijarê ya hiqûqî ya bi hev ve, serlêdan kir yek.
AYM: DIKARIYAN BINÊ BEŞÊN FIKAREDAR BIHATINA XÊZKIRIN
AYM’ê, serlêdan di çarçoveya xala 22’yemîn a Destûra Bingehîn ku mafê agahîgirtinê misoger dike de nirxand û got ku venihêrtin û desteserkirina nameyên girtiyan mudaxilekirina azadiya agahîgirtinê ye. AYM’ê, got ku lijneyên disiplînê û meqamên darazê têkildarî naveroka nameyan hincetên şênber nîşan nedane, diyar nekirine ka kîjan gotin fikaredar in û dibêtiya ku binê gotinên fikaredar xêz bikin û nameyan bişînin nehatiye nirxandin.
‘DI CIVAKÊN DEMOKRATÎK DE HEWCEHÎ PÊ NÎNE’
AYM’ê, da zanîn ku heke qismekê nivîsan fikaredar jî be, divê binê wan nivîsan were xêzkirin û şandina nameyan a ji muxatabên wan re bihata nirxandin. AYM’ê, di biryara xwe de got: “Em gihiştin wê qenaetê ku di civakên demokratîk de hewcehî bi mudaxileya hatiye kirin nîne.”
Dadgehê, bi van sedeman jî biryara binpêkirina mafê azadiya agahîgirtinê da.