Di doza ‘Qirkirina Ermenan’ de biryara beraetê hate dayîn

  • rojane
  • 12:35 18 Cotmeh 2024
  • |
img
AMED - Ji ber gotina “Qirkirina Ermenan” derbarê rêveberên Baroya Amedê yên berê de doz hatibû vekirin. Der barê rêveberan de di danişîna ewil a dozê de biryara beraetê hate dayîn. 
 
Ji ber gotina “Qirkirina Ermenan” derbarê Serokê Baroya Amedê yê berê Nahît Eren û endamên Lijneya Rêveberiyê de bi îdiaya ku “Neteweya tirk û dewlet bi awayekî aşkere biçûk xistine” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê hate lidarxistin. Danişîna ku diviyabû li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibûya lidarxistin ji ber eywan biçûk bû, li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. 
 
Di danişînê de serokê baroyê yê berê Nahît Eren û endamên Lijneya Rêveberiyê amade bûn. Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Lijneya Rêveberiyê ya Baroya Amedê ya nû û gelek parêzer beşdar bûn. Di danişîna ku bi tespîta nasnameyan dest pê kir de ewilî Serokê Baroyê yê berê Nahît Eren axivî. 
 
‘DIVÊ BI HEMÛ BÛYERAN RE HEVRÛ BIBIN’ 
 
Eren, diyar kir ku tenê bi îdianameyê tev li danişînê bûye û anî ziman ku Baroya Amedê gelek caran bi van îdiayan hatiye darizandin. Eren, bi lêv kir ku li dijî van îdiayan hewcehiyê bi parastinê nabînin lê ji ber pozîsyona baroyê û ji bo ku were qeydkirin parastinê dikin. Eren, bal kişand ser hevrûbûnê û bi lêv kir ku heta bi tiştên civaka ermenan di sala 1915’an de jiyane hevrû nebin, hevrûbûn pêk nayê û got: “Heta ku tarîtiya sala 1915’an ronî nebe, tarîtî nikare bê ronîkirin. Divê em bi darbeyên leşkerî re hevrû bin. Em dizanin dema me ev anî ziman em ê bi darizandinê re rûbirû bimînin.”
 
‘EM BI LÊPIRSÎNAN DEST JI GOTINA XWE BERNADIN’ 
 
Eren, diyar kir ku ji ber daxuyaniyên wan ên der barê qirkirina ermenan û mirinên sivîlan de heta niha der barê wan de 8 lêpirsîn hatine destpêkirin û wiha domand: “Profîla parêzeriyê ya Baroya Amedê ji aliyê desthilatan ve nayê qebûlkirin û rastî tacîza darazî tê. Em hiqûqnasên ku dibêjin bila edalet, demokrasî pêk were û binpêkirinên mafên mirovan pêk neyênin. Em li cem herkesên ku neheqî li wan tê kirinin. Ev baro, baroyeke ku di salên 90’î de bi dehan parêzerên wê hatine girtin û bombe li bin wesayîtên endamê wê hatin bicihkirin e. Di daxuyaniya me de gelê ermen tişta li wan hatiye kirin weke ‘Felaketa Mezin’ bi nav dikin.” Eren banga hevrûbûna bi komkujiyan re kir û daxwaza beraetê kir. 
 
Parêzerên ku parastin kirin, anîn ziman ku li pişt daxuyaniya xwe ne û daxwazeke wan ji dadgehê nîne. 
 
Dozgeriyê di mutalaya xwe de diyar kir ku hêmanên qanûnî pêk nehatine û ji bo Eren û endamên Lijneya Baroyê yên berê cuda cuda daxwaza beraetê kir. 
 
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî diyar kir ku banga hatiye kirin ne sûc e û got: “Serokê me yê baroyê û rêveberiya wê bi zanebûna civakî bûyera berê pêk hatî vegotin û ji bo ku heqîqet derkeve holê daxuyanî dan.”
 
Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî bi bîr xist ku di sala 1915’an de tenê ji bo ku ermen bûn bi sed hezaran mirov hatin qetilkirin û da zanîn ku dema ji vê yekê re dibêjin “tehcir” tiştek nabe lê dema dibe “qirkirin” tên darizandin. Aktar, xwest ev rewş bê çareserkirin. 
 
Piştî navberê dadgehe der barê hemû parêzerên dihatin darizandin de biryara beraetê da. 
 
 

Sernavên din

20/10/2024
21:50 Şahiya Çand Dîrok û Gastronomiyê ya Hilarê bi konserê bi dawî bû
20:44 Serokên Baroyên Dîlok, Wan û Îzmîrê diyar bûn
20:19 Karataş ê hate berdan ji bo girtiyan banga têkoşînê kir
19:41 Demîrtaş dê beriya serdanê metna bangê bide Ozel
19:22 Li Edeneyê malbatên Oz û Demîr li hev anîn
18:46 Li Baroya Stenbol guherîna piştî 22 salan: Serokê nû bû Kaboglû
18:32 Li Herêma Kurdistanê dengdayîn bi dawî bû
18:24 Fûara Pirtûkên Kurdî bi dawî bû
18:12 Cegerxwîn bi helbestên xwe hate bibîranîn
17:52 Li Pîranê texrîbata ji ber madenê hate lêkolînkirin
17:31 Jin li Mêrdînê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
16:53 Ji Yekitiya Karker Kedkaran: Em hêza xwe birêxistin bikin, berxwedanê mezin bikin
16:04 Qedexeya derketina kolanan a li Mêrdînê hate rakirin: 4 kes hatin binçavkirin
16:00 Li dijî Eyn Îsayê êriş hate kirin: 3 zarok hatin qetilkirin
15:45 Berpirsyarê Hilbijartinê yê YNK’ê: PDK’î zextê li gel dikin
15:44 Şîna Temîzer ê li girtîgehê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da hate ziyaretkirin
15:34 Di Şahiya Dîrok û Gastronomiyê de berhemên hêrêmî hatin pêşkeşkirin
15:09 ‘Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran’: Civaka biexlaq, bi avakirina civaka xwedî wijdan ava dibe
14:31 Ji bo zarokan çalakiya ‘Li kolanan spor û muzîk’ hat lidarxistin
13:22 Parêzeran banga bikaranîna deng li hempîşeyên xwe kirin
13:21 DFG’ê ji bo danişînên rojnameger Muftuoglû û Gok bang kir
13:09 Li Meclisê maratona bûdçeyê dest pê dike
12:51 Li Kerboranê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:50 Li Herêma Federe ya Kurdistanê banga çûna ser sindoqan hate kirin
12:36 DBP’a Stenbolê rêxistinbûn nîqaş kir: Em ê xwe tax bi tax birêxistin bikin
12:29 Kovara Jinê bi manşeta ‘Komkujiyên jinan siyasî û îdeolojîk in’ derçû
12:28 PDK bi kesên ji Bakur anî deng dide avêtin
11:55 Îdianameya ‘Çeteya Yenîdoganê’: Pitik bi dermanê narkotîkê mirandine
11:05 Mesrûr Barzanî têkildarî Tirkiyeyê li xwe mikûr hat
10:57 Nivîskarên tehliye bûn: Ji bo pêşxistina ziman em ê bêhtir biafirînin
10:38 Turkoglû: Aştî bi hevrûbûna bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ re dibe
10:34 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan dê şîna xwe dane
10:11 Şerê li Rojhilata Navîn dijwar dibe: Tişta ku kurd bikin girîng e
09:41 Dayikên Aştiyê: Heta deriyê Îmraliyê venebe aştî pêk nayê
09:40 Jin: Têkoşîneke hevpar divê
09:12 Li Stenbolê jin xwe biewle hîs nakin: Têkoşîn û xweparastin şert e
09:02 Li girtiyan ferzkirina lêgerîna li hundirê dev û muayeneya kelemçekirî
09:02 Ji ber ‘bîkîniyê ala tirkan li ser’ parve kiriye lêpirsîn hate vekirin
09:02 30 sal in mêşvaniyê dike: Karê mêşvaniyê û hingiv gelek zehmet e
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2024'AN
08:57 Di lijneya Baroya Dîlokê de li dijî berteka tecrîdê hewldana êrişê
08:18 Li Mêrdînê bi ser gundên qedexe lê hatibû ragihandin de girtin
08:06 Hilbijartina li Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir
19/10/2024
19:56 Navenda Jiyanê ya Jinan Şamîranê hat vekirin
19:54 Bi dengê Hediye Kalkanê 'Bilbilo'
18:48 Tûncel: Divê peyama 13'ê Cotmehê baş bê xwendin
17:04 Roja ku biryara tehliyeya wî hat dayîn jiyana xwe ji dest da
17:02 YNK’ê di dengdayîna taybet de 70 hezar deng wergirtine
16:56 Cenazeyê Goz piştî 3 salan radestî malbata wî hate kirin
15:49 Li Erxeniyê Şahiya Dîrok Çand û Gastronomiyê dest pê kir
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Onaran, Yilmaz û Tokmak hat kirin
15:06 Kongreya Baroya Stenbolê dest pê kir
15:06 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê niyeta baş têre nake, divê jidil bin
14:59 Lêpirsîna ‘Çeteya Yenîdogan’: Rûhseta 9 nexweşxaneyan hate betalkirin
14:57 Fadil Şenyaşar: Ez bi piştevaniya gel li derve me
14:44 JRO: Li Herêma Kurdistanê şopandina rojnamevanan a hilbijartinê hate astengkirin
14:33 Bayindir: Heta ku birêz Ocalan nebe aktorê sereke tu pêvajo ne jidil in
13:55 Keça Fehmî Tosûn: Ji bo ku em hesabê bipirsin li vir in
13:52 Xizmên Windayan: Eger hûn çareseriyê dixwazin kujeran derxin holê
12:05 Êrişên li dijî kolberan didomin
11:01 ‘Heke em bi ser bikevin em ê dijminan ji Kurdistanê derxin’
10:33 Bonaccorsî: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
10:26 3 ciwan hatin desteserkirin: Tundî û heqaret lê kirin, gef lê xwarin
10:20 'Divê mala Feqiyê Teyran bê parastin'
10:14 Girtiyê nexweş Guler ê girêdayî kursiya biteker bi hinceta 'dibe ku bireve' hat sewqkirin
10:12 Transferiya pereyê ‘xelata’ lîstîka PUBG’ê kirin ‘fînansmaniya rêxistinê’!
09:23 Ji Bahoz Baran berhemeke nû: Qelenê Dinyayê
09:13 Xwestin nexweşxaneya di erdhejê de zirar dît bê nûkirin
09:11 Fûara Pirtûkên Kurdî: Gel xwedî lê derdikeve, dipirse, dixwîne
09:00 Hem tacîz li keçikê hatiye kirin hem jî gefan li malbatê dixwin
09:00 Gundên Qilebanê ji ber bendavê di xetereyê de ne
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2024'AN
18/10/2024
20:11 Cenazeyê Stêrka YJA Starî piştî 79 rojan dan
20:02 Ji Egîtîm-Senê protetsokirina MEB'ê
16:37 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
16:19 Hamasê mirina Yahya Sînvar piştrast kir
16:12 Rojnameger Germiyanî: PDK ji pêşmergeyan wêneyên dengan dixwaze
16:02 Sendîkayên teqawîdan serdana DEM Partiyê kirin
15:49 Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê êrişî girtiyan hate kirin
15:41 MYK ya DEM Partiyê dê sibê bicive
15:32 Şaredariya Artemêtê: Em nikarin nameyeke garantiye ji Bankaya Îllerê bistînin
14:54 Şaxa ÎHD’a Amedê rapora binpêkirinên 9 salan eşkere kir: Herî kêm 27 hezar kes hatin binçavkirin
13:40 Li navenda dengdayînê ya Hewlêrê dengê guleyan hat bihîstin
13:33 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da
13:25 Şeş sal û 3 meh cezayê hefsê dan Subaşi
12:35 Di doza ‘Qirkirina Ermenan’ de biryara beraetê hate dayîn
12:26 Fûat Keyman wefat kir
12:01 Kosenê ji nexweşxaneyê derket: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin
11:46 Ferît Şenyaşar: Heta edalet tam pêk tê dê têkoşîna me bidome
11:06 Di doza Malbata Şenyaşar de hemû girtî hatin berdan
10:52 Saziyên ‘herî jênebawer ên Tirkiyeyê’: Partiyên siyasî û Diyanet
10:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:05 Ji ber parvekirinekê 3 doz li rojnameger Verîm hatin vekirin û ceza hate dayin
09:32 Dîroknas Aydin: Çareseriya Rojhilata Navîn, konfederalîzm e
09:29 Rizgarkirina Reqayê: Dirûşmeya şoreşê li tevahiya cîhanê belav bû
09:19 Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryara dadgehê bi cih neanî: Ji berdanê re bû asteng
09:17 Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kir
09:07 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê
09:05 Hevkariya îstîxbarata Parastin-ENKS û MÎT’ê
09:04 Prz. Kaya: Divê binpêkirinên li Girtîgeha Mêrdînê bên aşkerekirin