EDENE - Li Edeneyê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û xwestin ku qanûna înfazê ya veguheriye cezakirineke duyemîn bê guherîn.
Li Edeneyê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî bi dirûşma “Bila taloqkirina berdana girtiyan bi dawî bibe, ji girtiyên siyasî re edalet” li Parka Înonuyê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankartên “Bila taloqkirina berdana girtiyan bi dawî bibe, ji girtiyên siyasî re edalet” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyeke civakî em deng bidin azadiyê” hate vekirin de dowîzên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe!” û “Taloqkirina berdana girtiyan a keyfî bi dawî bikin” hatin hilgirtin. Girseyê her tim dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” berz kirin.
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Seyfettîn Aydemîr, bertek nîşanî mirina girtiyê nexweş Abdulkadîr Kûday ê tevî pirsgirêkên wî yên tenduristiyê yên giran hebûn jî nehate berdan da û ji malbatê re sersaxî xwest.
TALOQKIRINA BERDANA GIRTIYAN
Rêveberê DEM Partiyê yê Edeneyê Yaşar Demîr ku li ser navê saziyan daxuyanî da, diyar kir ku ji ber polîtîkayên zextker ên li girtîgehan tên pêkanîn binpêkirinên mafan kûrtir bûn û wiha got: “Yek ji van binpêkirinên mafan jî taloqkirina berdana girtiyan a ji aliyê Lijneyên Çavdêrî û Îdarî ve tên kirinin. Di nava girtiyên berdana wan tê taloqkirin de girtiyên nexweşên giran û 30 salên wan xelas bûne hene. Lijneya Îdare û Çavdêriyê her tevgera girtiyan a li girtîgehê dinirxîne û bi hincetên razber û keyfî berdana girtiyan taloq dike. Di vana van nirxandinan de fatorayên av û ceyranê, hejmara pirtûkên xwendî, hevdîtinên malbatan kirine mijara nirxandinê. Taloqkirina berdana girtiyan pêkanîneke taybet e, bi taybetî li dijî astengkirina berdana girtiyên 30 salan e û hewl tê dayîn girtî bi awayekî bîrdozî û siyasî bên qûtifandin. Ev jî ne rewşeke ku were qebûlkirine.”
Demîr, bi bîr xist ku Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin tevî ku di 28’ê nîsana 2024’an de 30 sal cezayê lê hatiye birîn xelaskiriye jî berdana wî salekê hatiye taloqkirin û gelek kesên di rewşa wî de hene. Demîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li tu dera cîhanê pêkanîneke wiha nîne. Divê ev qanûna ku li dijî hiqûqê ye û mexdûriyetan di nava xwe de dihewîne were betalkirin, danezana gerdûnî ku Tirkiye jî alîgir e esas bê girtin û şert bên sererastkirin. Em bang li desthilatê dikin ku demildest dest ji van pêkanînên antîdemokratîk berdin.”