RIHA - Parêzerê rojnameger Hamdûllah Bayram, Resûl Temûr diyar kir ku miwekîlê wî ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatiye girtin û wiha got: "Girtina rojnamegeran a ji ber nûçeyên çêdikin, zexta sansûrê ya herî giran e."
Li gorî “Rapora Binpêkirinên Mafan Ên li Dijî Rojnamegeran a Meha Îlonê” ya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ku di 3’yê cotmeha 2023’yan de parve kir; 63 rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî di girtîgehê de ne. Yek ji van jî xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Hamdullah Bayram e ku di 20’ê adara 2023’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de hatibû girtin. Bayram, li gel 11 nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (Ma) û JINNEWS’ê hatibû biçavkirin. Bayram, ji ber tawanbariyên di dosyayên berê de ku jê beraet kiribû tê darizandin.
Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî di sala 2018’an de bi Biryara di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin û di 23’yê îlona 2020’an de derheqê xebatkarê wê Bayram de bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” doz hate vekirin. Bayram, di demên berê de jî ji ber heman tawanbariyan hatibû binçavkirin û beraet kiribû. Bayram, gelek caran dema rojname belav dikir hate binçavkirin û gef lê hatin xwarin. Bayram, di 10’ê mijdara 2020’an de li pêşiya Postaxaneya Ahmetler a li navçeya Çankaya ya Enqereyê hate binçavkirin û kesên xwe weke polîs dan naskirin ev gef lê xwarin: “Em rojnameya we dizanin. Em we jî, rojnameya we jî bişewitînin.” Di heman rojê de bi hinceta “li dijî polîsan derketiye” derheqê wî de girtekname hate amadekirin û piştre hate berdan. Bayram, derheqê kesên gefa “em ê te bişewitînin” xwarin de li emniyetê gilî kir lê lêpirsîn nehat vekirin.
9 ROJNAMEGER TEHLIYE BÛN
Bayram, di 16’ê adara 2023’yan de li gel 11 nûçegihanên MA û JINNEWS’ê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li Mêrsînê hate binçavkirin. Bayram, anîn Enqereyê û di 20’ê adara 2023’yan de hate girtin û şandin Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa F a Sîncanê. Danişîna ewil a dozê di 16’ê gulanê de hate lidarxistin û 9 nûçegihanên MA û JINNEWS’ê hatin berdan. Lê belê Bayram bi hinceta îfadeyên şahidê nepen K8Ç4B3L1T5 û biryara dadgeha ya ku dosyayê bi dosyaya li Rihayê re bike yek, nehate berdan.
DI DOZAN DE BIRYARA YEKKIRINÊ
14’emîn danişîna doza Bayram di 22’yê hezîrana 2023’yan de li Rihayê hate lidarxistin û biryar hate dayîn ku bi dosyaya Enqereyê re were yekkirin. Piştî yekkirina dosyayê, di 25’ê îlona 2023’yan de yekemîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hate lidarxistin. Bayram û parêzerê wî Resûl Temûr di danişînê de amade bûn. Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Bayram bidome û danişîna din jî da 23’yê cotmeha 2023’yan. Ji ber ku danişîna Bayram dan demekî nêz, li şûna Girtîgeha Sîncanê, birin Girtîgeha Hejmar 1 a Rihayê. Parêzerê Bayram, Resûl Temûr têkildarî danişîna doza Bayram ku dê sibe were lidarxistin bi ajansa me re axivî.
SÛC: BELAVKIRINA ROJNAME Û KOVARA QANÛNÎ
Temûr, da zanîn ku astengkirina belavkirina rojnameyan yek ji girantirîn şêweyên sansûrê ye û wiha got: “Girtina rojnamegeran a ji ber nûçeyên ku çêdikin û an jî ji ber deverên lê dixebitin, yek ji girantirîn şêweyên sansûrê ye. Yek ji şêweyên vê sansûrê jî astengkirina belavkirina rojnameyan e. Girtina Bayram, yek ji mînakên şênber a sansûrê ye. Xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê bû ku rojnameyeke qanûnî bû. Lê ji ber îfadeya şahid ku dibêje belavkarê vê rojnameyê bû, li Rihayê bi îdiaya ‘alîkariya rêxistinê’ doz hatiye vekirin. Piştre jî di lêpirsîna Enqereyê de ji ber îfadeya şahidê nepen ku dibêje kovara Demokratîk Modornîte belav kiriye, derheqê wî de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz hatiye vekirin.”
‘DARIZANDINA WÎ HIQÛQÎ NÎNE’
Temûr, anî ziman ku di dosyaya Enqereyê de 9 rojnameger di 16’ê gulanê di danişîna ewil de hatin berdan û axaftina xwe wiha qedand: “Lê belê di dosyaya Bayram de biryara yekkirina dosyayan dan û şandin dadgeha Rihayê. Hemû îdiayên derheqê Bayram de, îdiayên têkildarî belavkirina rojnameyên qanûnîn ne. Bi îdiaya belavkirina rojname û kovarên ku em li bayî û pirtûkxaneyan bi rehetî peyda dikin tê darizandin. Bêguman ev darizandin hiqûqî nîne. Hewldana astengkirina xebatên rojnamegeriyê ye. Tenê ji ber ku şahidê nepen belavkirina rojnameyan weke xebatekî îllegal pênase dike hatiye girtin. Tiştekî hiqûqî nîne ku dadgeh jî li gorî van îfadeyan tevbigere.”