Rewşenbîr û nivîskar: Kongreya HEDEP’ê hêvî da gel

img

ENQERE - Nivîskar û rewşenbîrên tev li kongreya HEDEP’ê bûn diyar kirin ku tevî polîtîkayên zextê jî kongre bi coşeke mezin hatiye lidarxistin û vê yekê hêvî daye civakê. 

Partiya Çepên Kesk di 15’ê cotmehê de li Enqereyê kongreya xwe li dar xist û navê xwe weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) guherand. Bi hezaran kes tev li kongreyê bûn û nivîskar û rewşenbîrên tev li kongreyê bûn çavdêriyên xwe yên têkildarî kongreyê bi ajansa me re parve kirin. 
 
‘KONGRE BÛ MORAL’ 
 
Yeşîm Dorman
 
Nivîskar û lîstikvan Yeşîm Dorman diyar kir ku xeta têkoşînê ya HEDEP’ê daniye pêşiya xwe dê bi ser keve û kongre ji bo gel bûye moral. Dorman, wiha domand: “Di tevgera siyasî ya kurd de min herî zêde ji HADEP’ê hez kir. Lewma jî navê HEDEP’ê gelek bi xweşiya min çû û keyfxweş bûm. Kongre ji bo me bû moral. Hêvîdarim ku di pêvajoya pêş de Meclisa Partiyê peywirên daniye pêşiya xwe pêk bîne. Di kongreyê de yek ji tiştên herî zêde bala min kişandî, tevlibûna xurt a malbatên kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dayîn bû. Herî zêde pêdiviya wan bi moral hebû. Ji ber ku dibînin ku têkoşîna zarokên wan hêj berdewam e.” 
 
‘HÊVÎ XURT KIR’ 
 
Nivîskar-rojnameger Huseyîn Aykol
 
Nivîskar-rojnameger Huseyîn Aykol jî destnîşan kir ku kongre gelek bicoş derbas bûye. Aykol, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet jî piştî hilbijartinê dilnexweşiyeke gel hebû. Tevî hemû zehmetiyan jî bi hezaran kes tev li kongreyê bûn. Tevlibûna xurt a kongreyê bêguman pîvaneke lê pîvana din a girîng jî biriqîna çavên mirovan û bendewariya wan e. Siyasetmedarên partiyê yên li wir jî ev rewş piştrast kirin. Her wiha min dît ku kelecaneke mezin a ciwanan heye. Vê pêvajoya jinûvesazkirinê di hafizeya her kesî de hêvî xurtir kir. Lewma me bi tevlibûn û coşa xwe kongreyeke gelek berhemdar derbas kir.” 
 
Bi domdarî Aykol anî ziman ku HEDEP ji bo pêkanîna hedefên xwe dê di pêvajoyên pêş de polîtîkayên xwe bi awayekî xurt têxe meriyetê û ev nirxandin kir: “Biryarên di kongreya HEDEP’ê de hatine dayîn, dê di pêvajoya pêş de bikevin meriyetê. HEDEP’ê ji vî alî ve gavekî baş avêt. Hedefa wan a ewil ew e ku şaredariyên ji hêla qeyûman ve hatine xespkirin dîsa jê bistînin û li gorî hêvî û daxwaza gel rêveberiyên rasteqîn ên herêmî ava bikin. Dema min li temamiya kesên nû hatine peywirdarkirin nihêrtî, min keyfxweşî û hêvî dît. Peywireke zehmet girtin ser milên xwe.” 
 
‘EM Ê BI HEV RE TÊBIKOŞIN’
 
Cemîl Aksu 
 
Ji Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê nivîskar Cemîl Aksu jî daxuyand ku têkoşîna HEDEP’ê ji bo demokratîkbûnê girîng e û wiha got: “Partiyên muxalefetê yên li Tirkiyeyê, piştî hilbijartinên dawî ketin nava hewldan û lêgerînên jinûvesazkirinê. Nîqaşên di şexsê Partiya Çepên Kesk û HDP’ê de dihatin meşandin me jî ji nêz ve şopandin. Ji ber ku ev xeta her du partiyan û HEDEP’ê têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê ya Tirkiyeyê û têkoşîna ekolojiyê dimeşîne. Lewma em têkoşîna ji bo demokratîkkirin û azadkirina Tirkiye, Kurdistan û tevahiya herêmê girîng û krîtîk dibînin. Tevlibûna kongreyê, kelecan û coşa wê, ji bo serdema pêşiya me bû hêviyeke mezin. Hem me û hem jî şandeyên ji derve hatin ev coş pir bi zelalî dîtin.” 
 
Aksu, wiha pê de çû: “Dê îktîdar di serdema pêş de zextên xwe pir girantir bike. Di vê çarçoveyê de divê muxalefeta civakî eniya xwe birêxistin bike û rêxistiniya xwe berfireh bike. Ev yek pir girîng e. Li gorî me dê di vê pêvajoyê de têkoşîna ekolojiyê ya HEDEP’ê dê xwedî roleke girîng be. Em ê di vê qadê de têbikoşin û têkoşîneke hevpar bimeşînin.” 
 
'RÊYA WÊ VEKIRÎ BE’ 
 
Fîdan Ataselîm
 
Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin Fîdan Ataselîm jî diyar kir ku tevî polîtîkayên zextê yên îktîdarê jî kongreya HEDEP’ê bi hêvî û coş derbas bûye. Ataselîm, axaftina xwe wiha qedand: “Ez, hevserokên nû pîroz dikim. Têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê, têkoşîna xwişk-biratiya gelan, jinan, LGBTİQ+’yan, kedkaran, wekhevî û azadiyê ye. Tenê em bi hev re dikarin vê têkoşînê bi ser bixin. Ji serkeftinê ji bo HEDEP’ê dixwazin ku dibêje ‘ji bo azadiyê.’” 
 
MA / Hakan Yalçin
 

Sernavên din

19/10/2023
13:41 Li Şirnexê barîna baranê û mija zêde
13:08 Jina 58 salî hate binçavkirin
13:07 Di doza Denîz Poyraz de îstînafê hemû serlêdan red kir
12:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:59 Zextên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê zêde bûn: Malbatan serî li ÎHD’ê dan
11:49 Li Amedê atolyeya ‘lîberalîzm û rêxistinbûyînê’ hate lidarxistin
10:50 Polîsê ku îstîsmara zayendî li zarokê kirî hate girtin
10:39 Li Îdirê tecawizê zarokekê kirin û fuhûş pê dan kirin
10:21 Li Hezexê 5 kes hatin binçavkirin
10:18 Hevrêyên Necmedîn Salaz: Tu demê dest ji xeta xwe ya têkoşînê berneda
10:10 Stier: Jinên kurd kirin ku em femînîzmê jinûve bifikirin
10:07 NPG’ê ragihand ku hemû hêzên wan ji Mexmûrê vekişiyane
09:49 Li Gazeyê êrişî dibistanê hate kirin: Mirî û birîndar hene
09:14 Girtiyê nexweş ku 'poşmantiyê' qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:05 Şaredariya AKP'î dê li kerboranê 82 mal û milkên şaredariyê bifiroşe
09:05 Mihçi yê HEDEP'î: Tirkiye lêçûnên şer li civakê bar dike
09:04 Sarisozen: Armanca êrişên Tirkiyeyê tesfiyekirin e
09:03 Rojnamevan Chrîs den Hond: Divê em rastiya gelê kurd ragihînin cîhanê
09:03 Ji bo posterên Erdogan milyon û 828 hezar TL hat xerckirin!
09:02 Mexdurên erdhejê vê zivistanê jî bêwar in!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2023'YAN
18/10/2023
21:18 Êrişî mizgefteke li Xezeyê hat kirin
18:23 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
17:58 Ji MSD'ê banga ji bo aştiyeke mayinde
17:46 Amedsporê li deplasmanê Karamansporê 2-1 têk bir
16:47 Bozan: Em ê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin
16:30 Li Îzmîrê erdhej çêbû
16:06 HDK: Ji bo ku qirkirinê rawestînin têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:05 Cezayê muebbetê li faîlê Fîrdevs Babat hate birîn
15:35 CPJ: Di şerê Îsraîl-Filistînê de 17 rojnameger hatin kuştin
15:31 Dîmenên ku îtîrafên Koç ê DAIŞ’î tê de bûn dan temaşekirin
15:30 Ji bo Farisogûllari 26 cezayê hefsê hate xwestin
14:57 Rapora OHD’ê ya Amedê: Di mehan de mimaleya xerab li 667 kesan hate kirin
14:27 Cenazeyê rojnameger Salaz li Wanê hate definkirin
14:16 Êrişên Îsraîlê hatin protestokirin
13:20 Biden li Îsraîlê ye: Wisa xuya dike ku teqîn aliyê din pêk aniye
13:20 Di doza ‘sindoqa winda de’ dê li şahidan bê guhdarîkirin
12:50 Şewata li Licê xwe bi xwe vemirî
12:48 Ewlehiya li derdora Konsolosxaneya Îsraîlê hate zêdekirin
11:17 Kelecana HEDEP’ê: Derenceyên serkeftinê li pêşiya me ne
10:46 Pentagonê daxuyanî da: Em ji Îsraîlê bibawer in
10:43 Yilmaz: Bêyî ku ferq û cudatî bê kirin divê li dijî êrişan deng were derxistin
10:17 Azadiya çapemeniyê piştî qanûna sansurê kete kategoriya “xeternakê”
10:16 Baroya Amedê dê ji bo betalkirina biryara ‘ÇED erênî ye’ ya ji bo Geliyê Zorê serî li dadgehê bide
10:01 Abdullah Ocalan: Tiştên li Qudsê diqewimin dibe ku sibe li Kerkûkê jî biqewimin
09:05 Li Wanê fiyetê kirêyan 4 qat zêdetir bûn
09:04 Li ser 800 kesî îfade dabû: Beyanên wî yên pûç di girtenameyên dadgehê de ne
09:03 Ciwanên daxilî nava tiryakê hatine kirin behsa tiryaka ji aliyê polîs-notirvanan tê firotin kirin
09:02 Ûca: Tirkiye dixwaze DAIŞ'ê car din bi ruh û can bike
09:01 3 demsal in di konekî de dimînin û va zivistan jî bi ser wan ve hat
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:40 Cenazeyê rojnameger Salaz gihişt Wanê
17/10/2023
22:45 HEDEP: Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku dengê aştiyê bilind bikin
22:06 Îsraîlê êrîşî nexweşxaneyekê kir: Herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dan
21:34 Tezkereya ji bo êrişên derveyî sînor li Meclisê hat qebûlkirin
19:13 Cenazeyê dayika Zekiye Alkanê hat veşartin
18:32 Can a ku bi beyanên Akbiyik hatibû girtin hat berdan
16:50 Cerdevan keça xwe qetil kir û lawê xwe jî birîndar kir
16:16 Stranbêja filistînî Amîne hate binçavkirin
16:01 Ji şandeya dadgehê pirsa ‘ma em dijminên we ne?’ kir
16:00 Tirkiyeyê wesayîtek xelkê Mexmûrê bombebaran kir: Kesek hat qetilkirin û 3 kes birîndar bûn
15:22 DFG’ê: Divê faîlên li Rohat Bulut dan bên tespîtkirin û cezakirin
14:56 DBP û HEDEP’ê ji bo tezkereyê bang kir: Polîtîkayên şer ên îktîdarê erê nekin
14:25 Qeyûmê Bajarê Nû wê 30 keyayan bibe umreyê
13:25 Li dijî Han Yûnûs û Refahê êriş: 45 kes mirin
13:08 Îsraîlê têkildarî ‘operasyona bejahî’ daxuyanî da
11:57 Doza parlamenterên berê hate taloqkirin
11:54 Smith-Sivertsen: Heta ku Ocalan di tecrîdê de be dê aştî neyê Rojhilata Navîn
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:16 Ji ber êrişên dewleta tirk gundên Eyn Îsayê bêav man
11:03 Dayika Zekiye Alkan, Îsmet Alkan wefat kir
11:03 Li Îranê li ser hev erdhej çêbûn
10:50 Bi wesayîta bêplaka rê li ber rojnameger Bulut girtin û derb kirin
10:29 Rewşenbîr û nivîskar: Kongreya HEDEP’ê hêvî da gel
10:21 Cenazeyê Salaz bi hinceta ‘kar û barên fermî’ tê rawestandin
10:12 'Dema kurd tên qetilkirin her kes kerr, kor û lal dimîne’
09:54 Pierre Barbier: Ocalan çareseriyê nîşan dide
09:46 Li dijî astengkirinên şanoya kurdî xwe bi xwe eywana xwe ava kirin
09:34 Li Enqereyê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:34 Ji bo motorînê zem hate kirin: Fiyetê lîtreyê 40 TL derbas kir
09:33 Abdullah Ocalan: Îxtîlafa Îsraîl-Filistînê mînaka herî nêz e ku netewe dewlet çareserî nîne
09:09 Neşe Ozgen: Divê civaka Tirkiyeyê ji bo azadiya Ocalan bang bike
09:08 Polîsan gef xwar, qada fûtbolê nedan ciwanan
09:07 Tundiya li dijî jinan: 'Qirkirin' jî derbas kiriye
09:05 Dê bi dirûşma 'Jina Azad Hunera Azad' mîhrîcana jinan bê lidarxistin
09:04 Ji ber navê 'Andok' li ser bû formayê Amedsporê nedan girtî!
09:02 Yuce: Kesên dibêjin 'em li cem Filistînê ne', di heman demê de êrişî Rojava dikirin
09:01 30 sal in li çaverêya berdana bavê xwe ye: Êdî bes e
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2023'YAN
16/10/2023
19:07 Dewleta tirk êrişî Şêrawayê kir: Zarokek birîndar kir
15:22 Di Doza Kobanê de piştevaniya enternasyonal
15:21 Ciwanên enternasyonalîst hatin dersînorkirin
15:20 DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir
14:18 Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştî noq bû: 40 kes mirin û 167 kes winda ne
13:42 Rêxistinên Tamîlê piştgirî dan kampanyaya ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’
13:31 Li Egeyê keleka penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin
13:16 Rapora OHD’ê ya 9’ê Cotmehê: Hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî tundî kirin
12:57 Parlamentera HEDEP'ê Çubuk: Me bi kongreyê gavek mezin avêt
12:48 Li Gazeyê 50 hezar jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in
12:25 Cenazeyê rojnameger Salaz dê sibe bê definkirin