NAVENDA NÛÇEYAN – Tirkiyeyê êrişî Bendava Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Tirkiyeyê bi êrişan binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên wê yên xizmetê hedef digire. Li gor nûçeya ANHA'yê Tirkiye êrişî gundê Meranazê yê navçeya Şera ya Efrînê û gundê Aqîbê û Benê yên navçeya Şêrawayê û gundê Til Cîcan ê Kantona Şehbayê û Bendava Şehbayê kir.