ENQERE - Siyasetmedar Ayla Akat Ata di Doza Kobanê de bertek nîşanî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û wiha got: “Heke hûn têxin odeyekê û derî li ser qifle jî bikin, heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’ Abdullah Ocalan azad e û dê her azad be.”
Rûniştina yekemîn a danişîna 36’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.
Siyasetmedarên girtî Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Alî Urkut û Nazmî Gur tev li danişînê bûn. Fîgen Yuksekdag jî ji Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa F a Kandirayê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû.
Piştî tespîtkirina nasnameyan, siysetmedar Alp Altinors xwest biaxive lê mafê axaftinê nedanê. Dadgehê li dijî Altinors gotina “rûne cihê xwe” bi kar anî. Dadgehê daxwaza têkildarî redkirina mafê parastina devkî qebûl nekir. Siyasetmedar Ayla Akat Ata ji ber negirtina daxwaza Altinors bertek nîşanî şandeya dadgehê da û wiha got: “Dozeke pir girîng e û divê her kes gotina xwe temam bike.”
Siyasetmedar Ayla Akat Ata diyar kir ku dê parastina wê 3 rojan berdewam bike, dê du parêzer parastinê bikin û ji ber lêkolîna girtîbûnê îxtîmala heye ku parastina wê di niviyê de bê qutkirin û xwest ku rewşa wê ya girtî careke din ber çavan derbas bikin. Dadgehê têkildarî vê daxwazê jî biryara navberê da û diyar kir ku lêkolîna girtîbûnê dikare herî dawî di 15’ê îlonê de bike û îdia kir ku dê parastinê qut neke. Dadgehê ev daxwaz red kir.
Parêzer Kenan Maçoglû xwest têkildarî darizandinê mafê axaftinê bigire lê gotina wî ji hêla dadgehê ve hate birîn. Dadgeh, beriya ku guh bide Maçoglû îdia kir ku dizane bê ka dê çi bixwaze. Maçoglû jî bi gotina “Gelo hûn ji ku dizanin bê ka em çi difikirin û red dikin?” bertek nîşan da. Altinors xwest ku 5 deqeyan mafê axaftinê jê re were dayîn. Li ser vê yekê endamê şandeya dadgehê keniyan û gotin; “We kir 3 roj.”
KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ
Ata, parastina xwe kir û wiha got: “Em diaxivin lewma tên darizandin. Ji ber ku em gotina xwe birêxistin dikin û ev gotin bandorê li ser gel dikin lewma tên darizandin. Ji ber ku em dixwazin bi axaftinê çareser bikin lewma tên darizandin.
Niha li Gazeyê şer û pevçûn hene. Em li gel daxwazên gelê Filistînê ne. Hamas, bi awayekî derkontrolî hewl dide vê pêvajoyê birêve bibe. Lewma sivîl tên kuştin û zirar digihije sivîlan. Em êrişên her du aliyan jî qebûl nakain. Ji bo bidawîbûna vê pêvajoyê divê gelên herêmê rola xwe bilîzin.”
Bi domdarî Ata bal kişand ser pêvajoya komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku gotinên wê yên derheqê Abdullah Ocalan de û xebatên wê yên siyasî weke sûc hatine nîşandan. Ata, bal kişand ser dosyayên ji ber xebatên wê yên di “pêvajoya çareseriyê” de kirine hatine vekirin û wiha derbirî: “Tenê li Êlihê derheqê min de 9 dosya hatine vekirin. Ev dosya bi dosyaya li Amedê hatiye vekirin re kirine yek dosya. Piştre jî ji vê dosyayê re hatiye şandin. Pirsgirêka kurd heye. Partiyek heye ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têdikoşe û ji partiyên din cuda difikire. Hemû kes dibêje ‘bikujin’ lê em dibêjin ‘bidin jiyîn.’ Xebatên me di vê çarçoveyê de kirine berhev kirin.
Derheqê tiştê di pêvajoya çareseriyê de qewimîn jî dosya hatin amadekirin. Em di 9’ê Cotmeha 2012’an de li Êlihê li kolanan bûn lewma dosya hatiye vekirin. Îro di 9’ê Cotmehê de gelê me hêj bi heman daxwazan li kolana ye. 11 sal bi ser re derbas bûne lê li Tirkiyeyê tu tiştek neguheriye. Hefteyek berê li Enqereyê bombeyek teqiya. Her roj ciwan dimirin û li ser wan nasnameya vî welatî derdikeve.
Ji bo bertekê nîşanî komploya li dijî birêz Abdullah Ocalan bidin em meşiyan. Ji ber vê yekê polîsan êrişî me kirin. Abdullah Ocalan neçar hiştin ku ji Sûriyeyê derkeve û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Bulent Ecevît derket û got; ‘Em nizanin bê ka radestî Tirkiyeyê hate kirin.’ Gelê kurd li her devera ku bêhn lê distand komplo protesto kir û agir berda bedena xwe. Mirovan di çalakiyan de benzîn li xwe reşandin û xwe şewitandin. Em bejna xwe li hemberî şehîdên me ditewînin.”
'OCALAN MISOGERIYA AŞTIYÊ YE’
Ata, wiha domand: “Wan zilma li ser me zêde kir û em jî dê têkoşîna xwe mezintir bikin. Belkî îro belkî jî sibe dê fêm bikin bê ka em çima vê rewşê lanet dikin. Lê belê aqilê dewletê me baş fêm dike. Ji bo gelên kurd û tirk bi hev re bijîn em vê dikin. Abdullah Ocalan; misogeriya aştiya navxweyî û Rojhilata Navîn e. Birêz Ocalan piştî radestî Tirkiyeyê kirin, projeyên aştiyê pêş xist. Gelo li vî welatî tu kesî ew proje nexwendin? Gelo Hakan Fîdan nexwendine? Hemû kes heqê pêşdîtinên wî dide. Li holê rastiyek heye, gelek jê re dibêje rêberê min. Bi van projeyên xwe nîşan da ku rêberekî siyasî ye. Dema çûm Ewropayê akademîsyenan li zanîngehan parastinên Abdullah Ocalan bi xwendekarên xwe didan xwendin.”
‘AZAD E Û DÊ HER AZAD BE’
Ata, hevdîtinên parêzer û dewletê yên bi Abdullah Ocalan re bi bîr xist û wiha got: “Hûn têxin odeyekê û derî li ser qilfe bikin jî heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’, Abdullah Ocalan azad e û dê her azad be. Em tecrîdeke wisa re rû bi rû ne ku dewlet jî êdî nikare jê re hincetan biafirîne. Heke Îmrali mîna her girtîgehê bûya dê parêzer biçûna û bihatina. Weke siyasetmedar em ji ber van gotinan tên darizandin. Ne Îmrali girtîgeheke jirêzê ye ne jî Abdullah Ocalan girtiyekê jirêzê ye. Gotina me ji bo çareseriya demokratîk, sekna me ji bo çareseriya demokratîk e û bi tu awayî me ji bo tundiyê tu teşwîq nekiriye. Lewma em îro tên darizandin.”
Dadgehê navbera nîvroyê da danişînê.