NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Mexmûrê li dijî êrişên dewleta tirk meşiyan û êriş protesto kirin.
Dewleta tirk şevê din bi Balefirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir. Di êrişê de mizgeftek hedef hat girtin. Di encama êrişê de jinek û 2 zarokên wê birîndar bûn. Şêniyên wargehê di nava wargehê de meşek li dar xistin û êriş şermezar kirin.
Meş heya noqteya têketina kampê ya hêzên artêşa Iraqê domiya.