ENQERE - Zubeyîr Aydar diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piralî hatiye plankirin û wiha got: “Birêz Ocalan, tevî şert û mercên giran ên tecrîdê jî bi sekna xwe ya li Îmraliyê ev komplo vala derxist.”
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku gava ewil a mudaxileya li dijî Rojhilata Navîn bû, kete sala 26’an. Di encama zextên hêzên kûrewî yên bi pêşengtiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û NATO’yê de Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û piştî ku plana îmhakirina fîzîkî vala derketî, di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Ji roja hatiye girtin heta niha jî li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin.
Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zubeyîr Aydar têkildarî komploya navneteweyî û tecrîda li Îmraliyê axivî.
JINÛVEDÎZAYNKIRINA ROJHILATA NAVÎN
Aydar, diyar kir ku hêzên kûrewî ji bo jinûvedîzaynkirina Rojhilata Navîn li dijî Abdullah Ocalan komploya navneteweyî xistin meriyetê û wiha got: “Lingê komployê yê kurd jî PDK û YNK bûn. Peywira Tirkiyeyê ya di komployê de pasîf bû. Xwestin 25 sal berê di şexsê birêz Ocalan de têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û gelê kurd tesfiye bikin. Ev plan, yekser ji bo tesfiyekirina têkoşîna azadiyê ya kurdan bû. Ji xwe re digotin heke birêz OCalan bê girtin, dê tevger ji hev belav bibe û tune bibe. Saziyên stratejîk ên navneteweyî yên wê demê digotin temenê PKK’ê yê piştî komployê herî zêde 6 meh in. Lê xeyalên wan pir mezin têk çûn.”
ROLA TIRKIYEYÊ YA DI KOMPLOYÊ DE
Bi domdarî Aydar da zanîn ku aktora sereke ya komployê DYA bû û ev tişt anî ziman: “Li gorî xwe dê mudaxileyî Rojhilata Navîn bikirana. Di nava kurdan de jî ji xwe re partner dîtibûn. Wê demê rêveberên PDK û YNK’ê vexwendin Washingtonê. Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê yê wê demê pêşengên PDK û YNK’ê pêşwazî kir. Li gorî vê dixwestin kurdan dîzayn bikin. Astengiya herî mezin a li pêşiya vê rewşê jî birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Rola Tirkiyeyê ya di komployê de pasîf bû. Piştî komployê tenê ji Tirkiyeyê re gotin ‘werin bibin.’ Serokwezîrê demê Bulent Ecevît jî got; ‘Hêzên navneteweyî Ocalan radestî me kirin. Min hêj jî fêm nekiriye bê ka çima radestî me hate kirin.’ Rol û serkeftina Tirkiyeyê tenê ev bû.”
NEFRET Û HÊRSA LI DIJÎ KOMPLOYÊ
Di berdewamê de Aydar diyar kir ku komplo piralî hatiye kirin û wiha got: “Bi saya têkoşîna 25 salan a birêz Ocalan û gelê kurd komplo heta astekî mezin vala hatiye derxistin. Cara ewil hemû kurdan li dijî komployê seknekî hevpar nîşan dan. Di carekê de gelê kurd li her devera Kurdistanê daketin qadan. Li dijî komplogeran nefret û hêrseke mezin derket holê. Xwedîderketineke pir mezin pêş ket. Mirovan bedenên xwe şewitandin û tevahiya Kurdistanê rabû ser pêyan. Amerîkaya ku serkêşiya komployê dikir, got; ‘em li benda tiştekî wiha nebûn.’ Komplogeran piştre jî xwestin PKK’ê tesfiye bikin. Lê PKK’ê xwe nû kir û komplo cara duyemîn vala hate derxistin. Ya sêyemîn jî gelê kurd û PKK xwedî li birêz Ocalan derket û komplo bi temamî vala derxist. Hêzên komploger bi rêyên cuda xwe gihandin me û gotin; ‘Serokê we çû, êdî wî ji bîr bikin. Ji xwe re serokekî nû hilbijêrin û rêya xwe bidomînin.’
DIVÊ AZADIYA FÎZÎKÎ ÇÊBIBE
Di esasê xwe de îcar şerekî psîkolojîk xistin meriyetê. Me bi tu awayî guh neda van gotinan. Di esasê xwe de komplo piralî meşandin. Lê tevgera me neket vê xefikê. Ev 25 sal in em xwedî li rêberê xwe derdikevin. Derdorên ku ji me re digotin birêz Ocalan ji bîr bikin, piştre jî em pîroz dikirin. Her wiha di nava van 25 salan de gelê me û tevgera me ji bo komployê bi temamî vala derxîne têdikoşe. Ji bo komplo bi temamî vala derkeve, divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.”
BERXWEDANA 25 SALAN
Aydar, destnîşan kir ku tevî polîtîkaya tecrîda girankirî jî Abdullah Ocalan paradîgmayeke pir mezin afirandiye û wiha pê de çû: “Tişta ku birêz Ocalan serxistî tu kesî heta niha nekariye. Ocalan, rêberekî jirêzê nîne. Teorîsyen e, pratîsyen e, perwerdekar û hilberîner e. Kesên ku di serî de wate nedidan sekna 25 salan a birêz Ocalan a li Îmraliyê, niha baş fêm dikin. Birêz Ocalan di şertên tecrîdê de tê ragirtin lê negot; ‘Ez dîlgirtî me, rola min qediya. Ez niha di girtîgehê de me.’ Derfetên herî biçûk jî bi kar anî û xizmeta gelê xwe kir. Ez dikarim vê bi dilrehetî bibêjim; birêz Ocalan li derve çiqas afirîner be, li hundir jî ewqas afirîner e. Li derve tişta ku heta niha kesekî nekarî bike, kir. Nîşanî hemû cîhanê da bê ka gelek çawa dikare rabe ser pêyan. Mekanîzmayeke pir mezin ava kir û ew mekanîzma niha didome. Ji roja hatiye girtin heta niha paradîgmaya ku rê nîşanî tevger û gel dide afirand. Ji ber ku bi fikrên xwe hem pêşiya tevgerê hem jî ya gel vekir. Her wiha paradîgmayeke mezin diyarî cîhan, gelan û mirovahiyê kir. Paradîgmaya birêz Ocalan a niha, berhema Îmraliyê ye. Wî bi xwe digot; ‘Min ev der ji xwe re veguherand adekî perwerdeyê, min xwest xwe ji wî alî ve pêş bixim û xizmetê bikim.’”
‘ÎMRALI SEKNEKÎ DESTANÎ YE’
Aydar, bi lêv kir ku paradîgmaya Abdullah Ocalan bûye hêviya hemû gelên cîhanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Paradîgmaya niha tê pêşxistin, xizmetê ji hemû mirovahiyê re dike. Ji Latîn Amerîkayê heta Efrîqayê, bandorê li hemû erdnîgariyan dike. Bi milyonan kes di çarçoveya vê paradîgmayê de tên perwerdekirin û hewl didin pêk bînin. Pratîka vê paradîgmayê li Rojava heye û li Kobanê nîşan da bê ka çawa aj dide. Di jiyana mirovan, di xeta azadiya jinê de pêşketineke mezin afirand. Ji sala 1806’an heta niha bi sedan berxwedanên kurdan çêbûn. Lê yek ji van jî naşibe ya PKK’ê. Gelê kurd cara ewil bi teoriyên pêşengekî kurd tê perwerdekirin û bi ser dikeve. Ev yek, serkeftineke pir mezin e. Sekna birêz Ocalan a li Îmraliyê, seknekî destanî ye. Tevî vê zilmê û hewldanên teslîmgirtinê jî, li dijî tecrîda piralî li ber xwe da. Divê hemû kes vê pir baş bibîne.”
BÊHIQÛQTIYA LI ÎMRALIYÊ
Aydar, daxuyand ku polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê nîşan dide ku dewlet di şer de biisrar e û wiha derbirî: “Heta ku tecrîd neyê rakirin, dê aştî û aramî neyê Tirkiyeyê. Divê hemû kes bêhiqûqtiya li Îmraliyê baş bibîne. Ev bû 31 meh em tu agahiyan ji birêz Ocalan û hevalên li gel wî nagirin. Li Îmraliyê bêhiqûqtiyeke pir mezin heye. Li Îmraliyê tu caran hiqûq neket meriyetê û sepanên keyfî hene. Lê sepanekî keyfî ya jirêzê nîne. Bi rêya serokkomar ve bi statûyeke taybet tê birêvebirin. Divê her kes vê yekê baş bizane, tecrîda li Îmraliyê tê wateya şerê li Kurdistanê. Lewma tevgera me dibêje; ‘nêzikatiya li hemberî birêz Ocalan, nêzikatiya li hemberî şer û aştiyê ye.’ Tecrîda li Îmraliyê, êrişeke li dijî me tevan e. Lewma xwedîderketina li birêz Ocalan, xwedîderketina li xwe ye, ya li azadiyê ye. Dema deriyên Îmraliyê hatin girtin, şer tenê li Kurdistanê nabe. Li tevahiya Tirkiyeyê zext tên kirin.”
‘BANGA ME LI HER KESÎ EW E KU DAKEVIN QADAN’
Aydar, axaftina xwe wiha qedand: “Dê bi boneya sala 26’an komployê li gelek deverên cîhanê çalakî bên lidarxistin. Divê her kes tev li van çalakiyan bibe. Em di erefeya komploya 9’ê Cotmehê de ne. Bi ser komployê re 25 sal derbas bûn. Peywir û berpirsyartiyeke me ya mezin heye. Xwedîderketina li birêz Ocalan, xwedîderketina li aştî, azadî û demokrasiyê ye. Lewma gelê kurd ka çawa di 9’ê Cotmeha 1998’an de xwedî li birêz Ocalan derketibin dê îro jî lê xwedî derkeve. Her wiha dostên gelê kurd jî amadekariya kampanyayeke azadiyê ya mezin dikin. Ev kampanya dê di 10’ê cotmehê de dest pê bike. Dê bi mebesta ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû’ bidin destpêkirin. Ez vê hewldanan dostên me silav dikim. Banga min a ji bo tevahiya Kurdistanê ev e; bila ji ewil di 9’ê Cotmehê de li dijî komploya navneteweyî, xwedî li birêz Ocalan derkevin. Banga min ew e ku tev li kampanyaya gelê kurd û dostên wan bibin.”
MA / Hakan Yalçin