RIHA - Parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ê ku wek berpirsiyarê qetlîama li dijî Malbata Şenyaşar tê nasîn dîsa di MKYK’a AKP’ê de cih girt.
Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de ji Malbata Şenyaşar Celîl, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Yildiz û xizmên wî li nexweşxaneyê jî êrişî malbatê kirin. Di êrişê de Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî yên birîndar Celal û Adil Şenyaşar hatin qetilkirin. Îbrahîm Halîl Yildiz ê ji qetlîama li dijî Malbata Şenyaşar berpirsiyar tê girtin dîsa di nava rêveberiya giştî ya AKP’ê de cih danê. Yildiz di Desteya Rêveberiya Biryara Navendî (MKYK) a ku bi 4’emîn Kongreya Awarte ya Mezin a AKP’ê pêk cih girt.